Qirêjbûna çeman xetereyên mezin li ser jîngehê çêdike
Ava karîzê ya dikeve çemê Zapê Biçûk metirsiyên cidî li ser jîngeh û civakan çêdike. Her wiha çêkirina bendavek li ser çem dê herikîna avê rawestîne û bandorên neyînî yên ji ber vê yekê derdikevin zêdetir bike.
ROJÎN QADİRÎ
Serdeşt - Pirsgirêka têkelkirina avên qirêj li ser avên di nav çavkaniyên avê yên wekî çem, bendav û golan de yek ji wan mijarên krîtîk e ku bandorek mezin li ser jîngeh û tenduristiya mirovan dike. Çemê Zapê biçûk ji quntara Qendîlê ji bajarê Pîranşarê yê herêma Rojhilata Kurdistanê dest pê dike û ji bajarên Mîrabad û Serdeştê û ji bajarê Qeladizê yê herêma Başur a Kurdistanê re jî derbas dibe û di dawiyê de dikeve çemê Dîcle yê. Ji ber têkîlbûna ava qirêj a karîzê ya li ser Çemê Zapê Biçûk xeteriyekê mezin li ser jîngehê heye.
Pispora pilebilind a jîngehparêz û endama çalak a çalakiyên sivîl ên bajarê Serdeştê Efsana (nasnav) re derbarê ketina ava karîz ya nava çemê “Zapê Biçûk” de bersiva pirsên me da.
*Ava karîzê ya dikeve nav çemê metirsiyek çawa li ser jingehê û jiyanê çêdike?
Berê ji ber kêmbûna nifûsa li herêma ava çemê Zapê Biçûk û nebûna madeyên kîmyewî di ava diherike de xeteriyeke cidî ava nedikir. Lê niha bi zêdebûna nifûsê û di encamê de zêdebûna karîz, ji ber bikaranîna wê di çandiniyê de û ya herî girîng veguhestina ava çemê Zapê Biçûk a ji bo gola Urmiyê û înşaetê herikîna avê kêm bûye. Bendavên deverên Pîranşar û Serdeştê yên li ser çemê jî, rêjeya ava qirêj li gorî hacme avê bi awayekî berçav zêde bûye û metirsiyên cidî li ser jîngehê çêdike.
Avên karîz ku li bajar û gundan bi rêyên ne guncaw diherikin çeman dibin sedema qirêjiya ava çeman. Dibe ku ev avakarîz ava xwemalî, endurstriyel û çandiniyê jî bihewîn e. Nebûna tesîsên paqîjkirina avê an jî xelet xebitandin, ji aliyê rayedaran ve negirtina tedbîr û çavdêriya guncaw, nebûna perwerde û zanîna têr a civakê û ne cîbicîkirina rêveberiya guncaw a avê, dibe sedem ku avên nepaqîj derbasî çeman bibin. Ji ber ketina ava karîz qirêjbûna ava çeman dibe sedema kêmbûna kalîteya avê. Ev qirêjî dikare bibe sedema mirina ajalên avê û nebatan, bandoreke neyînî li jiyana avê û ekosîsteman bike û qirêjiya avê dikare bibe sedema metirsiyan bikaranîna avê ya mirovan.
‘Bandora neyînÎ li ser çandiniyê dike’
Niha li bajarên Serdeşt û Pîranşarê du bendavên mezin û gelek bendavên biçûk hene û piraniya avê ji bendava Kanye Siou derbasî gola Urmiyê dibe û ji ber rijandina karîzê di nava bendav û golan de pirsgirêk derdikevin. Karîza navmalî û pîşesazî ya ku diavêjin bendavan dikarin pêkhateya kîmyewî ya avê biguherînin û kalîteya wê kêm bikin. Ango rijandina ava karîz di bendavan de dikare bandorên neyînî li ser qalîteya avê û çavkaniyên avê bike û encamên cidî li ser jîngehê û civakên herêmî avabike. Ev encaman gemarîbûna avê, kêmbûna asta oksîjenê di nav avê de, bandorkirina ajalên avê, zêdebûna nîtrat, fosfat û madeyên organîk û guhertinên di pêkhateya kîmyewî ya avê de û bandor li hilberîna xwarinê, berhemên masî û tehdîdkirina ewlehî û kalîteya xwarin û çandiniyê dike.
Bi giştî ev dibe sedema xerabûna jîngehê, kêmbûna cihêrengiya biyolojîk, kêmbûna kalîteya avê û bandorên xirab li ser civakên herêmî dike. Ji ber vê yekê, ji bo kêmkirina van encaman, girîngiya paqijkirina ava bermayî û birêvebirina çavkaniyên avê pir girîng e.
*Ji bo ava qirêj tevlî Çemê Zapê Biçûk nebe, çi tedbîr hatin girtin?
Heya niha ji bo rêgirtin li ketina ava karîz a navçeyên bajar, gund û warên pîşesazî li ser çemê Zapê Biçûk tu tedbîrên cidî ji nehatin girtin. Li bajarên Serdeşt û Pîranşarê tenê du pergalên paqijkirinê avê qîrej hene ku tenê beşek ji ava karîz a wan herdu bajaran paqij dikin.
Karîza bajarên Rabat, Nîlas, Mirabad û bi dehan gundan rasterast diherike çemê Zapê Biçûk û bendavên vê herêmê. Ji ber vê sedemê, paqijkirina ava çolan xwedî girîngiyeke mezin e û divê li bajar, gund û warên pîşesazî pergala paqijkirina avên çolê bên avakirin û xebitandin. Plansaziya rast a birêvebirina çavkaniyên avê û kontrolkirina xerckirina avê di sektorên pîşesazî, çandinî û navmalî de pir girîng e. Herwiha perwerde û hişyariya gel li ser giringiya parastina çavkaniyên avê û bandorên nerênî yên karîza ku derbasî çem û bendavan dibin, dibe alîkar ku qirêjiya avê kêm bibe û rê li ber ketina ava karîz a ber bi çavkaniyên avê bigre.