Li dijî guherîna avhewayê hewldana ‘Derdora min berpirsyariya min e’

Koordînatora Projeya Navenda Karên Jinan Esraa Wael Shublaq diyar kir ku bi ‘Hewldana Derdora Min Berpirsyariya Min e’ hewl didin li Xezayê bandorên guherîna avhewayê kêm bikin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Li Xezayê bi hevkariya Koma Hîdrologên Filistînê ya Navenda Karên Jinan di çarçoveya porjeya “Li Şerîda Xezayê Piştgiriya Berfireh a ji bo Windayan Mafên Jinên Berasteng û Teşwîqkirina Edaleta Avhewayê” de Hewldana Berpirsyariya Min Derdora Min e ket meriyetê.

Koordînatora projeya Navenda Karên Jinan Esraa Wael Shublaq, got ku bi projeyê armanca wan ew e jin û zarokan di warê derdorê de bi hêz bikin, der barê guherîna avhewa û bandorên wê de perwerde bike, behsa têgeha sera û germahiya gerdûnî ji wan re bikin. Esraa Wael Shublaq got: “Der barê guherîna avhewayê de dema ku ji bo derdorê tiştên baş werin kirin dê bandorên wê werin kêmkirin loma jî pêdiviya me bi mekanîzmayên bi aheng ên ku bandorên derkevin holê kêm bike heye.”

Gelek xebat hene

Esraa Wael Shublaq, diyar kir ku di nava xebatên projeyê de qadên xebatê yên cuda hene û wiha axivî: “Der barê aheng, domdarî û zayenda civakî de perwerde tên dayîn. Li dibistan û zanîngehên Filistînê em hewl didin komxebatên ji bo hişyariyê li dar bixin, hilberînê bikin û jinan di warê derdorê de bi hêz bikin da ku bikaribin bi krîzên mezin re derkevin serî. Di têkoşîna bi guherîna avhewayê re rêzefîlmeke ku balê dikşîne ser rola jinan di projeya me de heye.”

Di hedefa wan de ciwan jî hene

Esraa Wael Shublaq diyar kir ku bi projeyê armanca wan ew e ku ciwanan teşwîqê berpirsyariya ji bo derdorê bikin û wiha got: “Di serî de ji bo fînansa ji bo proje û hewldanên jinan ên hawirdorparêz û aboriya ji xwezayê, kompost (Zibila organîk a endustriyel) di mijarên cur be cur de dixwazin 12 makaleyên zanistî yên Erebî û Înglîzî biweşînin û li ser guherîna avhewayê bernameyên radyoyê biweşînin. Hewldana Berpirsyariya Min Derdora Min e ji bo ji komek jinan re qadeke saxlem û bi ewle ava bike, bandorên guherîna avhewayê kêm bike û teşwîqê rêgezên domdariya çandiniyê bike wekî yek ji mekanîzmayên ahengê hat avakirin. Hewldan ji bo ciwanan di serî de di warê xebatên cur be cur teşwîqê berpirsyariya civakî bike û motîve bike balê dikşîne ser derdorê.” 

‘Divê hewldan zêde bibin’

Esraa Wael Shublaq, têkilarî xebatên ku hewldana wan li nexweşxaneyan dest pê kiribû û mehek domiyabûn de jî got: "Me bexçeyê nexweşxaneyê şîn kir. Me bi rengên biriqandî wêneyan li ser dîwar xêz kirin. Van wêneyên ku girîngiya parastina çavkaniyên xwezayî û razemeniya ji bo wan nîşan dida û peyama ji bo hişyariyê li ser heye balê kişand. Hewldan gihîşt armanca xwe ya sereke. Wêneyên li ser dîwaran enerjî û hêviyê da mirovan. Zarokan teşwîqê parastina derdorê kir.”

Esraa Wael Shublaq bal kişand ku mijara guherîna avhewayê di serî de ji bo jin û zarokan, bandorê li ser her qada jiyanê kiriye û wiha got: “Guherîna avhewayê, ji bo pirsgirêkên civakî, aborî û derdorê, felaketek e. Di asta herêmî û navneteweyî de divê em tedbîrên pêwîst bigrin û hewldanên xwe zêde bikin.”

Esraa Wael Shublaq, herî dawî jî bang li jinan kir ku bi awayê çalak tevli sektorên hawirdorê bibin, çareseriyên civakî pêşniyar bikin, çavkaniyên heyî û derfetan bi kar bînin, ji bo bigihîjin hawirdora parastî ya domdar, projeyên nû yên pêşxistinê pêşniyar bikin.