Şewatên Daristanên Cebelu’l-Ahdar ji bo Lîbyayê gefek mezin e

Pispora jîngeh û nebatan û aktîvîsta sivîl Semîra Şîgalan da zanîn ku her sal di destpêka havînê de, li daristanên Cebelu’l-Ahdar ku mîna kezeba Lîbyayê tê zanîn şewat derdikevin û got divê hikûmet berpirsyariya xwe bicîh bîne.

IBTÎSEM EXFÎR

Bingazî – Şewatên li daristanên Cebelu’l-Ahdar (Çiyayê Kesk), êdî ji bûyerên demkî yên demsalî derket; veguherî gefek mezin a li hember cûrbecûrbûna biyolojîk. Ev şewat, gelek pirsan bi xwe re tîne. Ji bo sînorkirina vê gefa jîngehê ya her ku diçe zêde dibe, hem rola ku ji hikûmetê û hem jî ji civakê tê hêvîkirin, tê rojevê.

Kezeba Lîbyayê ye

Pispora jîngeh û nebatan û aktîvîsta sivîl Semîra Şîgalan, diyar kir ku gotina “Cebelu’l-Ahdar kezeba Lîbyayê ye” di cîh xwe de ye û wiha got: “Di rastiyê de ev ne tenê ji bo Lîbyayê, ji bo tevahî kortala Deryaya Spî xwedî girîngiyek stratejîk û jîngejî ye. Li gel cûrbecûrbûna biyolojîk a girîng, çavkaniyek girîng a oksîjenê ye. Bi taybetî jî alîkariya helandina gazên jehrîn û  karbondîoksîtê dike û ev jî dibe sedem ku di hevsengiya jîngeh û avhewayê de bibe faktorek sereke.”

Semîra Şîgalan balkişand ser girîngiya parastina daristanan a ji bo mirovahiyê û wiha pê de çû: “Hebûna qadekî daristanî ya ewqas fireh û dewlemendiya jîngehê, ji bo herêmê nîmetek mezin e. Lê, ger ev nîmet neyê parastin, çavdêrîkirin û plansaziya jîngehê ya domdar neyê mîsogerkirin, ewê bikeve bin gefek mezin."

Şewatên dubare û sedemên cûrbecûr

Semîra Şîgalan, derbarê sedemên derketina şewatan de jî diyar kir ku ev diyarde ne nû ye û axaftina xwe wiha domand: "Şewata daristanan ne bûyerek nû ye, ne tenê li Cebelu’l-Ahdar li daristanên cûrbecûr ên cîhanê derdikevin. Hinek caran li herêmên ku qet mirov naçin jî derdikeve. Ev yek nîşan dide ku sedemên xwezayî yên wek hişkesalî, germahî û temasa di navbera şaxên hişk de jî di şewatan de bi bandor e. Lê bûyerên ku di demên dawî de tên jiyîn ne bûyerên xwezayî ne. Hem di asta xwecihî û hem jî kûrewî de di şewatan de zêdebûnek diyar heye. Bilindbûna asta germahiyê, tûnebûna hin cureyên nebatan ên li dijî şewatê bibandor in û zêdebûna cureyên nebat û giyayên hişk yên ji ber kêmbûna avê, dibe sedema belavbûna şewatê.”

‘Pêkanînên bêrêkûpêk rûberka nebatan tûne dike û şewatan derdixe’

Semîra Şîgalan, destnîşan kir ku şewatên rasterast an jî nerasterast ên ji ber mirovan jî derdikevin hene û wiha got: “Bi taybetî şewitandin bi zanebûn, xemsarî an jî bikaranîna çavkaniyên jîngehê ya ji bo xirabiyê, ji bo şewatan bingeh çêdike. Berê şivanan girîngiya hevsengiya jîngehê dizanibûn; demên çêrandinê diyar dikirin û ji bo nebatan derfeta nûbûnê didan. Niha jî pêkanînên bêrêkûpêk rûberka nebatan tûne dike û ji bo şewatê hawirdorên guncaw diafirînin.”

Çavdêrî û şopandin rola saziyên berpirsyar

Semîra Şîgalan, derbarê mekanîzmayên çavdêrî û şopandina herêmên şewat lê çêdibin de, balkişand ser pêdiviya pêşxistina saziyên fermî û got: “Wezaretên Çandinî û Jîngehê, Saziya Ewlekariya Neteweyî û Parastina Sivîl, di çavdêrîkirin û şopandina şewatan de berpirsyar in. Lê pirsgirêka herî mezin ya ev sazî û rêxistin rû bi rû dibînin, nebûna teknolojiyên nûjên yên wekî peyk û pergalên diyarkirina pozîsyonên hesas ên welatên din bikar tînin.”

