Jinên Tûnisê: Şîrketên Fosfatê gef li tendirustiya me dixwin
Jinên Tûnisê diyar kirin ji ber qirêjiya hewaya ku ji ber kargehên fosfatê yên li nêzî malên wan çêbûye pirsgirêkên tenduristiyê dijîn û ji bo vê yekê xwestin çareseriyeke lezgîn were dîtin.
ÎHLAS AL-HAMRUNÎ
Tunis – Fosfata ku herî zêde di pîşesaziya gubreyê de tê bikaranîn, li welatên wekî Mexrib, Tûnis û Cezayîrê tê îthalkirin. Her çendî madenên fosfatê ji bo welatan ji çavkaniyên girîng ên dahatê ne jî ji ber qirêjiya hewayê ya ku derdixe holê tenduristiya giştî dixe xeterê.
‘'Em bi toza ku li her derê belav dibe nefesê digrin'
Li Tûnisê li bajarên Metlaouî, Umm El-Arais, Redeef û El-Madhaila madenên fosfatê hene. Jina bi navê Alkamle El-Hacac diyar kir ku ji ber madenên fosfatê yên li nêzî mala wê pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û wiha got: “Heta sînga min êşeke giran hebû. Min ferq kir ku ez nikarim bêhnê bistînim. Her roj em bi dengê motorên şîrketê radizên û şiyar dibin. Em bi toza ku ber bi ezman ve hildikişe û bi lez li her derê belav dibe nefesê digrin. Toza ku dişibe qûma reş û piçûk li malên me belav dibe.”
‘50 sal in em di warê pîşesaziyê de kar dikin’
Tozeur Silêman diyar kir ku hevjîna wê di fîrmaya fosfatê de dest bi kar kiriye zêdetirî 50 sal in li herêma Hay El Amalê dijîn û wiha got: “Dema Şîrketa Gafsa Fosfatê hat avakirin, em tevî malbata xwe derbasî vê qada pîşesaziyê bûn. Di wê demê de, yekîneyên şîrketê ne ewqas zêde bûn û ne evqas nêzîk bûn. Bi salên derbas bû re fîrmayê hîlberîna xwe zêde kir. Ev yekîne ewqas berfireh bûne ku em tenê bi dehan metreyan ji wan dûr in. Yekîne 24 saet kar dikin û teqemeniyên ku deng derdixin me aciz dikin. Her wiha dûman û toz bêhna nexweş çêdike û zirarê dide tenduristiyê.”
‘Em wexta xwe bi paqijiyê derbas dikin’
Tozeur Suleyman got ku ew hemû wexta xwe bi paqijkirina toza ku li hemû malê belav dibe derbas dike û wiha got: “Lê ev yek tu feydeyê nade. Ji ber ku berdewamiya xebatên şîrketên fosfatê, piştî paqijkirinê çend saniyeyan dîsa xaniyên me qirêj dibin.”
‘Li hemberî qirêjiya pîşesaziyê jin bê parastin in’
Çalakvanê Jîngehparêz M.H diyar kir ku fosfat ji ber bandora xwe ya kîmyewî dibe sedema qirêjiya avê û ziyanê digihîjîne sektora çandiniyê û got ku bi taybetî li zozanan û li ser darên fêkiyan zirareke mezin çêdike. M.H destnîşan kir ku jin jî ji qirêjiya pîşesazî ya ku li taxa El-Amalê ji ber gazên ji dûmana fabrîqeya Şîrketa Gafsa Fosfatê ya li bajarê Metlaoyê derdikeve bê parastin in.
‘Pençeşêr zêde bûye’
M.H got ku gazên derketine bi jehrî ne û wiha berdevam kir: “Hewaya qirêj a ji madeyên fosfatê dibe sedema gelek cureyên penceşêrê, bi taybetî pençeşêra pişik û mîzdankê.”
'Tenduristiya kesên li herêmê dijîn di xetereyê de ye'
Şîraz Belhassan jî der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber kargehên fosfatê derdikevin de agahî da. Şîraz Belhassan, anî ziman ku gelek jin tûşî nexweşiyên kronîk dibin û wiha got: “Navxweşiyên curbecur diqewimin, di nav wan de enfeksiyonên riyên bêhnê, osteoporoz û gelek nexweşiyên çerm derdikevin holê. Ji ber gazên ku ji qadên pîşesaziyê derdikevin tenduristiya mirovên li herêmê dijîn di xetereyê de ye.”
Şîraz Belhassan bal kişand ku hê jî xebatek ji bo pêşîgirtina li qirêjiya jîngehê ya ku tehdîda tenduristiyê dike li herêma Gafsayê û bi taybetî li bajarên nêzî hewza madenê nayê kirin û wiha got:
“Ev rewş pirsgirêkên gel zêdetir dike. Em jin ji ber xebatên derxistin û veguherîna fosfatê ku li nêzî malên me tên kirin, di warê tenduristî û jîngehê de bedêlên giran didin. Niha ji bo kêmkirina bandorên wan ên neyînî pêwîstiya me bi çareseriyên lezgîn heye.”