Di nava şer de rawestandina mafan
Parêzer Sanem Ehmedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê da zanîn ku zêdebûna zextên ewlehiyê li ser girtiyên siyasî û malbatên wan piştî şerê dawî bi hinceta "ewlehiya neteweyî" bûye amûrek ji bo rawestandina mafên sivîl.
ŞÎLAN SEQAZÎ
Navenda Nûçeyan – Bi şerê dawî re zexta li ser girtiyên siyasî, malbatên girtiyan û çalakvanên sivîl dijwartir bûye. Di hefte û mehên dawî de gelek rapor li ser girtinên berfireh, bêparkirina girtiyan ji mafên qanûnî, sînordarkirina gihîştina parêzeran, îtirafên bi zorê, cezayên giran û her wiha desteserkirina milkê, kefaleta giran ji bo berdanê û zexta aborî li ser malbatan hatine weşandin. Ev yek weke meyleke ku gelek parêzer weke nîşaneyeke serdestiya perspektîfa ewlehiyê li ser prensîbên darizandina dadperwer dibînin.
Di rewşên wiha de, pirs ji her demê bêhtir derdikevin holê: Gelo pergala dadwer bûye beşek ji mekanîzmaya kontrol û dorpêçkirina civakê? Ji bo lêkolîna vê mijarê, em bi parêzerek ji Rojhilatê Kurdistanê Sanem Ehmedî re li ser rewşa girtiyên siyasî, desteserkirina milken gel, mafên bersûcan di dema şer de, îtîrafên bi zorê, encamên civakî yên berfirehkirina perspektîfa ewlehiyê li ser pergala dadwerî axivîn.
- Di şerê dawî û rewşa ewlehiyê ya piştî wî de, ji bilî girtinên berfireh ên xwepêşander û çalakvanên siyasî, gelek raporên desteserkirina milk, cemidandina hesabên bankayê û zexta aborî li ser malbatên girtiyan hebûn. Ma ev pêvajoyek sepandina qanûnê ye?
Bêguman na, tiştên ku di dema şerê dawî û piştî wê de qewimîn ji sepandina qanûnê wêdetir çûn û bêhtir dişibin bikaranîna avahiyên dadwerî û ewlehiyê ji bo kontrolkirina civakê. Di dema şer de, hikûmet bi gelemperî hewl didin qada giştî bi tevahî kontrol bikin lê li Îranê ev kontrol ne tenê bi qada ewlehiyê ve sînordar bû; sîrayetî jiyana aborî û debara malbatên xwepêşander û girtiyên siyasî kir. Her ku jîngeha ewlehiyê zêde dibû, zexta aborî li ser malbatên girtiyan jî dijwartir dibû. Bi gotineke din, hikûmet tenê bi girtina xwepêşanderan nesekinî, hewl da tevahiya jîngeha civakê bêîstîqrar bike da ku lêçûna xwepêşandanê ji bo civakê pir zêde bibe.
Di hefteyên piştî destpêkirina şer de, malbata xortekî Kurd ê ku li yek ji bajarên Rojhilat hatibû girtin ragihand ku piştî kurê wan hat girtin, hesabên bankayê yên malbatê di bin vekolîn û sînordarkirin de ne û bav bi zextên ewlehiyê re rûbirû maye. Malbata girtiyekî siyasî neçar ma ku hemû zeviyên xwe yên çandiniyê bifroşe ji bo ku pereyê zêde yê kefaletê bide lê dîsa jî zext domiyan û gefa desteserkirina milk berdewam kir. Her wiha bavê malbata xwepêşanderekî girtî got ku di atmosfera ewlehiyê ya şer de, cihê karê wan bi berdewamî hatiye ziyaretkirin û gef lê hatiye xwarin da ku malbat ji agahdarkirina li ser rewşa zarokê xwe dûr bisekine.
Ev mînak nîşan didin ku zexta aborî di rewşên wiha de ne tenê bandorek alî ye; beşek ji mekanîzmaya cezakirin û tirsandinê ye. Bi perspektîfeke qanûnî, ev tedbîr bi eşkereyî li dijî prensîba bêgunehiyê ne, ji ber ku di gelek rewşan de hê biryarek dawî nehatiye dayîn lê cezayê aborî bi rastî dest pê kiriye. Hikûmet dixwaze peyama ku dijberiya siyasî yan jî agahdarkirina li ser girtinan ne tenê xetera girtîgehê çêdike, di heman demê de dikare bibe sedema hilweşîna ewlehiya aborî ya malbatê jî bide.
- Di şerê dawî de, hinek rayedaran tekez kirin ku şert û mercên şer dikarin hinek mafên bersûc û girtiyan sînordar bikin. Ma bingeheke zagonî ji bo îdiayek wisa heye?

