Wafa Al-Hammadî: Dibe ku çavkaniyên avê li Tûnisê kêm bibin

Çalakvana jîngehparêz Wafa Al-Hammadî diyar kir ku kêmbûna çavkaniyên avê yên ji ber guherîna avhewayê li Tûnisê dê bandoreke neyînî li sektora çandiniyê bike û diyar kir ku biryardêr pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêkan li ber çavan nagirin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Guhertina avhewa li seranserê cîhanê dibe sedema encamên xeternak. Li Tûnisê, hewldanên tevgerên hawirdorê yên ji bo kêmkirina encamên xeternak ên guherîna avhewayê dewam dikin. Çalakvana jîngehê Wafa Al-Hammadî diyar kir ku ew bi rêxistinên mafên mirovan re bi tevgerên hawirdorê yên wekî 'Tevgera Rawestandina Qirêjiyê' a li parêzgeha Gabesê re hevkariyê dikin.

'Dibe ku li Tûnisê di warê çavkaniyên avê de pirsgirêk derkevin’

Wafa Al-Hammadî bal kişand ser wê yekê ku ji bo kêmkirina bandorên neyînî yên guherîna avhewayê li welat divê însiyatîf bên girtin û diyar kir ku ew dikarin bi çalakiyên hişyariyê tevkariyê li parastina jîngehê bikin. Wafa Al-Hammadî diyar kir ku guherîna avhewayê li Tûnisê dibe xwedî gelek aliyên neyînî û bal kişand ser van tiştan:  

"Tûnis yek ji wan welatên başûr e ku di warê adaptasyona xwe ya bi guherîna avhewayê re û rûbirûbûna şêwazên nû yên ku em tê de dijîn de pirsgirêk hene. Dibe ku Tûnis di warê çavkaniyên avê de pirsgirêkên xwe hebin. Ev yek dê bandorê li sektorên din ên jiyanî bike, di nav de sektora çandiniyê. Divê nexşeya çandiniyê ji nû ve bê guherandin. Ji ber ku nebatên ku pir avê dixwin divê bi nebatên ku ji bo guherîna avhewayê guncav in bên guheztin. Welatên ku çavkaniyên dibe sedema qirêjiyê bikar tînên, divê berpirsiyariyê bigirin."

'Lehî radibe, germahiya hewayê zêde dibe'

Wafa Al-Hammadî anî ziman ku pirsgirêkên ji ber guherîna avhewayê tên afirandin roj bi roj zêde dibin û got, “Raporên pisporên jîngehê jî vê rastiyê piştrast dikin. Di encama guherîna avhewayê de lehî radibe û pileya germahiya hewayê zêde dibe. Ji karesatên xwezayî herî zêde jin, zarok û kal mexdûr dibin. Bandorên weke rêveberiya welatan a serdestiya mêr, nebûna plan û bernameyeke ji bo parastina jîngehê, zêdebûna hejmara kargehan û bikaranîna sotemeniyên fosîl jî dibe sedema zêdebûna qirêjiya jîngehê.” 

'Pêşniyar ji aliyê biryarderan ve nayên qebûlkirin' 

Wafa Al-Hammadî ji bo jîngeheke domdar bal kişand ser rola civaka sivîl, kes û hikûmetên û wiha got:

"Li Tûnisê di mijara parastina jîngeh û çavkaniyên xwezayî de çalakiyên mezin hatin kirin. Lê belê pirsgirêk di destê biryarderan de ye. Pêşniyarên ku li ser mijarê hatin kirin jî berçav nehatin girtin. Mînak gelek welatan rewşa awarte ya avhewayê îlan kirin, lê Tûnisê tevî qeyrana avê û hişkesaliya ku jiyaye jî ev yek nekir. Heke ew pêşniyarên pisporan li ber çavan negirin cîhan dê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimîne. Pisporên navneteweyî her sal belgeyên li ser guherîna avhewayê diweşînin û heke Tûnis guh nede van raporan dê pirsgirêkên cidî bijî."

Bang li ciwan û jinan kir ku di berxwedanê de bi israr bin

Wafa Al-Hammadî diyar kir ku ji bo kêmkirina pêkanînên ku bandoreke neyînî li ser avhewa û jîngehê dikin rola herî mezin a dikeve ser milê koma ciwanan û destnîşan kir ku gelek ciwanên Tûnisê beşdarî pêngav û tevgerên ji bo kêmkirina guherîna avhewayê dibin. Wefa El-Hemedî da zanîn ku ciwan beşdarî pêvajoyên biryardayînê yên derbarê pêşeroja welatê xwe û guherîna avhewayê de dibin û bang li jin û ciwanên ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bûne kir ku di berxwedana xwe de bi israr bin.