Jîngehparêza Îranî: Ji bo jîngehek paqij pêwistî bi hişyariyê heye

Jingehparêz û çalakvana jîngehê ya Îranî Stam der barê zibaleyên ku davêjin nava xwezayê de axivî û diyar kir ku zibalêyên ji hêla mirovan ve tên berdan bandorên neyînî li ser jîngeha ajalên Xwezayî û xwezayê dike.

ROJÎN QADIRÎ

Zerdeşt - Di civakên nûjen de, yek ji pirsgirêkên jîngehê yê bingehîn, ji ber berhemanîna zêde û berdana bermahiyên mirovî ye. Şaredarî û pîşesazî piraniya bermahiyên xwe li zeviyan dihêlin û bi vî awayî di xwezayê de komên zibalê çêdibin.

Me bi pispor û aktîvîstek jîngehparêz a Îranî Stam ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe yê rast bide re li ser bandorên neyînî yên mayîna zibaleyan di xwezayê de gotûbêj kir. Çalakvana jîngehê Stam bal kişand li ser aliyên neyînî yên zibale li ser xweza û jîngehê ava dikin, ji bo jîngehek paqijtirîn banga hişyariyê kir û ji bo vê yekê çareseriyên divê tavilê bên pêkanîn rêz kir.

Zibaleyên ku bi destên  mirovan tên avêtin bandoreke çawa li jiyana ajalên Xwezayî û xwezayê dike?

Avêtina zibale ne tenê wan vediguherîne çiyayên zibaleyê, bandorên din jî li ser jîngehê dike. Zibalêyên ku ji hêla mirovan ve tên avetin dibe sedema qirêjî û guhertinên hawirdorê ku dikare bandorên neyînî li ser jîngeha ajalên Xwezayî û xwezayê bike. Di çarçoveya jîngeha Xwezayî de tiştên ku bênavber davêjin nava xwezayê ji bo ajalan metirsdar in. Wekî ajal dikarin bêhemdî bi kîmyewî yên di nav de bikevin têkiliyê ku dibe sedema jehrîbûn, nexweşî, kêmbûna nifûsê, yan jî heta windabûnê. Di heman demê de, ziblên ku rasterast di nava jîngeha heywanan de tên hiştin dikare çavkaniyên xwarinên wan biguhezîne û nifûsa wan kêm bike.

‘Berdana berhemên plastîk dibe sedema nexweşiyên tenduristiyê’

Zibaleyên ku li jîngehê de têne hîştin, dibe ku bibe sedema hilberîna gazên serayê. Li kêlekê, zibaleyên ku di jîngehê de maye dikare jîngehên xwezayî ji holê rakin û bibe sedema kêmbûna pirrengiya biyolojîk û jinavbirina hejmareke mezin ji cureyên riwekan û ajalan. Her wiha berdana zibil jî yek ji sedemên sereke yên qirêjiya biyolojîkî ye ku dibe sedema nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê, wek mînak berdana bermahiyên plastîk dibe sedema qirêjiya zeryayê ku rasterast dikare bandorek neyînî li ser ajelên zeryayî bike û dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê li jîngeha wan de bibe. Bi giştî berdana gildînan bandorên neyînî li ser jîngeha ajelên Xwezayî û xwezayê dike û divê em li çareyan bigerin ji bo başkirin û pêşîgirtina van pirsgirêkan.

Gelo hinek ji cureyên zibalên, wekî plastîk û madeyên kîmyewî, ji bo jiyana ajalên Xwezayî û jîngehê herî xeternak in?

Belê hinek ji cureyên zibale, bi taybetî plastîk û madeyên kîmyewî, ji bo jiyana Xwezayî û jîngehê pir xeternak in. Ji ber berxwedana xwe, plastîk bi salan di xwezayê de dimîne û bişavtina wê di erd û avê de dijwar e. Ev yek dibe sedema kêşeyên mîna ajeaên di qefesên plastîk de asê mayî, tevlihevbûna ekosîsteman têk dibe û di dawiyê de dibe sedema windakirina jiyana ajalên Xwezayî û hilweşandina jîngehê. Her wiha madeyên kîmyewî yên ku di nav hinek zibaleyan de hene, dikarin derbasî nava av û axê bibin û bibin sedema qirêjahiya çavkaniyên av û axê ku di encamê de metirsiyek cidî li ser jiyana ajalên Xwezayî û mirovan çêdike. Ji ber vê yekê, ji avêtina plastîk û her bermahiyên kîmyewî divê were dûrxistin û hewl bidin bikaranîna domdartir ji bo plastîk û madeyên kîmyewî bi kar bînin.

