Tehran bû bajarê herî qirêj a cîhanê
Li gorî daneyên şîrketa Swîsrî IQAir, Tehran niha mîna bajarê herî qirêj ê cîhanê tê hesibandin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî lêkolînên şîrketa kalîteya hewa û jîngehê ya Swîsreyî IQAir, Tehran bi nirxa endeksê ya 233 gihîşt pozîsyona bajarê herî qirêj a cîhanê û bajarê Taşkent a Ozbekistanê jî bi nirxa endeksê ya 199 di rêza duyemîn de cihdigre.
Li gorî daxuyaniya malpera Global Pollution Air Index, nirxa endeksê ya niha ya Tehranê 233 e û di kategoriya “pir netendurist” û mor de cih digre. Heman malper, diyar dike ku Tehran niha bajarê herî qirêj a cîhanê ye.
Midûriyeta Meteorolojiyê ya Tehranê, ragihand ku dê di rojên pêşiya me de qirêjiya hewayê ya li bajêr berdewam bike û asta qirêjiyê roj bi roj zêde dibe.
Tehran, ji destpêka sala 2025’an û vir ve, 6 roj hewaya paqij, 123 roj hewaya tê qebûlkirîn, 106 roj ji bo komên hesas hewaya netendurist, 11 roj hewaya netendurist, 2 roj hewaya pir netendurist û 2 roj hewaya xeternak jiyan kir.
Her wiha bajarê Delhiya Hindistanê bi endeksa 195’an di rêza sêyemîn de, bajarê Lahore ya Pakistanê bi endeksa 194’an di rêza çaremîn de, bajarê Kolkata ya Hindistanê bi endeksa 185’an di rêza pêncemîn de û bajara Bexda ya Iraqê jî bi endeksa 185’an di rêza şeşemîn de cih digre. Bajarên Asyayê di rêzên heftemîn û dehemîn de cihdigre û ev rewş nîşan dide ku parzemîna Asyayê bi asta herî bilind a qirêjiya hewayê re rû bi rû ye.