Li dijî xirakirina xwezaya çiyayê Giwêj û Azmar kampanya hat destpêkirin

Li Silêmaniyê dijî xirakirina xwezayê, bi beşdariya hejmarek zêde ya kesayet, dostên jîngehê, rojnamevan û rewşenbîran, ji bo parastina jîngeha bajarê Silêmaniyê, bi taybetî çiyayê Giwêj kampanya hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Binarê çiyayê Giwêj û Azmar du çiyayên rengîn in û ji bajarê Silêmaniyê 5 kîlometre dûr in. Di zivistanê de hemwelatî di dema barîna berfê de diçin wan çiyayan, di werza havînê de jî ji ber hewaya hênik berê xwe didin wan. Her wiha riya çûyîn û hatina bi sedan gundan, navenda bajarê Silêmaniyê, Şarbajêr û hinek cihên din tê de derbas dibe.

Ji bo çêkirina xaniyan çiyayan texrîb dikin

Niha li çiyayê Giwêj, bi mebesta projeya çêkirina xaniyan dest bi xirakirina çiya kirine. Ev yek bû sedema nerazîbûnan, hemwelatî, rewşenbîr, kesayet û lêkolînerên bajarê Silêmaniyê ji ber vê yekê nerazîbûn nîşan dan û daxwaz kirin ku proje were rawestandin.

Desteyek bi navê “Desteya parastina xwezaya Silêmanî” bi beşdariya gelek kesayet, dostên jîngehê, rojnamevan, endezyar û rewşenbîran, li dijî xirakirina xwezaya bajarê Silêmanî û bi taybetî têkdan û xirakirina xwezaya çiyayên Giwêj û Azmar kampanyaya parastina xwezayê da destpêkirin.

‘Ger ev proje bikevin meriyetê dê xwezaya herdu çiyayên Giwêj û Azmar xirab bibin’

Desteya parastina xwezaya Silêmanî di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku li gorî gotinên şareza û pisporan ew projeyên ku biryar heye li binarê herdu çiyayan, li Giwêj û Azmar bikevin meriyetê, wê bi temamî xwezaya herdu çiyayan û Silêmaniyê texrîb bikin.

Desteyê daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku dest ji projeyê berdin, bang li rayedarên Yekitî û Goran kirin ku desthilatdariya vî bajarî di destê wan de ye divê rêzê li hemû daxwazên şêniyên bajar bigrin û texrîbata li ser xwezaya Silêmaniyê rawestînin.

Tevî hemû hewldanan heta niha ne xwediyên projeyê, ne jî aliyekî fermî û partiyan bersiva hemwelatiyên li Silêmaniyê nedane.