Na. Bi awayekî din, yek ji meylên herî xeternak ku me di şerê dawî de dît, hewldana normalîzekirina binpêkirina qanûnê bi hinceta "şert û mercên şer" bû. Her çendî felsefeya hebûnî ya qanûnê tam ji bo şert û mercên wiha ye; ango divê qanûn pêşî li berfirehbûna keyfîtiyê di rewşeke krîzê de bigrin ne ku bibin qurbanê krîzê bi xwe.
Di qanûna Îranê de, ji Qanûna Prosedûra Ceza bigre heya Rêziknameyên Rêxistina Girtîgehan û Qanûna Rêzgirtina Azadiyên Rewa û Parastina Mafên Welatiyan, tu madeyek tune ye ku destûrê bide mafê gihîştina parêzerek, mafê agahdariya malbatê, mafê dermankirina bijîşkî, yan prensîbên darizandineke dadwer di dema şer de werin rawestandin. Lê di pratîkê de, atmosfera şer bûye amûrek ji bo rakirina gav bi gav a van mafan.
Ev tam xala xeternak e; ango, bêyî qanûn bi fermî were guhertin, awayê pêkanîna wê bi awayekî diguhere ku weke bersûc êdî mafên wî tune ne. Ango, pêvajoya darizandinê bi pratîkî bêwate ye. Ev cure rawestandina nefermî ya qanûnê yek ji nîşaneyên cidî yên hilweşîna serdestiya qanûnê di rewşên krîzê de ye. Bêguman, pirsgirêk ne tenê binpêkirina mafên çend girtiyan e; peyamek e ji tevahiya civakê re dixwaze were gotin ku di demên krîzê de, mafên sivîl dikarin bi hêsanî werin paşguhkirin.
- Mebesta we bi wê rastiyê çi ye ku di dozên siyasî de, bi taybetî di çarçoveya şerê dawî de, pêvajoya darizandinê di pratîkê de bêwate bûye?
Di pergaleke hiqûqî ya saxlem de divê dadgeh cihekî ji bo keşfkirina rastiyê be; lê di gelek dozên siyasî yên bi atmosfera şerê dawî ve girêdayî de, dadgeh bêhtir bûye cihekî ji bo piştrastkirina biryarên ewlehiyê. Ango, pêşî saziyên ewlehiyê biryarê didin û dûre jî avahiya dadwerî erkdar e ku wê biryarê bi awayekî hiqûqî fermî bike. Di hiqûqê de divê pêşî sûc were îsbatkirin û dûre jî sînorkirin werin danîn lê li vir pêşî ceza dest pê dike û dûre jî doz tê vekirin. Ev bi taybetî bi hinek ciwanên Kurd ên girtî re qewimî; malbat ji rewşa zarokên xwe bêxeber bûn dema ku medyaya dewletê ew bi pratîkî ji berê ve wek sûcdar dabûn nasîn. Girtina dirêj, tecrîd, qutbûna ji malbatê, zexta psîkolojîk û nezanî hemû amûrên ku berî destpêkirina fermî ya darizandinê bersûc in. Ev rewş ne tenê krîzek dadwerî ye; krîza civakî ye.
- Ew îtîrafên bi zorê yên hatine weşandin di jîngeha ewlehiyê ya şer de çi rol lîstin?

Di dema şer û piştî şer de, îtîrafên bi zorê kirin amûrek ji bo çêkirina vegotineke ewlehiyê. Di pergaleke hiqûqî ya saxlem de divê îtîraf bi azadî û di şert û mercên dadwer de werin kirin; lê belê dema ku kesek di girtîgeha tenêtiyê ya dirêj de, bêxeberî û zexta psîkolojîk de be, îtîraf êdî tu nirxek hiqûqî ya rastîn nagirin. Lê di hinek dozên siyasî yên bi hawîrdora şer ve girêdayî de, me şahidiya îtirafên televîzyonê yan vegotinên ewlehiyê kirine ku beriya dawiya pêvajoya darizandinê hatine weşandin. Ev nîşan dide ku armanca sereke ne tenê îsbatkirina sûcek e; afirandina vegotineke siyasî ji bo raya giştî ye.
Îtîrafên bi zorê di hawirdoreke wisa de ne tenê li dijî girtiyan in; ew di heman demê de amûrek ji bo afirandina tirsa kolektîf in. Hikûmet dixwaze peyama ku her dijberî dê di dawiyê de têk biçe û her berxwedanek bêwate ye, bide. Tiştê xeternaktir ew e ku heman îtîraf carna dibin bingeha cezayên pir dijwar, heta darvekirinan jî. Ango jiyana mirovan li ser bingeha daneyên ku dibe di şert û mercên nemirovane û di bin zexteke giran de hatibin hilberandin, tên girtin. Dema ku îtiraf li şûna rastiyê tên danîn, dadgeh dibe cihekî ku çîroka desthilatdariyê xurt bike.
