Li Efrînê talana xwezayê: 650 darên hinarê hatin birîn

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê 650 darên hinarê birîn.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê û wêrankirina xwezayê didomînin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji navçeya Şêrawayê dane, çeteyên navê Firqet El Hemzat li xwe dikin, li gundê Eyn Dara yê navçeyê 650 darên hinkaran birîn, da ku bikin êzing û bazirganiyê pê bikin. Çavkaniyan diyar kirin ku darên hatine birîn ên welatiyê bi navê Mihemed Elî Hemkiro yê ji gundê Gurzêlê yê Şêrawayê ye.

Di meha Gulanê de zêdetirî 900 dar hatine birîn

Di rapora meha Gulanê ya Rêixstina Mafê Miroan a Efrîn-Suriyê de hatibû ragihandin ku di mehekî de li navenda bajar, navçeyên Mabata û Raco zêdetirî 900 darên zeytûnê û darên fîkiyan hatiye birîn û ezingên ku bi van daran hatine çêkirin li bazarên Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê hatiye firotin.