Jinên wênekêş ên Mexribî bi bedewiya xwezayê kêliyan nemir dikin

Jin bi eşqa wênekêşiya jingehê, wênekêşên xwe hilgirtin û derketin çolê, çûk û ajalên kovî dişopînin da ku dîmenên xweşik li gelek rezervên xwezayê û seyrangehên li hundur û derveyî Mexrîbê bikişînin.

HANAN HARITE

Mexrîb - Tiştek bi bedewiya xwezayê û ahenga rengên wê nayê berhevdan, lê dema ku kêliyên reviyayî ji hêla lensa hunermendek ku dizane wê kêliyê çawa bigire û veguhezîne tabloyên ku bedewiyê vedibêje têne girtin, ev rewş wiha ye. Van jinên ku hobiya xwe ya wênekêşandina jîngehê eşkere kirin û kêliyên ku jiyane bi azweriyek ku tenê bi vê hesta estetîk a ku di wan de dihewîne belge kirin.

Leyla Benşeqron bi wêneyên xwe nirxên bedewiyê radigihîne

Leyla Benşeqron nûhatiya wênekêşiya jîngehê ye, ew hunermenda plastîk e ku ji jiyana kovî, gelek raman û bijartina rengan ku di tabloyên xwe de bi firçeyekê îlham girtiye. Di sala 2019’an de, ew beşdarî Komeleya Wênekêşên Jiyana Kovî ya Mexrîbê bû, di hunera wênekêşiya jîngeha çolê de bû yek ji pisporan. Leyla Benşeqron li ser wênekêşiya xwe wiha dibêje: “Piştî ku ez tevlî komeleyê bûm, min kamerayek profesyonel peyda kir, ku min hişt ku ez ji dûr ve û di rewşên bilez de wêneyên çûkan bigirim. Vê serpêhatî gelek tişt da min, ji ber ku divê ez ji bo demên dirêj bimînim dema ku ez çûkan di livîn û xaniyên wan de dişopînim, lêgerîna wan a xwarinê û hûrguliyên din ên ku sebir û bendewariyek dirêj hewce dike.”

Leyla Benşeqron wênekêşiya jîngeha kovî hunereke bi du beşên sereke dihesibîne, yek jê ew e ku wêne kişandine û bedewiya wan derdixe pêş, ya din jî jî hişyarkirina girîngiya hin mexlûqan û rola wan di parastina hevsengiya ekolojîk de ye. Di heman demê de, li pişt her wêneyek çîrokek taybet heye ku wênekêş gava ku li wêneyê ku kişandiye dinêre jê re vedibêje.

Wefa El-Mehdî di wêneyên xwe de mîrateya dîrokî nîşan da

Yek ji wênekêşa jîngehê Wefa El-Mehdî diyar kir ku ji ber ku ew keça hunermendekî wênegir e, ji deriyê "Tabûrîdeyê" re derbasî cîhana wênekêşiyê bûye û wiha qala serpêhatiya xwe ya wênekêşiyê kir: "Destpêka min bi wênekêşiyê re gelek sal berê dest pê kir. Beriya ku ez derbasî cîhana pîşeyî bibim, min bi têlefonê wêne û dîmen dikişand."

Wefa El-Mehdî da zanîn ku wê prensîbên destpêkê ji bavê xwe, ku wênekêşekî pispor e, girtiye û piştre xwe dispêre kanalên pispor ên înternetê û jêhatiya xwe bi pratîkê paqij kiriye û ji qenalên fêrbûnê û malperên tora dijîtal di vî warî de sûd werdigire û wiha got: "Ezmûna wênekêşana "Taborida" hevsengiya zanîna min di vî warî de gelek zêde kiriye, ji ber ku ez di laboratûwareke wênekêşiyê de mezin bûm ku xwe dispêre rêbazên kevneşopî yên naskirî, wêneya zîv, pêşkeftina wêneyê û teknîkên din. Bi rêya komeleyê, li ser hişyariya li ser girîngiya jîngehê û parastina cureyên ajalên kovî, bi taybetî di nav ciwan û saziyên perwerdeyê de, bi organîzekirina pêşangeh û civînên ku girîngiya parastina çûk û heywanan radixe ber çavan em dixebitin."

