Li Tûnisê tevî barana zêde krîza avê berdewam dike
Tevî baranê jî li Tûnisê krîza avê berdewam dike. Pispor Malîka Mehmûdî diyar dike ku pirsgirêk binesaziya xirabûyî û parastina xelet e û daxwaza nûkirina torên avê û ava binê erdê kir.
IXLAS EL HAMROUNÎ
Tunis – Di şert û mercên heyî de, av êdî ne pirsgirêkek bazarî bi tenê ye, pirsgirêka ewlehiya neteweyî ye, bandorê li xwarin, enerjî û avhewayê dike. Li welatekî weke Tûnisê ku ewlehiya avê bi hejmara dilopên avê yên digihîjin her welatiyek tê pîvandin, paradoks balkêş e; salek bi barana awarte derbas bû lê dîsa jî bajar û xanî bê av in.
Endezyara çandiniyê û pispora çavkaniyên avê Malika Mahmoudî ku li ser vê paradoksê axivî, têkildarî krîza avê ya li Tûnisê nirxandin kir û nexşeriyek pêşîniyan ji bo polîtîkayeke nû ya avê destnîşan kir. Malika Mahmoudî da zanîn ku pirsgirêk ne mîqdara baranê ye, çawaniya birêvebirina wê ye, got ku nemaze di ronahiya guherîna avhewayê ya bilez, şer û pevçûnên herêmî de ku bandorê li ser herêmê çêdikin de.
Malika Mahmoudî destnîşan kir ku tevî barana zêde û zêdebûna ji %60-65 a rezervên bendavên Tûnisê ya texmînkirî heta sala 2025-2026’an gelek herêm kêmbûna ava vexwarinê dijîn. Li gorî wê, krîza avê li Tûnisê ji kêmbûna avê bêhtir ji rêveberiya şaş derdikeve holê.
Binesaziya kevn û windabûna avê
Ji vegotinên wê diyar dibe ku krîza avê li Tûnisê pirsgirêkek pergalî ye û ji rewşa xirab a torên belavkirinê derdikeve holê. Zêdetirî ji sedî 20 ji van toran ji 50 salî mezintir in û ji sedî 80 di navbera 30 û 35 salî de ne. Wekî din, li gorî Bankaya Cîhanê, windabûna avê ji sedî 25 di sala 2010’an de zêde bûye, ji sedî 35 di sala 2021’ê de ku modernîzasyona torê dike pêdiviyek lezgîn.
Bandora guherîna avhewayê û herêmî

Malika Mahmoudî rave dike ku guherîna avhewayê li Tûnisê bi barîna baranê ya dijwar, piştî demên dirêj ên hişkesaliyê xwe nîşan dide ku gelek caran dibe sedema lehiyên ji nişka ve, axên berhemdar xerab dikin û rê li ber dagirtina ava binê erdê digrin. Li ser bingeha derengketina baranê ya di demsala çandiniyê ya 2025-2026’an de çêbûye û paşê hatiye sererastkirin, ew banga nêzîkatiyek proaktîf ji bo guherbariya avhewayê dike.
Der barê bandora şer û pevçûnan de li ser ewlehiya avê li Tûnisê û herêmê, Malika Mahmoudî têgeha "şerên avê" hinekî zêde dibîne, tercîh dike ku têgehên "nakokî" û "bandor" bikar bîne. Lê belê, ew qebûl dike ku ev bandor berbiçav in, ji ber şerên li herêmê û Rojhilata Navîn dibin sedema zêdebûna lêçûnên enerjiyê û di encamê de, lêçûnên pompekirin, belavkirin û bêşorkirina avê. Tûnisê diyar kir ku ew bi Cezayîr û Lîbyayê re nakokiyên avê yên navneteweyî yan nakokiyên dîplomatîk najî lê ew bi wan re li başûr hewzeke ava binê erdê ya hevpar parve dike û ji ber vê yekê hevkarî û danûstandina daneyan a bêhtir hewce ye. Her çiqas Tûnis hewl dide van çavkaniyan ji bo nifşên pêşerojê biparêze jî welatên cîran niha wan îstîsmar dikin, ev yek jî ji Tûnisê dixwaze ku pir hişyar be.