Bandora zibaleyan li ser tundî û belavbûna şewata daristanan çawa ye?

Zibale dikare bibe yek ji sedemên sereke yên şewata daristanan. Dema ku zibale li qadên daristanî kom dibin, îhtîmala şewatê zêde dibe. Zibaleyên  ku agir berdidin herêmê, bi vî awayî tundî û belavbûna agir zêde dibe, zibaleyên wekî plastîk piştî şewitandinê dikarin qirêjiyên ku ji bo tenduristiya mirov û jîngeha çolê zirardar in derxin hewayê.

Ji ber vê yekê, kêmkirina berhemanîn û berdana bermahiyan li deverên daristanî, komkirin û veşartina rast a wan dikare bibe alîkar ku ji tundî û belavbûna agir kêm bibe û jîngeh û jîngeha Xwezayî biparêze.

Mîkrobên ku ji ber berdana zibale li xwezayê çêdibin dikarin zirarekî çawa bidin jiyana ajalên Xwezayî û jîngehê?

Mîkrob perçeyên pir piçûk in ku ji plastîkên mezintir tên çêkirin û mezinahiya wan ji 5 mîkronan kêmtir e. Ji ber mezinahiya xwe ya piçûk ev kerpîç bi hêsanî di hawirdorê de diherikin û ji bo jiyana ajalên Xwezayî û jîngehê xeternak in. Ajal dikarin van parçikan wekî xwarinê bihesibînin û bi xwarina wan zirarê bidin pergala dehandinê, bibin sedema iltîhaba û fonksiyona dehandinê kêm bikin. Her wiha bi girtina mîkrob di parzûnên xaneyê de, madeyên kîmyewî yên zirardar dikarin derbasî pergala laşê ajelan bibin û bibin sedema bandorên jîngehê, bi taybetî ger di laşê ajelan de kom bibin û ji bo jîngeha çolê û jîngehê metirsî çêbibin. Li  kêleka vê, ev parçik dikarin wekî hilgirê bakterî û vîrusan tevbigerin, vîrus derbasî laşê ajelan bibin û bi vî rengî bibin sedema nexweşiyan.

Ji ber vê yekê, berdana zibaleyê û dûre afirandina mîkroban di xwezayê de dikare ji bo jîngeha Xwezayî û jîngehê pir zirardar be.

- Ji bo  kêmkirina hilberandina zibaleyan an vegerandina wê çi çareserî hene?

Ji bo kêmkirina hilberîna gildînê û vegerandina wê çareserî dikarin bên kirin, di nav de:

- Kêmkirina mesrefê: Bi kêmkirina mesrefa xwarin, kaxiz, plastîk û hwd. dibe alîkar ku kêm bermahî werin hilberandin û bi vî rengî zirara li ser jîngehê kêm dibe.

-Vezivirandin: Vegerandina madeyên vezivirandinê ji zibaleyan dikare gelek alîkariyê bike ji bo kêmkirina zibaleyê û başiya jîngehê.

-Veqetandina zibaleyan: Bi veqetandina zibaleyên teze ji yên malê û pîşesazî, dibe ku platformek guncaw ji bo vezivirandin û vejandina madeyan were peydakirin.

- Kompozêt çêkirin: Zivirandina gildînên malê ji bo gubreya sebzeyan dikare hilberîna zibale kêm bike û bi vî awayî zirara jîngehê kêm bike.

- Bikaranîna madeyên ji nû ve vegerandin: Di pîşesazî û bikaranîna rojane de bikaranîna madeyên ji nû ve vegerandin hilberîna zibaleyan kêm dike û jîngehê diparêze.

- Vegera xwezayê: Hinek zibaleyên wekî xwarina ku ji xwezayê tê girtin, ji bo vegerê li xwezayê û di çerxa xwezayê de bi kar bîne.

Kêmkirina mesrefa enerjiyê: Bi kêmkirina mesrefa enerjiyê û bikaranîna çavkaniyên enerjiyê yên domdar, hûn dikarin alîkariya kêmkirina hilberîna zibaleyê bikin û jîngehê biparêzin.