- Li gorî gelek raporan zext li ser girtiyên siyasî yên jin zêde bûye, ji qutkirina têkiliya bi malbatê re û sînordarkirina dermankirina bijîşkî bigre heya zexta ne fermî li ser malbatan. Gelo ev rewş jî beşek ji qalibek avahîsaziyê li Komara Îslamî ya Îranê ye?
Eger em bixwazin ji asta danasînên fermî wêdetir biçin divê em bibêjin ku şerê dawî tenê "tundiya” rewşê guhert, ne "xwezaya" wê. Tiştên ku di vê serdemê de di girtîgehên jinan de qewimîn, berdewamiya rasterast a mantiqek kevintir e ango mantiqa ewlekirina jiyana siyasî. Di vê mantiqê de, girtîgeh ne weke cihekî bicîhanîna ceza ye, weke amûrek ji bo kontrolkirina tevgera civakî tê pênasekirin. Sînorkirinên li ser bangên telefonê, derengketina agahdarkirina li ser rewşa dozê, gihîştina sînorkirî ya parêzeran û astengiyên di pêvajoya dermankirinê de di gelek dozên jinên girtî de hatine ragihandin.
Di heman demê de bi girtinê re, zextên ne fermî ji bo bêdengkirina medyayê û qutkirina têkiliya bi saziyên mafên mirovan re zêde bûn. Ev doz ger bi hev re werin dîtin, wêneyek zelal diafirînin ku girtîgeha jinan di vê pergalê de ne tenê cihekî ji bo girtinê ye, cihekî ji bo rêveberiya siyasî ya fizîkî û ragihandinê ye. Li vir şer ne tenê krîzeke derveyî ye; derfetek e ku vê mantiqê bi tevahî çalak bike. Ji ber vê rewşa girtiyên jin di şerê dawî de nikare bi tenê ji pergala giştî ya Komara Îslamî dûr were analîzkirin. Di vê çarçovê de, girtiya jin ne wekî welatiyek xwedî maf, wekî "mijarek ewlehiyê-birêvebir" tê pênasekirin û ev guhertina perspektîfê hemû encamên paşê rave dike.
- Karbidest bi gelemperî sînordarkirinên ku di demên şer an şert û mercên ewlehiyê de tên ferzkirin bi "ferzên ewlehiya neteweyî" rewa dikin. Ma ev têgeh hê jî îstîsnayeke qanûnî ye, yan jî bûye amrazeke daîmî ji bo rawestandina qanûnan di Komara Îslamî ya Îranê?
Di asteke teorîk de "ewlehiya neteweyî" di qanûna nûjen de divê îstîsnayek be; ango ew dikare di şert û mercên pir sînordar, demkî û çavdêrîkirî de hinek mafan sînordar bike lê di pergala Komara Îslamî ya Îranê de, ev têgeh ji îstîsnayek veguheriye prensîbeke alternatîf a qanûnê. Ev yek di şerê dawî de bi awayekî herî zelal hat dîtin. Sînorkirinên ku li ser girtiyên jin hatine ferzkirin, ji qutkirina têkiliya bi malbatê re bigre heta sînordarkirina gihîştina parêzeran û derengxistina dermankirina bijîşkî, her gav weke "pêdiviya ewlehiyê" dihatin rewakirin.
Lê ev pêdiviyek xwedî pênaseyeke rast, pîvandî yan çavdêrîkirî nîn e. Ev nezelalî wê dike amûrek pir nerm ji bo biryardayînê. Di hinek rewşan de girtiyên nexweş tevî rewşa wan a fîzîkî ya krîtîk, ji dermankirina bijîşkî yan betlaneyê hatine dûrxistin. Eger em van dozan bi hev re bidin ber hev, şêweyekî zelal dikare were dîtin ku diyar dibe ‘ewlehî’ di vê pergalê de desthilatdariyê sînordar nake, wê rewa dike. Dema ku maf bi naskirina ewlehiyê ve girêdayî bin maf êdî wekî prensîbek sabît tune ne; ew dibin îmtiyazek rawestandinê.
Di dawiyê de pirsgirêka sereke ne ew e ku di şert û mercên şer de sînorkirin hene yan na; Pirsgirêk ev e ku li Komara Îslamî ya Îranê, rewşa şer ne tenê kêliyeke îstîsnaî ye, "formeke rêveberiyê" ye ku tê de rawestandina qanûnê li ser bingeheke domdar û sîstematîk gengaz dibe. Di vê qonaxê de qanûn ji hundir ve tên valakirin, tenê şeklî dimînin.