Li Hindistan û Bangladeşê ji ber rêjnebaranê herî kêm 60 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji ber rêjnebaranên ku li Hindistan û Bangladeşê rê ji hilweşînê re vekir, herî kêm 60 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 6 milyon kes asê man.

Navenda Nûçeyan- Li gorî raporan, rêjnebarên ku li eyaletên bakur û rojhilatê Hindistanê û Bangladeşê bû sedema lehiyê û şemitîna erdê, zêdetîrî 6 milyon kes asê man û li herdu welatan herî kêm 60 kes jiyana xwe jidest dan. Li gor rayederan, dibe ku rewş di rojên pêş de hin zêdetir xirabtir bibe.

Hat ragihandin ku li eyaleta Assam a Hindistanê heta niha zêdetirî 63 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 mîlyon kes ji rewşê bandor bûne, hat diyarkirin ku roja Şemiyê 8 kes jiyana xwe jidest dane û 3 mîlyon mirov ji rêjnebaranê bandor bûne.

Li gorî raporek ku roja şemiyê ji ajiyê Rêveberiya Afatên Eyaleta Assam (ASDMA) ve hat weşandin, 32 navçeyan zêdetirî 3,1 mîlyon şênî bandor bûne. Li Bangladeşê ji roja înê vir ve li 8 herêman bi encama birûskê herî kêm 15 kes jiyana xwe jidest dane û ji ber şemitîna erdê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.