Jinên Metlouiyî di navbera sergoyan û sersariyê de asê bûne
Jinên Metlouiyî tenê li hember sergoyên li her derê têkoşîn nameşînin, her wiha li hember cudaxwaziya hawirdorî û civakî jî dengê xwe bilind dikin. Jin dixwazin li hawirdorek paqijtir û biewletir bijîn û mafê wan ê jiyana mirovane bê parastin.

ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis- Jinên ku li taxên kêleka bajarê Metlouiya Tûnisê dijîn, li hember felaketek hawirdorî ya ku her roj mezintir dibe, têkoşînek bêdeng dimeşînin. Qadên ku bermayî rasterast lê tên rijandin, dibin sedema vê felaketê. Li herêmên ku dûrî navenda bajêr in û xizmetên bingehîn hema bêje qet naghê wan, jin bi sergoyan, kêmbûna hîjyenê û nexweşînên têger re rûbirû dimînin. Rola şaredariyê jî di asta tunebûnê de ye. Şertên xirab ên jiyanê li aliyek, ev rewş ji bo tenduristiya gel, bi taybetî jî jinên ku neçar in bi tenduristiya zarokên ku bi van bermayiyan re dijîn re mijûl bibin, xetereyek mezin e.
‘Ev qad bûye sergo’
Salma Saîdî ya 36 salî jî yek ji van jinên li Metlouiyê dijîn e. Salma dibêje ku “Em bi pirsgirêkek mezin re rûbirû ne. Em jin, li taxek kevn dijîn û li vir pergalek bi rêkûpêk a ku çopan kom bike tuneye. Em her roj çopan kom dikin, dikin tûrikan û datînin nêzî xwe. Ev qad êdî veguherî sergoyek ku herkes rasterast çopên xwe tîne û davêje.”
‘Em ji bo xwe û zarokên xwe di nav fikaran de ne’
Salma, diyar dike ku ev herêm ji aliyê şêniyên taxên derdorê ve jî tê bikaranîn û bişev pisîk û kûçik lê kom dibin. Salma ya ku ji Taxa Hêvî ye, dibêje “Em ji bo xwe û zarokên xwe di nav fikaran de ne. Em êdî newêrin bi saxî û silametî derkevin derve jî. Em gelek êş û azaran dikşînin. Jinên taxê kom dibin, çopan kom dikin û dişewitînin, lê dûyê ku jê derdikeve, bêhn û zirarek mezin dide. Lewma jî rê li ber felaketek hawirdorî ya nû vedibe. Tenduristiya me xirab bû, çermê me ziwa bû, hêza canê me ya li hember nexweşînin, kêm bû. Ev avhewaya hişk, bi bandora qadên ku bûne sergo û bermayî lê tên rijandin, xirabtir bû.”
‘Em nikarin nefes bistînin’
Jina bi navê Moubarka bint Muhammed jî, diyar dike ku lodên bermayiyên li derdora wan zirarek mezin dide tenduristiya wan. Moubarka wiha dibêje: “Ev sergo bûne qadên ku kermêş lê çêdibin. Lodên çopan bandora neyînî li nefesa me dike. Çopên ku bi rojan nayên berhevkirin, nahêlin em nefes bistînin. Ne em dikarin bişev razên ne jî biro. Li taxê nexweşîn belav bûn. Dûmana çopên ku em dişewitînin jî xeterek cuda ye.”
‘Şirketa fosfatê bermayiyên xwe datîne’
Moubarka, dibêje ku dûrî navenda bajêr in lewma çop zêdetir kom dibin û felaketa dawî ya ku hatiye serê wan bibîr dixe. Moubarka diyar dike ku piştî vê felaketa lehiyê pire zirar dîtine, ev jî bûye sedem ku çop bê kontrol li herêmê bên valakirin. Moubarka wiha dibêje: “Em naxwazin li nêzî malên xwe bermayiyan vala bikin. Lê şirketa fosfatê ya ku taxa me dorpêç kiriye û bermayiyên wê yên madenê, ji me re çareseriyek din nahêle.”
‘Şaredarî li me napirse’
Zîna bint Ahmed jî behsa sergoya ku tenê çend metre li dûrî mala wê ye dike û wiha dibêje: “Derdora me ji her aliyî ve bi çopan hatiye dorpêçkirin. Şaredarî qet li me napirse. Em ji neçarî çopan dişewitînin, lê bêhna wan jî zarokên me bê nefes dihêle. Havînê ev rewş xirabtir dibe. Kermêş, kêzik, bêhnên pîs, me bêzar dikin. Ev sergo, bûye stargeha kûçikên bê xwedî jî. Lewma jî bişev xetertir e.”
‘Mêr xwe nêz nakin jin barê jiyanê digirin ser milê xwe’
Zîna, diyar dike ku li sergoyê mar hatine dîtin û çendekî beriya niha zarokek rastî êrîşa kûçikan hatiye. Zîna wiha dibêje: “Zarok êdî nikarin li vir bilîzin. Ev sergo ji bo ewlehiya wan rasterast xeterek çêdike. Marek ket hundirê mala cîranek me jî. Yên ku ji vê pirsgirêkê herî zêde zirar dibînin, jin in. Em çopan bar dikin. Yên ku rasterast hewaya qirêj dikşînin hunavên xwe, em in. Mêr xwe nêzî van herêman nakin, piraniya wan li kafeyan rûdinîn. Jin hem li derve çopan dikşînin û hem jî li malê barê malê digirin ser xwe. Ev bi salan e em bi toza fosfatê re dijîn. niha jî xetereyên ji ber sergoyê li vana zêde bû. Ev rewş xetertir bû. Ger ku tavilê dest navêjin vê pirsgirêkê, ewê rewş xirabtir bibe.”
Bang li rayedaran dikin
Ev jin dixwazin ku ji bo taxên wan eleqeyek mezintir bê nîşandan, wek herêmên nêzî navenda bajêr xizmeta berhevkirina çopan ji wan re jî bê dayîn. Jin dibêjin bila konteyneran deynin nêzî malên wan û bi rêkûpêk bên valakirin. Jin dibêjin “Êdî em nikarin li hember vê rewşê nikarin bisekinin. Ev sergo ji bo tenduristiya me, -bi taybetî jî zarokên me- xeterek rasterast e. Em li bendê ne ku rayedar bi awayek lezgîn û mayînde çareseriyek bibînin.”