“Metirsiya li ser jîngehê metirsiya li ser jiyanê ye”

Jîngeparêz Sara Selam bi boneya 16’ê Nîsanê Roja Jîngeha Kurdistanê got: “Ger jîngeha me bikeve ber metirsiyê tê wê wateyê ku jiyana me di bin metirsiyê de ne, ji ber wê jî divê despêkê em parstina jîngeyê pajê parastina tenduristiya xwe bikin.”

Helepçe – Di baweriya Êzidiyan de nîsan meha avabûna gerdunê û despêkirina jiyanê ye, ji lewra ji despêka mehê heya dawiyê pîrozbahiyên wan ên weke Çarşema Serê Nîsanê dewam dikin. Li hinek deverên Bakurê Kurdistanê ên weke Farqîna Amedê û Bazîda Agiriyê 14’ê Nîsanê weke roja xwezayê ye û hemû welatî derdikevin nava xwezayê. Li herêma Başûrê Kurdistanê jî 16’ê Nîsanê weke Roja Jîngeha Kurdistanê tê zanîn û çalakiyên weke çandina daran û paqijiya derdorê di vê rojê de tên kirin. Jîngeparêz Sara Selam têkildarî baldariya welatiyên Helepçe ya li paqijî û şînkirina derdorê erênî dibîne û da zanîn ku welatî giringî bi jîngeha xwe didin.

“Parastina jîngehê parastina jiyanê ye”

Sara Selam kêfxweşiya xwe ya ji bo baldariya welatiyan a di aliyê parastina jîngehê de anî ziman û wiha domand: “Ger jîngeha me bikeve ber metirsiyê tê wê wateyê ku jiyana me di bin metirsiyê de ne, ji ber jînge ji jiyanê hatiye. Ji ber wê jî divê despêkê em parstina jîngeyê pajê parastina tenduristiya xwe bikin. Berê welatî di mijara jîngeparêziyê de pir ne baldarbûn, her çî dixwarin davêtin derdorê. Di van demên dawiyê de hem di aliyê şîn kirine hem jî di aliyê paqijiya derdorê de baldariyek baş çêbûye. Taybetî li Helepçe ev baş tê dîtin.

Sara ziyanên ku kîmyabarana sala 1988’an dayî jîngeha Helepçe jî bibîr xist û wiha berdewam kir: “Di kîmyabaranê de ziyanek mezin giha jîngeha Helepçe ji ber wê jî pêwîstî bi baldarî û paqijiyê heye ku bajar bi ser xwe de bê. Di aliyê dîtbariyê de baş bûye. Heya niha lêkolînek di aliyê hikumetê de li ser av û jîngeha Helepçe nehatiye kirin û ku em bizanin êdî bi giştî ji kîmyayê pak bûye, ava wê li gel pel û pincarên wê êdî dikarin bên xwarin an na.”