Li Zozanê Şênê bi jêkirina daran xwezayê talan dikin!

Zozanê Şênê yê di navbera Pasûra Amedê û Mûşê de ye; xwedî bedewiyeke bêhempa ye. Di mehên havînê de gelê herêmê û koçer berê xwe didin wê herêmê lê bi birîna daran ku salek e berdewam dike hewl tê dayîn were tunekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş- Zozanê Şênê yê girêdayî Pasûra Amedê, bi biryara ku di 20’ê Adara 2021’ê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, bi bajarê Mûşê ve hat girêdan. Zozanê Şênê bi bedewiya xwe ya xwezayî û bi çiyayên xwe yên spehî yên derdora xwe tê naskirin, her Havîn koçer û welatiyên li herêmê malên wan hene, berê xwe didin wê derê. Li herêma ku bi ava xwe ya cemidî û çiyayên xwe yên bi berfê xemilandî navdar e; kesên ku dibînin heyran dihêle, nêzî salek e bênavber qirkirina daran lê heye. Li herêmê ji bo ku rê li ber qereqol û kuleyên nobedaran bê vekirin, bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi hezaran dar hatin birîn. Herêma ku darên wê tên jêkirin bi temamî wêran dibe, ji bo riya ku diçe qereqolê bê çêkirin qeraxê çem ê li herêmê bi kebçeyan qûmê dibin. Koçerên ku li herêmê dijîn, diyar kirin ku ger birîna daran bidome dê herêm veguhere çolistanê.

Qada ku bi hezaran dar lê hatin birîn ripîrût bû!

Herêma ku her sal bi sedan antrenor û welatiyên ji navçeyên derdorê tên, di mehên havînê de tijî dibe. Li herêma ku bi dîmenên kaniyên cemidî, Çiyayê Andokê, Berbihîv û Çiyayê Spî yên spehî xwedî dîmenên bêhempa ye, bi hezaran cureyên kulîlkan hene. Zozanê Şênê ku qada çandiniyê ya gelê herêmê ye û cihê têrkirina sewalan e, birîna daran a salek berê dest pê kiribû berdewam dike. Birîna daran a ku salek berê ji aliyê cerdevanan ve bi hinceta ku dê qereqol bê çêkirin, dabûn destpêkirin hê didome. Li gorî agahiyan birîna daran tenê li qadek nîn e. Hat hînbûn ku qadeke li quntara çiyê ku ji par ve birîna daran berdewam dike, bi temamî hatiye rûxandin û li vir bi hezaran dar hatine birîn. Tê texmînkirin ku li qada di dîmenan de jî xuya dibe birîna daran didome dê hîn berfirehtir bibe. Li herêma ku hevsengiya ekolojîk texrîb bûye, jiyana gelek zindiyan jî hat tunekirin.

Ji bo riya qereqolê, ji çem qûm tê derxistin!

Ji bilî birîna daran ji bo çêkirina riya qereqolê, ji çemê li herêmê bi kebçeyan qûm tê derxistin. Ji ber qûma ku li deşta kamyon dikevin ava çeman qirêj dibe, koçer û gundiyên li herêmê dijîn jî nikarin ava qirêj bi kar bînin. Hevsengiya ava ku ajal jî nikarin vexwin diguhere, nayê zanîn ka dê kengî ev hilweşîna xwezayê bi dawî bibe.

'Hingî ku qut kirin li dora me dar nehiştin'

Welatiyên ku ji gund ji bo ajalên xwe biçêrînin hatin deştê û di konan de dimînin, bertek nîşanî birîna dar û qereqolên tên çêkirin dan. Nefiya Kocaga ya ku her havîn diçe deştê û çandiniyê dike, diyar kir ku deşta bê xêr û bereket ji ber birîna daran hedî hedî tê tunekirin.

Nefiya Kocaga, wiha got: “Di mehên havînê de ne em ne jî sewalên me nikarin li gund bijîn. Em fêrî zozanan bûne û ji ber vê her havîn li vir in. Ev der hem xweş e, hem henik e û hem jî ji bo ajalên me pir berhemdar e. Tiştek nebe jî dema tu li vir kulîlkek bêhn dikî, gelek tiştan hîs diki. Li derdora me her dem leşker û cerdevan hene. Li vir gelek daran birîn, hê jî dibirin. Em li dijî vê yekê ne naxwazin lê nahêlin em li dijî vê derkevin. Ger îro darek ji vir derkeve zirarê dide me. Li dora me ne dar nehiştin û nahêlin em li dijî vê dengê xwe derbixin. Em bêjin 'raweste' jî dikin. Lê em ê vê derê neterikînin. Ev der zozanê me ye ger tiştek nemîne jî em ê dest ji vir bernedin û neterikînin.”

'Pêşeroja me tê tunekirin’

Ji gundiyan Hasret Kocaga jî diyar kir ku ji ber birîna daran pêşeroja wan tê tunekirin. Hasret Kocaga, diyar kir ku ew naxwazin xweza zirarê bibîne û wiha got: “Dema dar tên birîn ne sîbera me dimîne û ne jî xwarina ajalên me heye. Hem em hem jî ew zirarê dibînin. Dema ku ajal pelan nexwin, şîrê çênake. Di her şert û mercan de zirarê dide me. Em naxwazin darên me bên birîn û zirarê bidin xwezaya me. Ev dar di salekê de şîn û mezin nabin. Ev der ji bo me hemûyan xweş û çêtir e. Em li vir dixebitin, zeviyan diçînin. Bila ne ji me re ne jî xwezayê me re zirarê nedin. Bila dev jî birîna daran berdin.”