Mirovên destpêke 3,4 heta 3,7 milyon sal berê li cîhanê dest bi gerê kirine

Di lêkolîneke nû de, derket holê ku fosîlên aydê bav û kalên herî kevin ên mirovan jî mirovên zanyar difikirin hin zêdetir kevintir e.

Navenda Nûçeyan – Bi lêkolîneke nû derket holê ku fosîlên jineke di şikeftê de ya navê Women Ples hatiye dayîn, di şikeftên Afrîkaya Başûr a ku wekî Dergûşa Mirovahiyê tê zanîn de, veşartî bû.

Rêbazên ceribandinê yên hemdem, nîşan didin ku mirovên destpêke 3,4 heta 3,7 milyon sal berê li cîhanê dest bi gerê kirine. Ev salnameya nû, dikare agahiyên der barê pêşveçûna mirovan de ji nû ve şekil bike.

Mirovên zanyar bi salan fikirîn ku Australopithecus africanus ku di şikeftên Sterkfontein yên li nêzî Johannesburgê de hatiye dîtin, ji 2,6 milyon sal ciwantir e. Di şikeftê de ji her deverên din ên cîhanê zêdetir bermahiyên mirovan ên destpêkê hatin dîtin. Ji vê re kiloxa tam ku di sala 1947’an de hat dîtin û nasnavê Miss Ples tê dayîn jî daxil e.

Li gorî Muzexaneya Smithsonian, cureyê ku li ser herdu destên xwe dimeşe, li gorî mirovên nûjen zêdetir kurtir bû. Bejna nîvînkirin a mêran 138 santîm, ya jinan jî 115 santîm bû. Lê belê, bi teknîkên nû yên dîrokkirina radyoaktîf, hat tesbîtkirin ku Bayan Ples û bermahiyên li dora wê hatin dîtin, li gorî tê texmînkirin bi milyonek sal zêdetir kevintir e.

Berê dihat fikirîn ku Australopithecus africanus ku ji bo biguhere homo genûs ê ku beriya 2,2 milyon sal berê li ser rûyê cîhanê digeriya, pir ciwan e.

Bi van qeydên nû re, valahiya milyon salî ya di pêvajoya pêşveçûnê (evrîmsel) de tijî bû, îhtîmala ku Bayan Ples û cureyê ku aîdê wê yê bibe bav û kalên mirovên destpêke derxist holê.

Di encamê de, demek gelek dirêj dihat bawerkirin ku Lucy a meymûnî ya curê Australopithecus afarensis a 3,2 milyon salî ku li Afrîkayê hat dîtin û cureyên ku di heman demê de li ser rûyê cîhanê jiyane bav û kalên mirovên destpêkê ne.

Pispor, bi vê salnameya hat nûkirin re dibêjin ku dibe her du cure bi hev re ketine têkiliyê, zêdebûne û wêneya ku der barê mirov ji ku derê hatine tevlihev bûye. Di heman demê de teqez dikin ku dibe em ne ji yek xetek pêşveçûnê (evrîm) hatine.

Pisporê Fransî Laurent Bruxelles ê ku beşdarî lêkolînê bû, wiha got: "Yanî dara malbata me wek devî ye."