Li Xezayê li dijî bikaranîna poşetên plastîk kampanya hat destpêkirin

Azhar Tanboura li Xezayê li dijî ziyanên bermahiyên poşetan ên ku davêjin nava xwezayê dest bi kampanyaya bi navê ‘Biguherîne’ kir, diyar kir ku bi xebatên hişmendiyê re wek alternatîfa plastîkê li hemwelatiyan gelek paç û çante belav kirine.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Endama hişmendiya hawirdor û rênîşandan ya konseya rêveberiya xizmetên hevbeş ên bermahiyên hişk ên li bajarên Bakurê Xezayê Azhar Tanboura li dijî ziyanên ku ji poşetan digihîjin xwezayê dest bi kampanyaya bi navê ‘biguherîne’ kir. Azhar Tanboura da zanîn ku piştî hinek xebatên hişmendîkirinê, di mijara metirsiya ji hevcudakirina poşetên plastîk de fikra kampanyayê derketiye holê û destnîşan kir ku bi armanca vê fikrê bi ajansa Japon re, serdana navedên kirîn û firotinê û marketan kir, weke alternatîfa plastîkê gelek paç û çante li hemwelatiyan belav kirin.

Ji bo nifşê nû rewş xeter e

Azhar Tanboura diyar kir ku hemwelatiyan bersivên erênî dane, bi taybetî jinên ku tiştên kirine di çente de kom kirine, difikirin ku dema qirêj bûn wê bişûn asantir tê bidestxistin û bi bîr xist ku poşetên plastîk weke bombeyên bi saet in û ji bo nifşên nû gef in.

Azhar Tanboura da zanîn ku di dema kampanayayê de ji bo xwendekaran û yên ku dixebitin çenteyên biçûk, ji bo kirîna tiştan navend û ji bo geranê jî çenetayên mezin hatine çêkirin û bi giştî di sê qonaxên cuda de çenteyên paç hatine çêkirin û got: “Bi vî awayî ev çente hemû pêwîstiyên bikaranînê pêk tînin. Çenteyên çerm ên ku jin bi kar tînin di asteke zêde de plastîk di wan de heye dema ku tên halê bermahiyan nayên cudakirin. Vegerandin û îmhakirina wê zor e lê belê bikaranîna çenteyên paç wê ji bo vê pirsgirêkê bibe çareserî.”

Bermahî gefê li derdorê dixwin

Azhar Tanboura der barê encamên serdanên li nevendên kirîn û firotina bajarên li Bakurê Xezayê de wiha got: “Di serlêdanan de bi taybetî jin û hemwelatî me ferq kir ku ji ziyanên poşetên plastîk didin xwezayê bê xeber in. Piştî ku me ziyanên poşetan ji wan re got, jin û hemwelatiyan gotin em êdî poşetên plastîk bi kar naynin. Ziyanên poşetên plastîk bi atmosferan re ne sînordar e, bermahiyên plastîk, gefê li nebat, ava binê erdê û hemû xwezayê dixin. Di deryayan de bi hezaran cureyên masiyan hene û ew plastîkên ku davêjin nava deryayê dixwin, ji ber qirêjiya ava deryayê em dibin şahidên koça masiyan.”

Jin pêşengiyê dikin

Azhar Tanboura amaje bi wê yekê kir ku poşetên plastîk ji ber ziyanên ji hawirdorê re bi xeter in, ji bo dîtina alternatîf dest bi kampanyayê kirine û wiha domand: “Li şerîdaya Başûrê Xezayê, ji aliyê komek jinan ve atolyeya kesk hat avakirin û hinek malbat jî li vê derê dixebitin û çavkaniya dahatê bi dest dixin. Ji derveyî vê jinên ku bikaranîna poşetên plastîk red dikin, dest bi projeyên bi awayê online kirine.”

Azhar Tanboura destnîşan kir ku gava din a kampanyayê wê serdana mixazeyên mezin ên tîcarî û fabrîqeyan be û got: “Wê ji bo mirovan der barê ziyanên bikaranîna plastîkan de perwerde were dayîn. Em di wê hêviyê de ne ku ev kampanya wê di pêşerojê de belav bibe. Li welatên Eraban bi teybetî li herêmên ku şêniya wan zêde ne divê bikaranîna plastîkan kêm bibe, bi kêmbûna bikaranîna plastîkan re wê bandora li ser hawirdorê, bandor li hemû kesan bike.”