Jinên ji gundê Kanîkanê: Gundê me berê hat şewitandin, niha jî dê di bin avê de bimîne

Jinên ji gundê Kanîkanê yên ku dibêjin dê ji ber bendava Farqînê malên wan di bin avê de bimîne û gotin: “Gundê me di salên 90’î de hat şewitandin û niha jî bi bendavê re em neçar dimînin ku koç bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Çêkirina Projeya Bendava Farqînê ku duyemîn projeya herî mezin a avdanê ya Tirkiyê tê binavkirin, dê dawiya îsal biqedê. Bi ketina fealiyetê ya projeya ku ji 8 bendav û 23 tesîsên avdanê pêk tê re, li herêmê zêdeyî 50 gund û zeviyên çandiniyê yên di navbera Farqîn, Licê û Qulpê de cih digrin, di bin avê de bimîne. Gundiyên ku teklîfa pereyan ku ji bo bendava ku tê payîn piştî çêkirina wê bi dawî bibe bikeve fealiyetê, malên xwe yên ku dê di bin avê de bimîne biterikînin qebûl nakin. Têkildarî vê mijarê welatiyên gundê Kanîkan nêrînên xwe parve kirin.

Mala ku bi destên xwe çêkiriye dê di bin bendavê de bimîne

Raîfe Gulsûm da zanîn ku bi bendavê re 2 caran neçar mane ku koçber bibin û got: “Ji ber bendavê em neçar man ku ji gundê xwe 2 caran koçber bibin. Di salên 90’î de ji ber valakirina gundan, gundê me hate şewitandin û bi salan em ji gundê xwe qutbûn. Mala ku piştî bi salan me bi destê xwe çêkiriye dê vê carê jî di bin bendavê de bimîne. Em naxwazin li vir bendav werê çêkirin, ji ber bi bendavê re dê mal û axên me di bin avê de bimîne. Her wiha dê rêya me bibe du rê, em cihekî û xizmên me dê cihekî bimînin. Ev bendav dê ji me re ne xêr, dê felaketê bîne. Herkes dibêje av werê dê wiha bibe, lê ev av kêrî min nayê. Mala min a ku min bi salan bi destê xwe çêkiriye, dê ji destê min biçe.”

“Dibêjin, axa bav û kalên xwe bi pereyan bidin”

Raîfe Gulsûm wiha bertek nîşanî polîtîkaya koçberiyê ya bi bendavê re tê meşandin parve kir: “Ez naxwazim ji ber bendavê mal û axa xwe berdim. Pere pêşkêşî me dikin, lê kijan pere zaroktiya me û gorên me bide me? Ev der cihê bav û kalên min in, cihê malbata min a ji dayikbûye û mirin e. Ez ê wan bihêlim û herim kuderê, em naxwazin ji vir derkevin. Vê bendavê ne tenê em, yên ku li vir dijîn kes naxwazê bê avakirin.”

"Em piştgiriyê nadin vê bendavê û naxwazin"

Xerîfşah Gulsûm jî bertekê xwe wiha anî ziman: “Me carek dev ji gundê xwe berda û tişta ku me jiyan nekir nema. Me tucar jiyanek rehet nedît. Ger niha bendav werê him gundê me, him jî ax û gulîstanên me hemû di bin avê de bimînin. Dê rêya çûn û hatina ajal û mirovên me bê girtin. Mala me ku me di 20 salan de çêkir, dê ji destê me herê. Ev bendav ji bilî kesên berjewendiya wan heye, ji tu kesan re xêr naynê. Em weke gelê herêmê piştgirî nadin vê bendavê û naxwazin bê avakirin.”