‘Jina bi Sîwan’ peravên Tûnisê diparêze

Wafa El-Beledî ya wek ‘Jina bi Sîwan’ tê nasîn, bi rêya kampanyayên paqijiyê yên ku dimeşîne, hem tevkariya başkirina hawîrdorê dike û hem jî armanc dike girêdana civaka herêmî ya bi derya û peravê re ji nû ve xurt bike.

ÎXLAS EL-HEMRONÎ

Tûnis- Li quncikek bêdeng ê taxên berbajarê, li cihê ku derya û bejahî dighîjin hev, tecrûbeya Wefa El-Beledî wekî mînakek ji xebatên dilxwazî derdikeve pêş. Wefa El-Beledî, hezkirina xwe ya ji bo civaka xwe ya herêmî, vediguherîne însiyatîfên berdewam û pratîk. Hewl dide ku parastina peravê bike berpirsyariyeke hevpar a niştecihên herêmê.

Wafa El-Baladî ya xwendina xwe ya bilind di qada bazirganiya elektronîk de qedand, rêwîtiya xwe bi fikreke sade da destpêkirin, fikreke ku ji daxwaza pêkanîna guhertineke berbiçav derdiket. Wefa El-Beledî, derbarê vê mijarê de wiha got: “Me xwest em cihekî ku hatiye paşguhkirin û tijî çop e bibînin, paqij bikin, veguherînin qadeke bi ewle û piştre li wir çalakiyên hunerî an jî werzişî li dar bixin. Li ser bingeha vê însiyatîfa takekesî, li navenda bajarokê Hammam-Lifê kampanyayên paqijkirinê hatin destpêkirin. Ev hewldan tenê bi komkirina çopan sînordar re nema, di heman demê de ji bo pêşxistina çanda parastina hawîrdorê, çalakiyên hişyarkirinê jî hatin meşandin.”

Wefa El-Beledî, li ser medyaya dîjîtal bangên dîtina dilxwazan kir, beşdaran anî cem hev û piştrast kir ku ev însiyatîf bibe hewldaneke kolektîf û berdewam. Bi vî awayî, çalakiyên paqijkirinê yên demsalî an jî demkî, veguherî çalakiyên meydanî yên birêkûpêk ku hejmareke mezin a dilxwazan tê de cih digirin.

‘Me sindoqên çopê yên dostê hawîrdorê çêkir’

Wefa El-Beledî, behsa hewildana xwe ya "Parka Şîn" a li bajaroka Hemam El-Enf jî kir û diyar kir ku dilxwazan bi karanîna materyalên wekî plastîk, kaxez û lastîkên kevn ên dikarin bên vezîvirandin, sindoqên çopê yên dostê hawîrdorê çêkirine. Wefa El-Beledî, da zanîn her wiha lastîkên erebeyan ên kevn hatine paqijkirin, boyaxkirin û xemilandin û piştre veguherandin sindoqên çopê.

Wefa El-Beledî, wiha got: "Ji vê demê û vir ve em xebatên xwe didomînin û bipêş dikevin. Em qet ranewestiyan. Heta pêvajoya ku me di kampanyayeke paqijiyê jî organîze nedikir de jî, baldikşand ser amadekirina wan amûrên ku ji bo xebatên me yên dilxwazî pêwîst in. Bi alîkariya hesinfiroşekî herêmî, me parzûnek bi destan çêkir. Her wiha, me bermîl kirin du parçe, destik lê zêde kirin û kirin sindoqên çopê yên metal. Me ev sindoq li seranserê perava Hemam El-Enf bi cih kirin. Niha deh sindoqên din jî amade ne ku li perava taxên başûr bên bicihkirin."

Komê di çarçoveya çalakiyên xwe yên werzişî de, piştî paqijkirina hawîrdorê, li pêşiya Kazînoya Hemam El-Enf ya yek ji cihekî dîrokî yê navdar e li Tûnisêü maçeke hentbolê organîze kir. Wefa El-Beledî, ragihand ku ev xebat rojeke berdewam kiriye û karê paqijkirin, rakirina giyayên zêde, parzûnkirina qûmê û komkirina çopê hatiye kirin.

Jina bi sîwan

Wefa El-Beledî, piştî vê tecrûbeya li qadê, nasnavê "Jina bi Sîwanê" wergirt. Ev nasnav, bi hebûna wê ya berdewam û rojane a li cihên xebatê re bû yek. Wefa El-Beledî, axaftina xwe wiha domand: "Ez ji serê sibê heta êvarê dixebitîm. Dema hewa pir germ dibû, ji bo ku bikaribim tevger bikim û xebata xwe bidomînim, min sîwanek digirt gel xwe. Çîroka min a 'Jina bi sîwan’ bi vî awayî dest pê kir."

Wefa El-Beledî anî ziman jinek, ji bo ku xebatên wê pîroz bike û wê teşwîq bike, sîwanek zîv diyariyî wê kiriye.

‘Xebata dilxwazî berpirsyariyek domdar e’

Wefa El-Beledî ya ji Tûnisê, bang li jinan kir ku bi wêrekî û biryardarî beşdarî kampanyayên paqijkirina hawîrdorê bibin û diyar kir ku paqijkirina hawîrdorê bi qasî paqijkirina mala mirov girîng e. Wefa El-Beledî, tekez kir ku ev yek him li hemberî civakê û him jî li hemberî xwezayê berpirsyariyek e û destnîşan kir ku diyar kir ku kampanyayên paqijiyê û hişyariya hawîrdorparêziyê divê ne tenê di demsalên taybet de, di dirêjahiya salê de bên meşandin. Wefa , da zanîn ku parastina hawîrdorê bi demsakeke diyarkirî ve sînordar nîne.

Wefa El-Beledî, balkişand ku xebatên hawîrdorparêziyê yên dilxwazane, berpirsyariyeke neteweyî û civakî ye. Wefa bang li jinan kir ku di parastina hawîrdorê û pêşxistina jiyana civakî de rol bilîzin û bi awayekî çalak beşdarî hewldanên kolektîf bibin.