‘Bicihanîna Mafê Hêviyê ji bo aştî û çareseriyê şert e’

Mamosteya beşa hiqûqê Rûbar Mecîd got ku Tirkiye ji ber bicihneanîna mafê hêviyê zagonên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike, divê jin bi hev re ji bo mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di nava nîqaşên siyasî û zagonî yên li dora Abdullah Ocalan de têgehek heye ku ji bo gelê Kurd ji daxwazeke zagonî wêdetir e û bi bendewariya çareserkirina pirsgirêkeke dîrokî ve girêdayî ye. Ew jî ‘mafê hêviyê’ ye. Behskirina vî mafî tenê rewşa girtiyek tenê nagire nava xwe, di heman demê de bi pêşeroja pirsgirêka Kurd û lêgerîna çareseriyên aştiyane ji bo nakokiya demdirêj jî tê nirxandin.

Di salên dawî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoyên aştiyê û diyaloga siyasî de roleke girîng lîstiye. Li gorî çavdêrên siyasî, mafê hêviyê ne tenê weke mijareke qanûnî ye, nîşaneyek ji bo vekirîhiştina deriyê diyalog û çareseriya siyasî li Rojhilata Navîn e. Li herêmeke ku bi dehan salan ji ber şer û nakokiyên neteweyî û siyasî êş kişandiye, her gaveke ber bi diyalogê ve girîng tê dîtin. Ji ber vê yekê, her guhertinek di rewşa Abdullah Ocalan de weke hêviyek ji bo çareseriya demokratîk û dadwer tê dîtin.

‘Hebûna mafê hêviyê ji bo girtiyan mafekî navneteweyî ye’

Mamosteya beşa hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê Rûbar Mecîd ji ajansa me re axivî û got: “Li gorî qanûna navneteweyî û têgeha mafê hêviyê, her girtiyek piştî 20 salan di girtîgehê de bimîne, mafê hêviyê jê re heye di qanûna gerdûnî ya mafan de. Mînak, li gorî qanûna Ewropayê, cezayê darvekirinê li dijî mafên mirovan e, ji ber vê yekê mafê hêviyê ji bo gelek girtiyan piştî 20 salan rewa ye. Mafê hêviyê ji bo girtiyan mafeke navneteweyî ye. Hemû girtî piştî 20 sal rakevin dikarin werin berdan.”

Doza hiqûqî ya Rêber Abdullah Ocalan û guhertinên di cezayê wî de

Rûbar Mecîd da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn xwedî cihekî mezin e û wiha got: “Wekî tê zanîn, di sala 1999’an de bi komployek ji aliyê dewletên serdest û DYE’yê ve, bi riya dewleta Kenyayê, bêyî ku dozger an daxwazek dadgehek fermî hebe, hat girtin. Bi gotineke din, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêyî bingehek qanûnî hat girtin. Her çiqas di sala 2003’an de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn jî hikûmeta Tirkiyeyê ji bo ku ber bi tevlîbûna YE’yê ve biçe, cezayê darvekirinê betal kir û veguherand girtina heta hetayê. Lê belê di heman demê de, Tirkiyeyê qanûna cezayê heta heta ji nû ve guherand; Biryar da ku cezayên girtiyên siyasî û kesên ku bi xiyanetê tên sûcdarkirin bike cezayê heta hetayê da ku mafê hêviyê negirin. Piştre Rêberê Gelê Kurd bi cezayê têkbirina ewlehiya neteweyî û siyasî hat darizandin. Her çendî mafê hêviyê li gorî qanûnên navneteweyî dikare Rêber Ocalan bigre nava xwe jî Tirkiye qanûnên navneteweyî binpê dike. Dewleta Tirkiyeyê hê jî endamê Konseya Ewropayê ye û divê her qanûnên ku ew derdixin bi cih bîne. Dewleta Tirkiyeyê soz daye Ewropayê ji bo pêkanîna bingehên neteweyî û mirovî lê niha hemû qanûnên wê yên navxweyî li dijî qanûnên navneteweyî ne.”

‘Têkiliya di navbera mafê hêviyê û pêvajoya aştiyê ya li herêmê de’

Rûbar Mecîd di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Hebûna mafê hêviyê bi pirsgirêka aştiyê ve girêdayî ye. Pirsgirêka aştî û jiyana hevbeş ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve demek dirêj e tê nîqaşkirin lê dewleta Tirk heta neçar nebe, aştî û bihevrejiyan û azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nake, mafê hêviyê erê nake. Rêber Abdullah Ocalan di warê aştî û jiyana hevbeş de gavek girîng avêtiye û PKK ji bo aştiyê hewl dide. Lê belê dewleta Tirk ji bo ku rê li ber Kurdan bigre, nehêle mafê xwe yê hêviyê bi dest bixin û ji ber gelek sedeman, gavên ber bi aştiyê ve li herêmê navêje. Ev astengî dîrokî ne ji bo hebûna mafê hêvî û pirsa aştiyê li herêmê. Di heman demê de, nebûna helwest û gavên pêwîst ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve li dijî bicihnekirina qanûna mafê hêviyê û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve bûye sedem ku Tirkiye binpêkirinên xwe bidomîne. Niha, biryarên siyasî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên dayîn, ne biryarên mafên mirovan in. Ev jî di demek wisa de ye ku mafên mirovan, di aliyê navxweyî û navneteweyî de, ji bingeha sûbjektîf û şexsî pêk tên. Bi awayekî objektîf, her mirovek xwedî mafên mirovan e û cudakarî tune ye bi awayekî ferdî divê di qanûnan de ji bo tu kesê cudakarî neyê kirin.”

‘Pêdivya têkoşîna jinan bi avakirina lobiyeke navneteweyî heye’

Rûbar Mecîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di dirêjiya pêngava bicihkirina mafê hêviyê de zêdetirî 800 parêzeran ji bo azadkirina Rêber Apo îmze kirine. Ev yek wekô gavek ber bi aştî û jiyana hevbeş ve tê dîtin. Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de wek kesayetek sereke ji bo destkeftiyên mafên jinan tê dîtin. Li gorî felsefeya wî ya jiyana hevbeş, jin xwedî roleke sereke ne, ji ber vê yekê jin her gav hewl didin, mijara aştî û mafê hêviyê bi cih bînin. Ji ber vê divê jin bi riya yekîtî û jiyana hevbeş li hemû beşên Kurdistanê ji bo piştgirîdayîna mafê hêviyê kar bikin û têbikoşin. Niha jinan destkeftiyên girîng bi dest xistine. Hebûna zanista ‘Jineolojiyê’ û yekîtiya jinan dikare hem pirsa aştiyê hem jî mafê hêviyê li ser bingeha raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest binirxîne. Ev yek jî pêwîstî bi avakirina lobiyeke mezin û dengekî bihêz li ser asta cîhanî heye da ku dewleta Tirkiyeyê neçar bike mafê hêviyê û mijara aştiyê qebûl bike.”