Ji bo çandiniyê teknolojiya jîr û nûjen
Malika Mahmoudî Tûnisê wekî pêşeng di warê seferberkirina çavkaniyên avê, çêkirina bendavan û ji nû ve bikaranîna ava qirêj de dibîne. Lê belê tekez dike ku pêdivî heye ji seferberkirina çavkaniyên nû wêdetir biçin û li şûna wê, bi kêmkirina windahiyên di torên vexwarin û avdanê de û xurtkirina berpirsiyariya hikûmet, cotkar û welatiyan ji bo birêvebirina daxwaza avê, balê bikşînin ser baştirkirina karîgeriya avê û rasyonalîzekirina xerckirinê.
Her wiha destnîşan dike ku qadên çandiniyê ku ji % 80 zêdetir çavkaniyên avê dixwin, ji guherîna avhewayê herî zêde bi bandor dibin û banga pejirandina çandiniya jîr bi riya teknolojiyên avdanê yên nûjen, sensorên şilbûnê û sepanên dîjîtal dike. Wekî din, girîngiya perwerdekirina cotkaran li ser parastina avê, plansazkirina pêşwext ji bo avdanî û gubrekirinê, hilbijartina çandiniyên guncaw ji bo avhewayê , ji bo parastina çavkaniyên avê û misogerkirina domdariya wan ji bo nifşên pêşerojê tekez dike.

Xetera li ser ava binê erdê
Malika Mahmoudî destnîşan dike ku li Tûnisê, bikaranîna ava binê erdê gihîştiye ji % 133 kapasîteya xwe ya nûjenkirinê ku pêdivî bi çavdêrîkirin û hesabpirsîna hişktir a bikarhênerên ava binê erdê û her wiha hişyariya zêde di nava welatiyan û cotkaran de li ser girîngiya parastina ava binê erdê heye. Ew her wiha pêşniyar dike ku bikaranîna ava qirêj a paqijkirî ji bo avdanê were berfirehkirin, kalîteya wê were baştirkirin û berhevkirina ava baranê were pêşxistin da ku ava binê erdê tijî bibe, ax were parastin û zexta li ser çavkaniyên avê were kêmkirin.
Pênaseya krîzê û nexşerêya pêşîniyan
Malika Mahmoudî destnîşan kir ku Tûnis di nava welatên di nîşaneyên ewlehiya avê de bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ne de, bi xerckirina ava salane ya serê kesî di bin 390 metrekupî de ye, dikeve bin sînorê herî kêm ê 500 metrekupî ku ji bo misogerkirina ewlehiya avê girîng tê hesibandin. Her wiha tekez dike ku guherîna avhewayê ne tenê bandorê li çavkaniyên avê dike, di heman demê de li ser çandinî, ax û têketinên çandiniyê jî bandor dike, li ser şer û encamên wan ên biha jî bandorê dikin. Diyar dike ku nîqaşên li ser ewlehiya avê ji ewlehiya xwarinê nayên veqetandin. Malika Mahmoudi çar pêşanîyan wiha rêz kir: "Bi beşdariya dewlet, cotkar û welatiyan divê pêşînî ji bo rêveberiya daxwazê were dayîn ne ji bo lêgerîna çavkaniyên nû. Ev yek nûjenkirina binesaziya avê, baştirkirina torên kevin û çavdêriya hişk a ava binê erdê digel bicîhanîna berpirsiyariya qanûnî hewce dike. Her wiha ji bo sivikkirina zexta li ser çavkaniyên kevneşopî, pêşvebirina bikaranîna ava qirêj a paqijkirî û berhevkirina ava baranê hewce dike."
Di encamê de, tekez kir ku polîtîkaya avê ya Tûnisê divê rêveberiya avê bi ewlehiya enerjî û xwarinê ve girê bide, pêşî li rêveberiya bi bandor a çavkaniyên heyî û pêşxistina binesaziyê veke û got ku krîz ne tenê meseleya kêmasiyê ye, di heman demê de bi pratîkên rêveberiya çavkaniyan ve jî têkildar e.