Dadgehê, cezaya ku li Eren Keskîn û Reyhan Capan re hat dayîn kêm dît!

Eren Keskîn û Reyhan Capan ên ku ji ber nûçekirina Berkîn Elvan derbarê wan de doz hatibû vekirin, duho ji nûve hatin darizandin. Dadgehê ku 10 hezar lîre cezayê pere kêm dît, cezayê hatiye dayîn veguherand 12 hezar û 500 lîreyan.

Stênbol – Li Tirkiyeyê tevî bûyîna mijara nîqaşê ya biryarên daraza mêr, li hemberî hincetên cezayên ku duh li hunermend Ezgî Mola, parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn û rojnameger Reyhan Capan re hatin birîn jî bertêk hat nîşandan. Daraza mêr ji Ezgî Mola re ji ber heqareta li çawîşê pispor Musa Orhan ê ku bi sûcê destdirêjiya zayendî dihat darizandin, cezayê pere birî û her wiha cezayê pere ya li Eren Keskîn û Reyhan Capan ên ji ber nûçekirina Berkîn Elvan ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin jî kêm hat dîtin.

Danişîna biryarê hat dîtin

Danişîna biryarê ya doza ku Berpirsyara Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hat girtin parêzer Eren Keskîn û Mudira Karên Nivîsan Reyhan Çapan ji ber nûçeyên xwe yên der barê Berkîn Elvan ê ku ji aliyê polîsan ve di dema çalakiya Parka Gezî de hatibû qetilkirin duh jî nû ve dihatin darizandin hat dîtin. Eren Keskîn û Reyhan Capan a tevlî danişîna ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin nebûn, parêzarê wan Sercan Korkmaz amede bû.

Parêzer daxwaza beraetê kir

Di danişînê de parêzer Sercan Korkmaz parastin kir. Piştre mafê axaftinê jî meqema Îdîayê re hat dayîn. Meqema îdîayê ya li ser esasê mutala xwe pêşkêş kir, îdiaya kir ku Berkîn Elvan ji ber nûçeya ku hatiye weşandin zirar dîtiye û ceza xwest. Meqema îdîayê, her wiha xwest ku cezayên ku ji bo Eren Keskîn û Reyhan Çapan were birîn de, cîbicîkirina bendên tawanên zincîre bê sepandin. Sercan Korkmaz ê ku li dijî mutalayê mafê axaftinê girt, hemanên derbarê mûvekilên xwe de red kirin û daxwaza beraetê kir.

Dadgehê cezayê hatî dayîn kêm dît

Dadgehê ji bo biryara xwe eşkere bike ji danişînê re navberek kurt da. Dadgehê ku piştrê biryara xwe eşkere kir, 10 hezar û 461 Lîrê cezayê ku berê li Eren Keskîn û Reyhan Çapan hatibû dayîn kêm dît û cezayê pere kir 12 hezar û 50 Lîre.