Texrîbatên li ser xwezayê roj bi roj felaketên mezintir bi xwe re tîne

Tevliheviyên di avhewaya erdê û zêdebûna germahiyê de heya bahoz û lehiyan û hilweşîna bajar û welatan roj bi roj ji ber texrîbatên li ser xwezayê zêdetir dibin. Ev diyardeyên heyî ger ku neyên kêmkirin dê bi xwe re felaketên mezintir bînin.

 
CAROLÎN BAZZI
Lubnan-Rojnamevana ku di warê jîngehê de pispor e, Susan Ebû Seîd guherîna avhewayê wekî yek ji mezintirîn kêşeyên cîhanî yên sedsala 21’ê dihesibîne û wiha dibêje: "Guhertina avhewayê bi piranî ji hêla çalakiyên mirovan ve, ji bilî sedemên xwezayî yên wekî volkan, çalakiya rojê û yên din pêk tê. Lê em dikarin bibêjin ku zêdetirî ji sedî 90 guhertina avhewayê ji ber çalakiyên mirovî yên wekî hilberîna elektrîkê, veguhestin, pîşesaziyên giran, pevçûn, şer û hwd. Guhertina avhewaya ji şoreşa pîşesazî heta îro dest pê kiriye û ev yek dibe sedema germbûna global.”
Wê li ser rola mirova a di xirabkirina rewşa jîngehê de wiha got: "Berê guman der barê rola mirovî de hebûn lê rapora şeşemîn a Panela Navdewletî ya li ser Guhertina Avhewayê (IPCC), bi awayekî zelal rola çalakiya mirovan di avhewayê de îsbat kir. Raporê her wiha hişyarî da mirovahiyê ku divê em riyên rûbirûbûna guherîna avhewayê biguherînin, ger nebe em ê li ser mirovahiyê û li ser rûyê erdê rûbirûyê diyardeyên klînîkî yên pirtir û dijwartir bibin. Ev yek jî êdî em li gelek welatan dibînin. Wekî mînak; li hin welatên cîhanê germa zêde hatiye tomarkirin ku me berê nedîtiye, zêdebûna rêjeya agirbestan û pileya germahiyê li hin deveran li Kuweyt û Iraqê ji pêncî pileyî derbas bûye û zanyar ditirsin ku hin deverên Rojhilata Navîn wê ji salên 2050’î pê ve ji bo niştecihbûnê ne guncaw bin.” 
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em êdî dibînin ku  bahozên hovane dibin sedema helandina berfê û bilindbûna asta avê. Di konferansa dawî ya guherîna avhewayê ya li Glasgowê de jî qêrînek bilind bû, hişyarî hat kirin ku dê hin welat ji nexşeyê winda bibin. Ev dikare ji bo mirovahiyê bibe felaketek û  rewşek bi navê ‘penaberên avhewayê’ çêbike. Heke welatên ku li Glasgowê li hev civiyan çareserî û sozên neteweyî yên ambargodar negirin, em ê bi encamên felaketê re rû bi rû bimînin.”
"Herî zêde jin ji guherîna avhewayê bi bandor dibin"
Susan Ebû Seîd amaje bi wê yekê dike ku guherîna avhewayê bandorê li ser hemû mirovan û bi taybetî li ser jinan dike û wiha behs dike: "Bandora guherîna avhewayê li ser jinan li gorî herêm, nifş, temen û çîn diguhere. Her wiha rapora şeşemîn a jorîn destnîşan kir ku yên herî mexdûr û marjînal ew in ku dê rûbirûyê guherîna avhewayê bibin, di nav de jin û hejar, ew bi hewceyî stratejiyan in ku bi guherîna avhewayê re li hev bikin. 
