Pileya germê û bêxemiya hikumetê zeviyên çandiniyê bê berhem kiriye

Ji ber zêdebûna pileya germahiyê di werza havînê de nebûna sîstemek guncaw ji bo komkirina ava baranê û çawaniya bikaranîna avê li herêma Kurdistanê, cotkar rastî pirsgirêkan tên.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Zedebûna pileya germahiyê li navçeyên cuda yên herêma Kurdistanê rewşa çandiniyê xistiye metirsiyê û hişkesalî li pey xwe aniye. Ji ber wê gelek gund hişk bûne û êdî çandinî di wan de nayê kirin. Bilindahiya pileya germahiyê seranserê cîhanê girtiye lê belê li herêma Kurdistanê ji ber nebûna sîstemek guncaw ji bo komkirina av û dabeşkirina li ser zeviyên çandiniyê û nebûna planên çandiniyê hişkesaliyê zêdetir bandor kiriye.

Endezayara çandiniyê Şeyma Hemdûlah der barê hişkesaliyê de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku herêma Kurdistanê weke her navçe û welatên din rastî hişkesaliyê hatiye. Bi taybetî di sala 2019’an de hişkesalî derketiye û sal bi sal zêdetir dibe, gelek sedemên wê hene. Yek ji wan sedeman bilindbûna pileya germahiyê di astek zêde de ye her wiha nebûna av û sîstemek baş a bikaranîna avê, nerakirina avê û çawaniya bikaranîna wê ji aliyê cotkaran ve, ji derveyî wê jî nebûna sîstemek ji bo dubare bikaranîna avê sedemek din e.

“Germahiya havînê bandorek xirab li ser zeviyên çandiniyê dike”

Şeyma diyar kir ku germahiya havînê bandoreke zêde li ser ziviyên çandiniyê kiriye û dibe sedema qelişîna axê, ax xira dibe û berhem êdî baş dernakevin, heta av jî kêm bûye û kêmbûna avê jî dibe sedema hişkbûna zeviyan û wiha got: “Zêdebûna pileya germahiyê û nebûna avê bi hev re bandorek xirab li zeviyên çandiniyê dikin, ji ber hindî ku pileya germahiyê zêde dibe, av hilm dibe û kêm dibe û piştre jî dibe sedema kêmbûna berheman.”

“Ji ber germê û tunebûna avê çandinî nayê kirin”

Şeyma Hemedûlah a xelkê Bazyan e da zanîn ku li Bazyan gelek gund hene cotkaran dawî li çandiniyê anîne. Ji ber ku bi temamî rastî tunebûna avê hatine û nikarin rastî wê germahiya zêde bên, xaka xwe biparêzin, piraniya berhemên wan cotkarên çandiniyê xira dibin û got: “Ji bo avdana zeviyên çandiniyê sîstemeke destkariyê heye, weke riya çareseriyê jî mesrefek zêde divê ku cotkar nikarin. Ji ber wê kolandina bîran an jî ava çeman, gelek caran ava gelek bîran têra cotkarên çandiniyê nake û ev jî bûye sedema kêmbûna avê bi giştî li navçeya Bazyan ku berê Bazyan weke deryayek bû.”

Pirsgirêkên avê

Şeyma bi bîr xist ku riyek din ji bo bikaranîn û komkirina ava baranê heye û piştre sûd ji bo avdana zeviyan jê tê girtin ew jî kolana çaleke mezin li cihê zeviyên çadiniyê ye û di dema germahiyê de dikare were bikaranîn. Mixabin hikumet jî tu riyek ji bo komkirina ava baranê nabîne û wiha domand: “Bilindbûna pileya germahiyê dibe sedema nexweşî û zêdebûna lawiran di nava zeviyan de, ev jî dibe sedema xirabûna berheman û zeviyên çandiniyê. Hişkesalî yek ji sedemên germahiyê ye, bandor li ser genimê cotkaran kiriye. Ew cotkarên ku her dem çandiniyê dikin pişta xwe bi ava çem ve girê didin, her çendî îsal rêgirî lê tê kirin. Ji ber wê bûye sedema belavbûna nexweşiyan lê belê nikarin bi temamî rêgirî lê bikin. Ji ber ku yekem çareseriye ji bo cotyaran, cureyên avê bandora wê li ser zevî û berheman heye. Mînak ava baranê tirş e lê belê ava çem xirab e û divê girîngî bi komkirina ava baranê bê dayîn û weke ava çem bi kar bînin. Lê ava paqij û qirêj bandorê li ser berhemên çandiniyê nake, ji ber ku roj û berhem ew madeyê ku pêwîstî pê heye dimijin. Hinek deman ava çem her çendî qirêj e lê belê hemû madeyên ku tê de ne cotyar bi xwe dikirin û didin berhemên xwe. Cotyar ew ava ku bi kar tînin xwe pê ve diwestînin lê belê piştre hikumet tê û dest datîne ser zeviyên wan. Li gel wê jî tu riyên çareseriyê çênakin û pêwîstiyên cotkaran nayên bicihanîn.”

Germa zêde bandorek neyînî li çandiniyê dike

Endezyar Şeyma bi bîr xist ku sal bi sal pileya germahiyê zêde dibe û germahiya di werza havînê de zêde dibe, bandorê li ser zeviyan dike. Sedema wê jî hebûna kargehan e ku madeyên ziyan diavêjin nava hewayê. Parastina zeviyên çandiniyê di germahiyê de divê were kirin. Dema ku av nebe ji bo avdanê û dema ku cotyar riyek ji bo avdanê nebîne wê demê zevî hişk dibin, di bûyerên bi vî awayî de divê cotkar rêbaza dilopê bi kar bînin kêmtir av pêwîst e û xak jî dikare ava pêwîst bigre. Ji ber wê riya çareseriyê di vê germahiyê de xaniyên plastîk in lê belê ev xanî sûd û ziyanên wê hene, sûdên wê ew in ku berhem demek zêde dimînin lê belê sedema bilindbûna pileya germahiyê rewşeke cîhanî ye. Tama berhemên wan jî cuda ne. Ji bo rasthatina germahiya havînê, av çereseriya yekem e, ji derveyî wê jî bikaranîna hinek dermanan her wiha weke pêwîstî divê êdî hikumet di asta çandiniya cotkaran de bêdeng nebe, da ku berhemên xwemalî yên navxweyî zêde bibin û aboriya herêma Kurdistanê baştir bibe.”