Li Pakîstanê ji ber lehiyê hezar û 355 kes jiyana xwe jidest dan

Rêbeberiya Netewî ya Karesatan a Pakîstanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji nîvê Hezîranê û vir ve li Pakistanê ji ber karesata lehiyê ya rû daye hezar û 355 kes jiyana xwe jidest dane.

Navenda Nûçeyan - Rayedarên Pakistanê ragihandin ku ji ber lehiya ku ji ber baranên mûsonê yên zêde mirine hejmara miriyan derket hezar û 355an û bi hezaran kes jî birîndar bûn û koçber bûn.

Rêveberiya Netewî ya Karesatan di daxuyaniya xwe ya 7’ê Îlonê de piştrast kir ku 6 kes di 24 demjimêrên borî de li parêzgeha Sind jiyana xwe jidest dane.

12 hezar û 722 kes ji lehiyê bandor bûne

 Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav miriyên nû de 3 kes li eyaleta Belûcistanê û 2 kes jî li parêzgeha Hayber Pakhtunkhwa ne û bi giştî li seranserê welêt hezar û 355 kes jiyana xwe jidest dane.

Daxuyaniyê hat ser ziman ku jimara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe jidest dane li parêzgeha Hayber Pakhtunkhwa gihîştiye 292 kesan, 263 kesên din li parêzgeha Belûçistanê û 191 qurbanî jî li parêzgeha Pencab jiyana xwe jidest dane û bi giştî hejmara birîndaran li seranserê welat gihîştiye 12 hezar û 722 kesan.

Ji sala 2010’an hezar û 600 kes ji ber lehiyê jiyana xwe jidest dabûn

Hatiye ragihandin ku di sala 2010'an de, lehî li tevahiya Pakistanê girtiye, di encama baranên zêde de, nêzîkî hezar û 600 kes jiyana xwe jidest dane. Lê çavkaniyên din jî dibêjin ku hejmara kesên jiyana xwe jidest dane nêzîkî sê hezar kes bûne û zêdetir ji 20 milyon kes bandor kirine.

Ev karesata herî xirab a di dîroka welat de hatiye jiyîn e û ya herî giran di heyama 80 salên borî de tê dîtin ku di encama wê de 650 hezar xanî wêran bûne û lehiyê jî zeviyên çandiniyê li 557 hezar hiktar erd têk biriye.