Jinên Yemenê ji ber hişkesaliyê şerpeze bûn
Li bajarê Taiz ê Yemenê, krîza avhewayê bi bandorên pevçûnê re têkildar e, dîmenek tevlihev diafirîne ku ewlehiya xwarin û avê tehdît dike û taybetmendiyên jiyaneke ku beriya zuhabûnê bi erdê ve girêdayî bû, ji nû ve xêz dike.
RANIYA ABDULLAH
Yemen – Her sibeh, komek jin di nav bajarê Taizê yê li başûr rojavayê Yemenê de, ber bi bazara sebzeyan a navendî ve bi rê dikevin. Bi hilgirtina hinek cureyên sebzeyan yên ku dikarin peyda bikin, di nav komên pel û şaxan de li tiştekî dişbihe ewlehiyê, ji bo xwe û zarokên xwe re digerin, rûdinin. Ew rêwîtiyek rojane ya dijwar e, lê ji bo wan ew tenê riya jiyînê ye.
Bi salan e, Cewahêr Elî û hevalên wê, firoşkarên sebzeyan li bazara navendî ye, berhemên çandiniyê ji Newala El-Debab tînin. Ev newal, 5 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e. Ev newal wek navenda çandiniyê ya Taizê û çavkaniyek sereke ya sebzeyan bû, lê ev wêne bi giştî hat guhertin.
Bandora avhewayê û paşguhkirin

Guhertinên avhewayê rewşa heyî bi giştî guherand. Geliyê ku berê bi çandiniyê dihat nasîn, niha bêber û hişk e û firoşkaran neçar dike ku sebzeyan ji derveyî bajêr bînin. Ev vebijêra buha, windahiyên wan duqatî kiriye. Ji ber lêçûnên veguhestinê yên zêde û dorpêçkirina berdewam ji ber şerê 12 salan li bajarê Yemenê.
Cewahêr di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku çandinî ji bo wan çavkaniya jiyanê ye û wiha got: “Em bi firotina sebzeyan, li çavkaniyek dahatê digerin. Tiştê ku em distînin têra dermanên ku ji bo malbata min hewce dike, nake. Em niha neçar in ku sebzeyan ji deverên dûr bînin ji ber ku zeviyên ku me berê jê dikirîn, îsal bê berhem man.”
‘Em neçar in ku sebzeyan ji deverên dûr bînin’
Firioşkareke din ya sebzeyan Emîra Elî, destnîşan kir ku bi dahata vê xebatê debara malbata xwe dike û bi van gotinan anî ziman ku çawa pirsgirêk ji bazirganiyek hêsan, veguherî hevkêşeyek windakirinê: “Me berê sebze ji zeviya El-Debab dikirîn û bihaya wan guncav bû. Niha, ji ber kêmbûna baranê û zuwabûna bîran, cotkar êdî erdên xwe naçînin. Em neçar in ku sebzeyan ji deverên dûr bînin, ku ev jî lêçûna veguhestina sebzeyan li ser me zêdetir dike. Bi dorpêçkirinê re, mûçe du qat zêde bûn û em bêtir winda dikin. Heta xalên berhevkirinê (bac) jî ji bo sebzeyên ku dikevin bajêr, xercan distînin û di dawiyê de, em bi zorê dikarin lêçûnan bidin.”
Krîzeke pêkhatî
Li pişt van şahidiyan krîzeke pêkhatî heye ku ji asta bazarê wêdetir diçe. Di lêkolîna “Diyarkirina Rê: Tesbîtkirina Ewlehiya Avê li Yemenê” ya Banka Cîhanî ya sala 2023’an de, Taiz wekî mînakekî berbiçav nîşan dide ku çawa kêmbûna xwezayî bi pevçûnên çekdarî re têkildar e. Heta beriya şer jî, av bû sedema ji sedî 70 heta ji sedî 80 pevçûnên li gundan.
Lê rewşa li Taizê bi zuwabûna bîrên El-Hîmeyê re komplekstir û aloztir bû. Her wiha pêşbaziya di navbera xwediyên bîran de dijwartir bû. Civakên herêmî yên li ‘’Wadî Hezîr’’ ku mafên xwe yên avê bidin bajêr tevlihevtir bû, hatin redkirin. Di encamê de, ji ber têkçûna tora fermî ya avê, niştecih neçar man ku avê bi bihayên zêde ji tankên taybet bikirin.
Zêdebûna germê ava berdest kêm kir

Ev yek di demekê ku Yemen wekî welatê herî xeternak ê herêmê li hember bandorên guherîna avhewayê tê rêzkirin (di rêza 27’emîn a cîhanê de) pêk hat. Zêdebûna germahiyê bi qasî 0.8 pile, bû sedema zêdebûna buharbûnê û kêmbûna ava berdest. Tê payîn ku ziwabûnên dirêjtir û lehiyên girantir çêbibin ku neçar bike ji sedî 70 cotkar, erdên xwe berdin.
