“Jîngeha paqij jiyana bi ewle diafirîne, pêwîst e her mirov xwe berpirsyar bibîne”

Derbarê guherînên avhewayî yên li seranserî cîhanê tên rûdan de, Cîgira Hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer nirxandind û got: “Jîngeha paqij jiyana saxlem ava dike, ji bo vê divê her mirov xwe berpirsyar bibine."

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Jîngeha bi ewle, paqij, saxlem û domdar ji bo parastina ji tam curbecur ji mafên mirovan, di nav de jî mafên jiyan, kar, tenduristî, xwarin, av û paqijiyê, pêwîst e. Bêguman guherîna avhewayê girtina van mafan tehdîd dike. Di van demên hesas de welat xwedî erk in ku pêşî li bandorên neyînî yên pêşbînîkirî yên guhertina avhewayê bigrin. Erka herî mezin dikevin ser mirovan divê xwedî li jîngeha xwe derkevin ji ber ku ev guhertin bi destên mirovan çêbûye û ew berpirsyarên van guhertinên neyînî ne. Der barê jîngeh û guhertina avhewayî ya ku cîhan bi tevahî tê re derbas dibe de, Cîgira Hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer nirxandin kir.

“Jîngeha paqij tê wateya jiyana bi aramî û ewle”

Bêrîvan Omer bal kişand li ser parastina xweza û paqijiyê û wiha got: “Ji bo ku em jîngeha xwe biparêzin, gelek tişt hene em li ser kar bikin û li wan miqate bin. Yek ji wan tiştan jî paqijbûn e ku heya çi astê em bikaribin çopê li erdê nehêlin û li paqjiya jîngeha xwe baldar bin, di heman demê de qirêjiya hewayê bisekinîn. Pêwsît e hişmendiya parastina jîngehê di mejiyê mirovan de werê rûniştandin da ku ev yek were bidestxistin. Dema jîngeha me paqij be, bêguman dê bi xwe re jiyana ewle û saxlem ava bike ku di encamê de tenduristî tê parastin. Pêşketina teknolojiyê hevsengiya jiyanê dişkîne, ev şikandin jî gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne û berhemên mirovan jî kêm dibin her wiha bi xwe re gelek nexweşiyan tîne. Ji van pirsgirêkên ku rû didin ên ber bi çav li herêmên me pirsgirêkên bêhngirtin û sing in.”

Sedemên guherîna avhewayê çi ne û dê çi encaman bi xwe re bîne?

Bêrîvan Omer axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pirsgirêka guhertina avhewayê ne tenê li herêmên me çêbûye, cîhan bi giştî vê guhertinê dijî û êşê jê dikşîne. Li herêmên me bi taybetî zuhayî pêşketî ye û em êşê jê dikişînin û sedema wê jî kêmbûna baranê ku di encamê de zevî jî kêm dibin û erd zuha dibe. Sedema herî sereke jî ew e tunebûna hevsengiya di navbera mirov û xwezayê de, dema mirov xwedî li avhewaya bajarê xwe dernekeve wê demê pirsgirêkên mezin û neyînî bi xwe re tîne. Di salên dawî de gelek fabrîke û wesayet zêde bûne, ev jî bi xwe re gazên nebaş çêdike û bandora xwe li ser jîngeh û avhewayê dike û xwezaya cîhanê dike xeterê. Guhertinên ku çêbûne êdî pir berbiçav in ji ber ku herêmên me jî vê yekê dijîn, jiyana me ji berê û niha cuda dibe, gelê me fêr bûbû ku tenê cureyek ji zeviyan biçîne û niha ew jî niha berhem û feydeya wê nemaye ji ber ku guhertin di hewaya me de çêbûye.”

Têkiliya şerê ku li seranserî cîhanê berdewam dike bi van guhertinan re heye?

Bêrîvan Omer bal lê kişand ku şerên li seranserî cîhanê tê meşandin yek ji sedemên bingehîn a xirabbûnên xwezayê ye û wiha domand: “Şer jiyanê dikuje, şer dihêle ku însan bixwebawer be ku dikare her tiştî xirab bike û têk bibe. Dema ku mirovek bi şer derbasî cihekî dibe, wî cihî tevahî xirab dike çi dar be çi ajal û çi jî însan û xweza be. Mînaka wê jî dewleta tirk e ku hewl dide hemû cureyên jiyanê li herêmên me bişewitîne û zirarê bigihîjîne bikaranîna madeyên kîmyewî. Herêmên me yên dagirkirî darê wê hatin şewitandin, jîngeha  wê hatiye wêrankirin û talankirin, mirovên wê bi darê zorê jê hatine derxistin û ajal jî tê de nemane. Gelek çekên qedexekirî yên kîmyewî li ser herêmên me bi destên dagirkeran hatin şuxulandin ku gelek zirarê li xwezaya me kir û dê di demên pêş de jî nexweşî û pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne. Di roja me ya îro de dema em bixwazin projeyek ava bikin ji bo pêşketina jîngehê, em rastî zexteke mezin tên ji aliyê dagrikeriyê ve. Bicihkirina gelek herêmên me ser xeta sînor de xeteriyekê çêdike, mînak em nikarin li ser xetên sînorî dar biçînin an jî şênî nikarin zeviyan biçînin, di heman demê de nikarin ajalan jî li ber xetê bihêlin ji ber ku ji me re hatiye qedexekirin û em rastî êrîşan tên ji aliyê dewleta tirk ve û bûyerên bi vî rengî li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dubarekirin.”

Guherîna avhewayê zêde dibe, li gorî vê çi hewce dike dê çawa gel bibe parçeyek ji çareseriyê?

Bêrivan Omer destnîşan kir ku ji bo parastina xwezayê erkek dikeve ser milê her kesê û wiha axatina xwe bidawî kir: “Di dema dawiyê de êdî cîhanê bi giştî dîtiye ku xetera van guhertinan heta çi astê ye her wiha dizane ku çiqas jiyana mirovan ketiye xeterê. Di demekê de hin gaz hatin qedexekirin ji bo parastina jîngehê lê tenê ev têrê nake. Ger her mirov xwe berpirsyar nebîne dê bi hinek zagonan û qedexekirinan çareser nebe. Pêwîst e her însanek xwe berpirsyarê paqijiya kolan û bajarê xwe bibîne û li gorî wî tevbigere, gere bi qasî baldariya li kesayet û mala mirov hebe ewqas baldarî li jîngehê hebe. Hebûna erdê hebûna me ye û tunebûna wê jî tunebûna me ye, erke li ser milên me ku jîngeha xwe paqij û bi tendurist bihêlin. Bêguman erka mezin dikeve ser hukumetan ku ew jî bi rola xwe li hemberî hin kiryaran bisekinin û hin gazên bi zirar qedexe bikin, di heman demê de sînayeta ekolojîk bi pêş bikeve.”