Bedewiya xwezayê veguherî tabloyan

Seîda Bonaya  di sala 2004'an de dest bi hunera wênekêşiyê kir, destnîşan kir ku ew piştî kamêra dîjîtal wek diyarî wergirtiye, beşa biyolojî û erdnasî li zanîngehê xwendiye ku wê nêzîkî xwezayê kiriye û paşê bi hezkirina xweza û wênekêşiyê bûye wênekêşek pispor.

Seîda Bona li ser serpêhatiya xwe ya bûyîna wênekêşiya xwezayê wiha got: “Saziya perwerdehiyê ya ku ez tê de dixebitim xwedî baxçeyek mezin bû. Minli wir bilbil, kulî û kêzikên din ên cûrbecûr û her weha nebatên din min şopand û min dest bi wênekêşiya wan kir. Vê yekê alîkariya min kir ku ez nêzikî jîngehê bibim û ez fêrî wênekêşiyê jî bûm.”

Seîda Bona wek koordînatora yekîneya Asfî ya Marakeş a Komeleya Wênegirên Jîngehê ya Mexrîbê dixebite û derbarê dîmenên ku ew dikişîne, wiha got: "Em wekî wênekêşên jiyana kovî her tiştê girêdayî vê jiyanê wêne dikin. Lê li Mexrîbê ji ber hebûna gelek cureyên çûkan, ji ber ku ew stasyonek derbasbûnê ye ji bo çûkên koçber e, ev yek dihêle ku em bi pir rengiya biyolojîkî û her weha çûkên niştecîh jî bêtir çûkan bigirin.”

Seîda Bona bal lê kişand ku ew îlhamê ji xwezayê digre û wiha got: "Ev fersendek dide wênekêşan ku wênekêş li bedewiya bêdawî ya xwezayê bifikire.” Saida Bona destnîşan dike ku bedewiya xwezayê alîkariya wê kiriye da ku ew jêhatîbûna xwe di warê xêzkirinê de jî pêş bixwe û niha hemû serpêhatiyên ku di nav xwezayê de dijî an jî dibîne li ser tabloyan xêz dike.

Serdana herî mezin rezervên xwezayê yên cîhanê bikin

Helîma Bosedîq, profesora Zanistên Jiyan û Erdê, ji qonaxên destpêkê yên jiyana xwe pê ve bi jîngeha kovî ve mijûl bû. Ew li gundekî tijî çivîk û nebatên cihêreng mezin bû ku xeyala wê geş kir û xwesteka wê ji bo şopandina kêliyên li xwezayê zêdetir kir.

Helîma Bosedîq heta ku sê zarokên wê mezin bûn nekarî hobiya xwe bi awayekî profesyonel bimeşîne û karîbû ji karê xwe yê profesora zanistên jiyan û erdê li saziyeke perwerdehiyê ya li Marrakechê teqawît bibe.

Helîma Bosedîq ya rûxmê ku dayika sê zarokan e jî dev ji xeyalên xwe berneda li ser hobiya xwe wiha got: "Min bi eşq û eşq peywira xwe ya mamostetiyê dikir. Li saziyên perwerdeyê yên ku min tê de ders dida, mîn klûbên hawirdorê ava kir û cihên vala veguherand baxçeyên nebatên derman û bîhnxweş. Bi vê yekê min xwest ku xwendekar sir û razên xwezayê keşif bikin û li bedewî û rengên nebat û heywanan matmayî bimînin û fêm bikin bextewarî dî tîştên hêsan de ye ku dîkarîn xwe bigihînin hemuyan û fêr bibin ku guh bidin lêdana gerdûnê.”

Di 2013’an de, Helîma Bosedîq ji perwerdehiyek di warê wênekêşiya jîngehê de, ku ji hêla Koma Lêkolînê ya Parastina Teyran li Mexrîbê ve hatî organîzekirin, wergirt ku ew endama Encumena Neteweyî ya wê bû. Di sala 2019’an de, wê Komeleya Wênekêşên Jiyana Kovî ya Mexrîbê damezrand ku heya roja îro hîn jî seroka wê ye.

Ew him li hundur û him jî li derveyî Mexrîbê gelek geriya û çû gelek deveran wekî Parka Dodge li Senegal, penagehek ewle ya çûkan û rezervgehek ku di sala 1981’an de ji hêla UNESCO ve wekî Mîrateya Cîhanî hate tomar kirin, piştre ew çû Hindistanê.