Di heman demê de, rêjeyeya bikaranîna ava bin erdê bi awayekî metirsîdar berdewam dike. Tenê çandiniya giyaya ‘’El-Qat’’ ji sedî 32’yê avê dikşîne, di siya belavbûna zêdetirî 100,000 bîrên bê ruxset û bikaranîna berfireh a pompên ku bi enerjiya rojê dixebitin de.
Zeviyên bê ber
Ji dilê zeviyên zuha, cotkar Daliya Mihemmed hûrguliyên têkçûna çandiniyê li Wadî El-Debab bi van gotinan anî ziman: “Nebûna berhemên sebze û fêkiyan ji ber gelek faktoran e. Ya herî girîng guherîna avhewayê, têkçûna demsalên baranê û her wiha nexweşiyên çandiniyên yên nenas ku derketine holê, bûn sedema têkçûnê.”
Daliya Mihemmed bal kişand ser aloziya li Yemênê û çawa bandorek mezin li ser çandiniyê ava kiriye û gotinên xwe wiha domand: “Lê sedema herî girîng, zuhabûna hewza avê ya li geliyê ku dikeve rojavayê Taizê ye. Ev hewz tenê wekî rezervekê hatibû armanckirin, niha bûye çavkaniyeke sereke ya avê. Ji ber ku ji destpêka pevçûnê ve, piştî ku çavkaniyên avê yên li rojhilatê bajêr ketin bin kontrola Hûsiyan ji xizmetê derketin.”
‘Gelek bîr zuha bûn’
Daliya ragihand ku di salên şer de, bajar ji bo dabînkirina avê bi giranî xwe dispêre bîrên Wadî El-Debab û wiha pê de çû: “Ev yek bi zêdebûna nifûsê re hevdem bû, ku ev yek bû sedema zêdebûna rêjeyên vekişînê yên bêhempa. Ev bi awayekî ne sîstematîk tê bikaranîn. Pêvajoya vekişînê, rojê dighêje 24 seatan. Digel nebûna rêzikname an parastinê ku bû sedem hejmareke mezin ji bîran zuha bibin. Bi qasî 25 bîrên ku cotkar xwediyê wan bûn, bi tevahî ji xizmetê derketin. Di encamê de, çandinî hema bêje rawestiyaye, piraniya zeviyan zuha bûn û niha di bin gefa çolbûnê de ne.”
Ev hilweşîn ne tenê çavkaniya dahata cotkaran ji holê rakir, di heman demê de Taiz ji selika xwarinê ya ku ew pê ve girêdayî bû jî bêpar hişt. Ev çandinî bi saya kalîteya xwe berhemên xwe hinardeyî bajarên din dikirin.
Diyardeya zuhabûnê bandorek civakî ya mezin ava kir
Bandora civakî, bi taybetî li ser jinan, eşkere bû. Ji ber ku çandinî ji bo gelek malbatên ku îsal xwe di rewşek aborî ya xirab de dîtin yekane çavkaniya dahatê bû. Di heman demê de, krîz ji ber kolandina bêserûber a bîran girantir dibe. Daliya Mihemmed destnîşan kir ku destwerdanên rayedarên peywendîdar ne lêkolînên zelal in û pir caran bi kolandina bîrên nû ve sînordar in, ku di nebûna çavdêrî an rêziknameyê de dibe sedema kêmbûna ava mayî jî.
Depokirina avê destek dide kêmkirina aloziyê
Eger rayedarên peywendîdar ji bo peydakirina çareseriyên rastîn zû tevnegerin, her kes dê bi pirsgirêkek duqatî re rû bi rû bimîne. Ji ber ku Banka Cîhanî hişyarî daye ku lêçûna bêçalakiyê dikare bigihîje ji sedî 15’yê hilberîna xwecihî ya giştî. Banka Cîhanî banga îstîsmarkirin û berhevkirina ava baranê kir, bi taybetî ji bo bajarên mîna Taizê ber bi xweşkirina ava deryayê ve diçe, her wiha bikaranîna teknolojiyên dûrbînê ji bo kêmkirina kolandina bêserûber ya bîrên avê.
Jin bi berdewamî li debara jiyanê digerin
Ji ber vê yekê, hişkesaliya li Wadî El-Debab ne tenê wekî krîzeke avhewayê ya demkî xuya dike. Her wiha wekî riyeke bilez ber bi windakirina çavkaniyên tevahiya bajarekî ve diçe û jin her sibe li lêgerîna debara ku êdî ji erdê bi xwe nayê, berdewam dike.