Li ser dûrketina ji sotemeniyên fosîl lihevhatinek hate çêkirin

Welatên beşdarî Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) a li Dubayê bûn, ji bo pêşîgirtina li krîza avhewayê, li ser banga dûrketina ji sotemeniyên fosîlê li hev kirin.

Navenda Nûçeyan - Pêşnûmeya peymana ku tê xwestin gav bi gav ji sotemeniyên fosîl derbas bibe, di 28’emîn Konferansa Partiyên Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (COP28) ya ku li Dubaiyê hat lidarxistin de hat qebûlkirin.

Banga dev ji karanîna sotemeniyên fosîl berde hat kirin

Serokê COP28 Sultan el-Caber diyar kir ku peyman ji bo guherîna avhewayê bersivek berfireh pêşkêş dike û plansaziyek çalakiyê ya zexm temsîl dike ku 1,5 pileyî bi dest bixe. Di metna peymanê de bang li welatan tê kirin ku dev ji bikaranîna sotemeniyên fosîl di pergalên xwe yên enerjiyê de berdin.

Di peymana ku hat qebûlkirin de ji bo zêdekirina germahiyê heta 1,5 pileyî kêmkirinên kûr, bi lez û domdar hewce ne, ji hêla piraniya muzakereyan ve "cara yekem behskirina sotemeniyên fosîlê" ji aliyê gelek beşdarvanan girîng hate dîtin.

Di pêşnûmeya berê de hin peyv hatin guhertin

Daxuyaniya ku di pêşnûmeya kevin de welat dikarin rêze çalakiyan de cih bigrin bikin, di metna nû de wekî "Banga alîkariyê welatan dikin" hate guherandin. Di pêşnûmeya berê de gotina "welat dikarin hem xerckirin hem jî hilberîna sotemeniyên fosîl kêm bikin" bi gotina " Bang li welatan dikin ku alîkariyê li pergala xwe ya enerjiyê bikin ku gav bi gav ji sotemeniyên fosîl derbas bikin."

Dîsa hat diyarkirin ku li şûna ku ji bo germahiya global di asta 1,5 pileyî de bê sînorkirin divê emîsyonên gazên serayê heta sala 2025an bigihêjin lûtkeyê, hat qebûlkirin ku modelên zanistî pêşbînî dikin ku heta sala 2025an wê bigihîje lûtkeya xwe.

Di metna pêşnûmeya nû de tê gotin ku nabe hemû welat di heman demê de dest bi kêmkirina gazên xwe bikin û tê qebûlkirin ku ev yek girêdayî asta pêşketina welatan e. Hate hînbûn ku welatên ku pêşdikeve ji ber şert û mercên cuda yên aborî yên ku pê re rû bi rû ne, pênaseyek wiha xwestine.

Wopke Hoekstra: Danûstandin dikare bi rastî girîng be

Wopke Hoekstra, Komîserê Komîsyona Ewropî Berpirsiyarê Têkoşîna Krîza Avhewayê, di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re dema ku peyman di pêşnûmeyê de bû got ku peyman dikare bi rastî girîng be Wopke Hoekstra di nivîsek COP de behsa yekem behskirina sotemeniyên fosîl dike bibîrxist û wiha berdevam kir: "Di 30 salan de yekem car, em dikarin bigihîjin destpêka dawiya sotemeniyên fosîl.”

Konferans hat dirêjkirin

Demjimêra konferansa ku bi gotûbêj û nakokiyan berdewam bû, ji ber negihîştina lihevkirina li ser gavên bê yên ji bo sînordarkirina bikaranîna sotemeniyên fosîl, heta îro sibehê hat dirêjkirin.