Li Kurdistanê qirkirina xwezayê: Banga hişyariyê

Hevseroka Desteya Ekolojî ya herêma Firatê Emîne Wêso polîtîkayên qirkirina xwezaya Kurdistanê nirxand û ji bo parastina jîngehê banga hişyariyê kir.

Kobanê – Polîtîkayên dewleta tirk a li ser qirkirina xwezaya Kurdistanê her ku diçe zêde dibin ji ber vê yekê jiyana zindiyan xerab dibe û xebatên çandinî û lawirvaniyê nayên kirin. Hevseroka Desteya Ekelojîk Emîne Wêso der barê polîtîkayên qirkirina xwezaya Kurdistanê de nirxandin kir.

Emîne Wêso destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirina xwezayê ya li ser Kurdistanê girêdayî polîtîkayên qirkirinê ye û li dijî vê yekê got: "Armanca me ew e ku em daran li herêmê zêde bikin da ku welatekî xweş were avakirin. Gelek sûd ji xwezayê tê girtin, hewaya baqij û bi oksîjen zêde dibe û di alî zanistî de jî axê digre û nahêle were xerabkirin. Ji bo lawiran her ku hejmara daran zêde dibe cureyên lawiran jî zêde dibin lê ji bo mirovan ji aliyê derûnî ve jî gelek bi sûd e. Armanca me zêdekirina daran û avakirina daristanan li herêmê ye weke ku tê zanîn Kurdistan bi xweza û darên xwe bi bereket e û bi çiyayên xwe tê naskirin."

Li ser daristanên Kurdistanê talan

Emîne Wêso bal kişan êrişên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, destnîşan kir ku beşekî ji van êrişan jî li ser xweza û bedewiya Kurdistanê tê meşandin. Emîne Wêso wiha domand: "Dewleta tirk êrîşê ser daristanên Kurdistanê dike. Li Çiyayê Cûdî daran dibere û li hêrêmên Şirnex û Colemêrgê dar tên qutkirin û şewitandin. Li ser darên Kurdistanê bazirganî tê kirin û li herêmên din tên firotin lê heya niha her kes bêdeng e û hovîtiya dewleta tirk berdewam dike. Dema ku dar tên şewitandin, nahêlin ku welatî biçin daristanan agir vemirînin. Ji bilî vê êrîşên xwe li ser gelê Kurd li ser xwezayê jî zêde dike. Dema ku herêma Efrînê hat dagirkirin û dûre bi rojana ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî ve dar hatin qutkirin û hê jî ev yek didome. Li daristanên Efrînê dar nemane weke çiyayê Meydankê cihekî ku dema mirov bala xwe didayê rehet dibû niha tu li wênayan mêze dikî dibêjî ew ne ew çiya ye, ewqas guhertin tê de hatiya çêkirin."

Bi polîtikayên li dijî Kurdistanê ve girêdayî ye

Emîne Wêso got ku dewleta Tirk tevî ku ewqas daxuyanî tên dayîn jî bi zanebûn daran qut dike da ku Kurdan ji cihê wan derxe bi serbestî siyaseta xwe bimeşînê û wan ji holê rake û anî ziman ku armanca vê yekê gelê Kurd koçberkirin e. Emîne Wêso wiha got: “Ji ber ku em Kurd girêdayî ax û xwezayê ne, berê xwe bidin li ku dixemilînin mînaka berbiçav xelkê Efrînê  ye dema koçberî Şehbayê bû ruxmî erîşan li pêş konê xwe dar û gulan çandin. Ev tişt dide xuyakirin ku Kurd ji berê ve bi xwezayê ve girêdayî ne ji lewre erîşî me û xwezaya me dike da ku gel koçber bike.”

Banga hişyariyê

Emîne Wêso ya bal kişand li ser pêwistiya xwedî derketina li xweza û jîngehê bi van gotinan banga hişyariyê kir: “Em wek saziyên ekolojîk ên herêman divê bi giştî dengê me ji hovîtiya dewleta tirk re bilindtir be û xwedî sekn be. Ew saziyên ku xweza û mirovahiyê diparêzin bi me re bibin yek da ku li hemberî dewleta tirk derkevin û pêşî lê were girtin."