‘Divê gelê  herêmê bê beşdarkirin’

Semîra Şîgalan, da zanîn ku hebûna van teknolojiyên nûjên ji bo diyarkirina deverên ji bo şewatê meyldar û pêşîgirtina saziyên rayedar pir girîng e. Semîra wiha got: “Diyarkirina herêmên ji bo şewatê meyldar, paqîjkirina giyayên hişk, rêkûpêkkirina çêrandinê an jî zêdekirina çavdêriyê ya ji bo van herêman, ji bo pêşîgirtina bûyeran pir girîng e. Her wiha beşdarkirina gelê herêmê ya ji bo pêvajoya çavdêriyê jî wê bandorker be.”

‘Nêzî sedî 80’yê cûrbecûrbûna biyolojîkî ya li Lîbyayê li vê herêmê ye’

Semîra Şîgalan, tekez kir ku cûrbecûrbûna biyolojîkî ya Cebelu’l-Ahdar, ji ber şewatan di bin xeterekiyek cidî de ye û wiha got: “Nêzî sedî 80’yê cûrbecûrbûna biyolojîkî ya li Lîbyayê di vê herêmê de ye. Hem di aliyê nebat û hem jî ajalan de. Ev yek jî li vir dike xezîneyek xwezayî. Lê ev xezînê bi dubarebûna şewatan re hêdî hêdî tûne dibe.”

Nebatên hişk û qels li dijî şewatan zêdetir hesas in, lê şewat dikare bigihîje darên mezin jî û daran bi tevahî tune bike. Ajalên hêdî tevdigerin ên wekî kûsî nikarin ji şewatê birevin û herî zêde ev di bin xeteriyê de ne. Şîgalan, wiha dibêje: “Me di raboriyê de dît ku van şewatan çawa kûsî tûne kirin.”

‘Çareserî bi hişmendiya civakî destpê dike’

Semîra Şîgalan, têkildarî tedbîrên parastinê de jî axivî û wiha got: “Belavkirina hişmendiya jîngehê girîng e. Divê ev yek bi gel bê destpêkirin. Medyaya dîjîtal, dibistan, mizgeft û platformên din dikarin di vî warî de ferqek mezin ava bikin. Ger mirov fêrî têkiliya rast ya bi xwezayê re bibe, îhtîmala pêkhatina karesatan wê kêmtir be. Her wiha divê qanûnên jîngehê bi awayekî tund bên pekanîn. Hemû kesên ku zirar didin jîngehê, yên cixare davêjin, agirên bêçavdêrî pêdixin, bên cezakirin. Tenê hişmendî ne têrkêr e, divê qanûnên tên bicîhanîn jî hebin.”

Guherîna avhewayê û germbûna kûrewî

Semîra Şîgalan, balkişand ser aliyê kûrewî ya pirsgirêkê jî û got: "Em nikarin di diyardeya germbûna kûrewî ya şewatan de serbixwe bifikirin. Zêdebûna asta karbondîoksîtê di atmosferê de, dibe sedema bilindbûna pileya germahiyê, xirabûna demsalan, helandina qeşayan, li hinek herêman lehiyê çêbike. Tevgera mirovan a veguheriye pîşezasiyê, sedema sereke ya vê rewşê ye. Wesayît, kargeh û şer ji bo hilberandina gaza serayê dibin sedem. Ger ev tevger neguherin, wê gerdûn bedêldayîna ji bo vê yekê bidomîne.”

Bikaranîna şewatan a wekî amûrek çandiniyê

Semîra Şîgalan, anî ziman ku hinek ji van şewatan mîna amûrek çandiniyê bi awayekî kontrolkirî tên bikartînin û bi van gotinan axaftina xwe domand: “Hinek cotkar ji bo têkoşîna zirarên xwe an jî paqijkirina axê li qadên biçûk şewatên kontrolkirî derdixin.Di vê rewşê de, li ser şewatê dibin xwedî kontrola tam û di hinek rewşan de dibe sedema mezinbûna nebatên nû jî. Lê divê ev yek zêde nebe. Ev rewşekî pir taybet e û divê di bin kontrolek zêde de bê pêkanîn.”

‘Em perçeyek jîngehê ne’

Pispora jîngeh û nebatan û aktîvîsta sivîl Semîra Şîgalan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jîngeh ne ji me cuda ye; em perçeyek jîngehê ne û wiha got: “Lewma divê em bi rehm nêzî jîngehê bibin û nifşên pêşerojê fêrî hêzkirina jîngehê bikin. Ger ev yek pêk neyê, wê hem em û hem jî rûyê erdê di bin gefek hevpar de bimînin.”