Xwendekarên Silêmanî 800 şitlên daran çandin

Bi boneya nêzbûna 16’ê Nîsabê ya roja jingehê ya herêma Kurdistanê Mamosta û xwendevanên dibistana Ayînde ya bajarê Silêmaniyê, 800 şitlên daran ên cûr be cûr çandin.

Navenda Nûçeyan – Li Herêma Kurdistanê 16’ê Nîsanê wek Roja Jîngehê hatiye diyarkirin. Hersal çalakiyên cûr be cûr û di navde şînkirina bajar û bajarokan tên li darxistin.

Bi nêzbûna roja jingehê re, îro beriya nîvro mamosta û xwendekarên dibistana Ayînde ya li parêzgeha Silêmanî, li kolana li ber Bajarê Spî ya Silêmaniyê, bi hevkariya şaredariya Silêmaniyê bi dirûşmeya ‘Dibistana Ayînde dostê jîngehê ye û Silêmaniyê şîn dikin’ 800 şitlên daran ên cûr be cûr çandin.