Parêzvana jîngehê ya herî biçuk Xelata Nobelê girtî

Parêzvana jîngehê ya Swêdî Greta Thunberg a 16 salî Xelata Aştiyê ya Nobelê girtiye. Greta bi temenê xwe yê biçûk di der barê jîngehê û xetereya pêşerojê de baldariya xwe nîşan dide û bê helwest namîne.

 
Navenda Nûçeyan - Ev keça Siwêdî dikaribû bi însiyatîfa xwe li hemberî berpirsyarên parlamentoyê têbikoşe û bala ciwanan bikşîne ser çalakiya xwe. Dawiyê çalakiya wê vediguhere çalakiya bi milyonan mirovan û  li 160 bajarên cîhanê belav dibe.
Aktîvîsta Îsveçê Greta Thunberg hê 16 salî wekî berendama Xelata Aştiyê ya Nobelê hat nîşandan. Cîhanê wê bi çalakiya wê ya greva dibistanê ya di tebaxa 2018’an de ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî guherîna avhewayê de dabû destpêkirin nasî. Jina ciwan bi tena serê xwe li ber parlamentoya Îsveçê çalakî pêk anî. Di nava demek kin de çalakî veguherî xwepêşandanek gerdûnî. Li gelek welatên Ewropayê heta Avustralyayê jî xwnedekaran dibistan nava hev xistin û xwepêşandan pêk anîn. Li hemberî guherîna avhewayê banga ‘demek ji ya dinê zutir’ li hikumetan kirin.
Ew ji bo rêvebirina çalakiyên ciwanan hatiye destnîşankirin, her wiha pêjinkirinek li gel xwediyên pêdiviyên taybet dide avakirin ku dengên xwe jî bi kar bînin. Tê diyarkirin ku wêrekiya Greta ya ku rexneyên tund li berpirsyarên jîngehê yên ku li kongreyan pirsgirêkên avhewayê dinirxînin dike rastî nerazîbûna hin berpirsyaran hat lê ligel hemû nerazîbûnan jî çalakiya Greta bi ser dikeve. Wekî hatiye diyarkirin di adara 2019’an de sê parlamenterên Norweçê Greta ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê pêşniyar kirine. Bi vî awayî piştî mamosteya Pakistanê Malala Yusufzay a ku ji ber hewldanên xwe yên xwendina jinan xelat girtibû, Greta dibe duyem jina ciwan a xelata nobelê digire.
Çalakiya Gretayê
Tê dîtin ku keça siwêdî komek ciwanên tekoşer ên dibistanan bi navê çalakiya ‘dadmendiyeke avhewayî’ li hemberî berpirsyarên avhewayê ava dike, her çendî kom li ser hev namîne û bela dibe jî Greta çalakiya xwe didomîne. Di 20’ê tebaxa 2018’an de li pêşiya parlamentoya Siwêdî rûdinê û pankarta bi sernivîsa “Çalakiya dibistanê ji bo avhewayê” radike. Daxweziya wê ji berpirsyarên dewletê ku bi hawara rewşa avhawayê ve rabin û çareseriyekê peyda bikin bû. Ji ber xemsariya heyî metirsiyeke li ser nifşê pêşerojê dide çêkirin. Piştî 7 heyvan keça çalak, bala ciwan û çalakvanan bikşîne û tevli çalakiya wê bibin. Bi vî awayî çalakiya Gretayê bû çalakiya bi milyonan mirovan. Wekî tê zanîn ramana çalakiyê îlhama xwe ji dibistan Barkland a li kantona Florîdaya Emerîkayê digire. Dema xwendekar li hemberî bikaranîna çekan ji hundirê dibistanê derdiketin û nerazîbûn nîşan didan ev hêzê dide xwendekarên deverên dinê jî li hemberî pirsgirêkên jiyanê bandor dikin ên weke avhewayê rawestin. Her wiha tê gotin ku Greta bi nexweşiya baldariyê ya ku dihêle ew jiyana  pêşerojê hîs bike û li ser wê biponije ketibû. Ji ber sedema wê nexweşiyê baldariya wê ya li hemberî avhewayê çêdibe û di çalakiyên baldariyê de jî nexweşiya xwe derbas dike. Wê komek ciwanan ava kiriye her roja înê bi nave ‘Rojên înê yên ji pêşerojê’ xwepêşandanan dikin.
Çalakiyên wê bala rayedarên Navneteweyî jî dikşîne û tevli kongreya 24’an a avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ku kanûna 2018’an li Holandayê hatibû lidarxistin dibe. Di kongreya giştî de jî ev mijar wekî rexneyeke cidî ji rayedarên cîhanê re tê nîşandan û çalakiya Gretayê cihek girîng digire. Hatiye teqezkirin ku salên pêşî di rapora navneteweyî de rewşa avhewayê ber bi xetereyek mezin ve diçe. Ji ber şewata daristanan, kêmbûna avê û çandiniyê, bikaranîna gazên karbonê dê ziwabûna erdê û germahî zêde bibe, ev yek dê bandorê li ser rewşa pêşveçûna civakî, aborî û tendirustiya mirovan jî bike. Her wiha zanyaran bala rayadaran kişand ser kêmbûna demê û pêwîstiya rêvebirên cihanî ku rê li pêşiya bikaranîna fabrîka, gaz, komir û neftê bigirin. Bi navê ‘Xwepêşandana cîhanê ji bo avhewayê’ xwepêşandaneke mezin bê li arxistin. 
Greta di çalakiyên xwe de gelek caran rewşa koçberan jî bi bîr xistiye û bi lêv kiriye ku  koçberiya mirovan ji warên wan dibe sedema kêmbûna çandiniyê û zêdebûna germahiyê. Greta destnîşan dike ku ne tenê civak xwedî sûc e, herî zêde siyasetmedarên dewletan û xwediyên fabrîkayên ji bo qezenckirinê, jiyana civakan û mirovahiyê dixin nav xeterê. Greta ji bo di pêşerojê de jî ji Neteweyên Yekbûyî re pêşniyara plansaziyek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê deh salan datîne ku %45 gazên germahiyên %80 cereyan kêm bibe. Ji dêvla wan anerjiyan bi kar bînin divê heya sala 2030’an ev pirsgirêk bê çareserkirin. Tê zanîn ku Greta çûyîna dewletên yekbûyî li ser tobleyên enerjiya rojê jî rexne dike û teqez dike ku balafir û teknolojiyên ku serdestan çêkirine bûye sedema xetereyên cîhanî yên jîngehê.