“Di sala 2021’ê de 75 jin hatine revandin û 13 jin hatine qetilkirin”

Li gorî belgeyên ku rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi dest xistine dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di sala 2021’ê de li Efrîna dagirkirî bi sedan sivîlên wê deverê rastî kiryar û îşkenceyan hatine di nav de jin û zarokên bi temen biçûk jî hene. Di heman demê de bi hezaran dar hatine birîn.”

 
HESNA MIHEMED
Şehba- Di sala 2021’ê de li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye gelek kiryar û îşkence li dijî sivîlan pêk hatine. Ev kiryar ji aliyê îstîxbarata dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ve pêk tên. Salek bi kiryarên îşkence û tecawîza li ser sivîlên Efrînê derbas bûn. Di heman demê de çeteyên bi navên cur bi cur milk û malên sivîlan desteser kirine. Di vê salê de jî gelek îdia û derewên dewleta tirk derketin holê û bangewazî li gelê ji derveyî Efrînê kir ji bo vegerin û gotin ku dê mafê wan bê parastin lê li ser rûyê erdê beravojî vê rastiyê derket û kesên ku vedigeriyan rastî kiryaran dihatin û li şûna ku li malên xwe yên resen bi cih bibin ew dixistin yekîneyên niştecihbûnê ku dewleta tirk a dagirker li Efrînê ava kirine. Li gorî bîlanço û belgekirina Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye kiryarên dewleta tirk a dagirker li Efrînê ya sala 2021’ê de 49 kes jê 13 jin û 13 zarok hatine qetilkirin. 655 kes di nav de 57 jin, 5 keçên bi temen biçûk û zarokek hatine revandin. 
Ji bilî kiryarên ku li ser sivîlan tên meşandin jî dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê kiryarên xwe li ser xweza û hebûna Efrînê didin meşandin. Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê, 16 hezar û pêncsed dar hatine qutkirin. Zêdetirî 5 hezazr dar hatine şewitandin. Zêdetirî 11 hezar darên cur bi cur hatine desteserkirin û bi dehan hektarên zeviyan hatine şewitandin. 20 cihên dîrokî û çandî ku reseniya Efrînê nîşa didan hatin rûxandin û guhertin û yekîneyên niştecihbûnê li şûna erdên sivîlên herêmê hatin avakirin. Li gorî çavkaniyên herêmî ku ji Rêxistina Mafên Mirovan re çendî kiryar hatine belgekirin jî li ser rûyê erdê li Efrînê zêdetirî van kiryaran rû bi rû diqewimin.
Endama Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Roşîn Hido li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê kiryarên dagirkeriyê yên li Efrînê di nava salek de qewimîne ji me re eşkere kir.
“Di 2021’ê de 655 kes hatine revandin û 49 kes hatin kuştin”
Roşîn diyar kir ku ji destpêka êrîşên dewleta tirk a dagirker ve heya vê kêliyê kiryarên xirab li dijî mirovên resen ên Efrînê pêk hatine û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Kiryarên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê heya vê kêliyê li ser jinan, xelkê resen, xweza, rûxandin û xerabkirina kevneşopiyan, cihên dîrokî û guhertina demografîk li wan deveran berdewam dike. Piştî ku Efrîn ket bin serweriya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, bi hezaran kesên sivîl koçber bûn û berê xwe dan herêmên bi ewle ango kantona Şehbayê. Li şûna xelkê resen dewleta tirk tevî çeteyên xwe gelên ji pêkhateyên din bi cih kirin. Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên mirovan a herêma Efrîn- Sûriyeyê di sala 2021'ê de li Efrîna dagirkirî 49 kes hatine kuştin, 655 kes hatine revandin û gelek ji wan çarenûsa wan heya vê kêliyê ne diyare. 16 hezar û pêncsed dar hatine birîn, di heman demê de jî pênc hezar dar hatine şewitandin û 11 hezar hatine desteserkirin. Her wiha zeviyên gel hatine şewitandin. 20 cihên dîrokî ku çanda Efrînê nîşan didin hatine rûxandin, dizîn û guhertin. Li kêleka van kiryarên dijmirovî dewleta tirk di vê salê de gelek caran hewl da bi riya derew û îdiayên xwe, gelê li Şehbayê li ber xwe dide vegerîne Efrînê bi soza ku hemû milkên wan bide wan û mafên wan bê parastin lê kesên ku vegeriyan rastî kiryar, revandin û îşkenceyê hatin.”
“75 jin hatine revandin û 13 jin hatine qetilkirin”
Roşîn di berdewamiya gotinên xwe de kiryarên salekê li dijî jinan li Efrînê pêk tên eşkere kir û got: “Li Efrîna dagirkirî herî zêde jin dibin hedefa dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê. Di sala 2021’ê de 13 jin hatin qetilkirin di nav jinên ku hatine qetilkirin de jina ducanî ya bi navê Nemet Şêxo û jina bi temen mezin a bi navê Mewlîda bû ku her du jin li zindanên dagirkeriyê di bin îşkenceyên giran de hatine qetilkirin. 75 jin hatin revandin di nav de 5 keçên bi temen biçûk û zarokek biçûk, piştî ku tên revandin tên îşkencekirin û di zindanan de îşkence li wan dikin. 13 zarok jî hatine qetilkirin. Jinek gihîşt asta xwekuştinê ji ber ku nikaribû tehemulê kiryarên dewleta tirk bike. Hejmar ji van agahiyên ku me bi dest xistine û belge kirine zêdetir in. Di heman demê de li Efrînê guhertina demografîk wek guhertina navên gundên resen, avakirina mizgeftan di gundên Êzidiyan de, ferzkirina hînkirina bi zimanê Tirkî û Erebî li şûna Kurdî. Dewleta tirk hemû qanûn û mîsaqên navneteweyî binpê  dike û li Efrînê kiryaran pêk tîne. Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku jinên Efrînî yên serhêldêr bi riya kiryarên xwe biçewsîne.”
“Divê komîteyên lêpirsînê biçin Efrînê”
Roşîn da xuyakirin ku dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên wê cihê îşkencekirinê di Efrînê de vekirine û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li Efrînê komên çeteyan û îstîxbaratên dewleta tirk a dagirker cihên îşkenceyê vekirine û jinan di wir de îşkence dikin, piştre tecawiz dikin û gelek caran jî qetil dikin. Li gorî belgekirina Rêxistina Mafên mirovan Efrîn- Sûriyeyê jinek Efrînî ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve rastî tecawizê hatiye di heman demê de her jina ku digrin rastî îşkence û tecawizê tê. Weke parêzerên herêma Efrînê li kantona Şehbayê bangewaziya me ji seranserî cîhanê re bi taybetî ji Xaça Sor re ew e ku berpirsyariya peymana Cenevê ya ku ji bo parastina mirovan hatiye avakirin bi cih bînin û Rêxistinên Mafên mirovan divê bi lez çareseriyek ji Efrînê re bê dîtin û çete û dagirkeran jê derxin. Di heman demê de komîteyên lêpirsînê bên avakirin ji bo derbasî Efrînê bibin û kiryarên wê deverê belge bikin.”