Her wiha bal kişand ku çend faktorên jinan ji yên din bêtir bi bandor dibin ji ber guherîna avhewayê û got: "Jin ji ber çend faktoran, di nav de faktorên civakî, aborî û çandî jî gelekî bandor li wan çêdibe. Li gorî amaran, ji sedî 70 ji jinan ji eslê 1,3 milyar mirov di bin xeta hejariyê de dijîn. Her wiha ji sedî 40 ji jinên li herêmên bajarî serkêşiya malbatên xwe dikin û berpirsyariya hilberîna xwarinê li cîhanê bi rêjeya di navbera ji sedî 50 heya 80 de ne lê di berdêla wê de ew ji sedî 10 ji axê bi dest dixin. Jin li gelek welatên pêşketî di warê mafên mirovan, rewşa siyasî û aborî, milkiyeta axê, şert û mercên xanî, rûbirûbûna tundûtûjiyê, perwerde û tenduristiyê de bi newekheviya zayendî re rû bi rû dimînin, ji ber vê yekê guherîna avhewayê dê bibe faktorek stresê ya zêde ku dê mexdûriyeta jinan girantir bike.”
Der barê çareseriyên ku ji xetereyên guherîna avhewayê dûr bikevin jî ew dibêje: "Ev mijara lûtkeya guherîna avhewayê ya ku li Glasgowê hat lidarxistin. Çareseriyên ku tên xwestin gelek zehmet in. Beriya civîna bilind a guherîna avhewayê, civîna bilind a G20 hat lidarxistin û biryar hatin girtin. Di nirxandina wê de nakokî hebû lê bi giştî daxwazên xwe pêk neanîn. Ji ber ku biryarên hatine girtin wek destpêk tên dîtin lê pend jê pêkanîn e û armanca Konferansa Glasgowê cîbicîkirina biryarên Konferansa Parîsê ye.” 
"Her kes ji jîngehê berpirsyare 
Susan Ebû Seîd li ser rola kes û dewletan a li hemberî vê diyardeyê wiha dibêje: "Li gorî min her yek ji me berpirsyar e, hinek kes li jîngehê weke tiştên luks mêze dikin û dibînin ku qeyranên aborî metirsîdar in. Lê bi rastî em hemû berpirsyar in û hemû çareseriyên hawirdorê yên domdar ên wekî vezivirandin û çawaniya mijûlbûna bi çopê û hwd. di demek dirêj de bandorek erênî dikin.”
Der barê lûtkeya guherîna avhewayê ya COP26 de, dide zanîn ku ew neynika cîbicîkirina biryarên Konferansa Parîsê ye û  wiha domand: "Biryarên ku di Konferansa Avhewayê ya Parîsê de hatine girtin, dîrokî ne ger di hewlekê de be ji bo gihîştina armancê ku germahiya gerdûnî di 1,5 pileyî de bimîne ku ew jî xalek dîrokî ye. Ev yek ya ku di civîna li Glasgowê de jî li ser hat lihevkirin, têkildarî karbonê û çend biryarên din ên wekî sozên navneteweyî yên kêmkirinê. Konferansa COP26, ku wek me behs kir, neynika cîbicîkirina biryarên Konferansa Parîsê ye ku di sala 2015’an de hatibû îmzekirin, ji bilî konferansên din ên piştî Parîsê, hemû armanca wan cîbicîkirina biryarên wê ye. Lê dema ku em digihîjin biryarek mecbûrî, ji bo cîbicîkirina biryarê astengî çêdibin û ji ber vê yekê jî armancên kêmkirina guherîna avhewayê nayên bicihanîn.” 
Sûsan Ebû Seîd bal kişand ku li Glasgowê xala herî girîng bazirganiya karbonê ye û wiha got: "Karbon bûye pereyê bazirganiyê. Welatên ku herî zêde dibin sedema berbelaviyê dê bacek ducar bidin. Mijara nakokiyên di navbera welatên ku li hev civiyan de li ser rêjeya bacê ye ku dê welatên dewlemend bidin welatên lawaz ku piraniya wan li başûrê cîhanê ne, bi guherînên avhewayê re rû bi rû ne. Yanî dê ji sedî 5 ji welatên xizan an welatên ku ji guherîna avhewayê êşê dikşînin re were dayîn da ku bi awayên domdar bi guheztina avhewayê re li ber xwe bidin.” 
Hevdîtinên Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP26 li Glasgowê a Skoçyayê li ser Peymana Glasgowê ku ji hêla 197 welatan ve hat pejirandin bi dawî bû. Di civînê de rêkeftin hat kirin ku germahiya global di asta 1,5 pile de bimîne.
Li ser encamên konferansa "Glasgowê", Susan Ebû Seîd encamên konferansa Glasgowê wekî cihê xemgîniyê dibîne.