Jin barê guherîna avhewayê hildigirin
Pisporên jîngehê yên Lîbyayî diyar kirin ku herî zêde jin ji xetereyên guherîna avhewayê bandor dibin û destnîşan kirin ku ew vêya, wek pirsgirêkên cidî yên civakên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, dibînin.

HINDIYÊ EL-EŞÊBÎ
Lîbya – Li gorî Navenda Pêşerojê ya Lêkolînên Pêşketî, di salên dawî de li ser guhertinên jîngehê li gelek herêman fikarên cîhanî zêde bûne. Her wiha zêdebûneke girîng di bûyerên karesatên xwezayî yên bi guherîna avhewayê ve girêdayî de çêbûye. Ev, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi taybetî zêde bûye.
Jin bi riya pêşengiya guhertina reftaran a di nav malbatan de, beşdarbûna di çandiniya domdar û rêveberiya çavkaniyên xwezayî de, pêşvebirina nûjeniya di teknolojiyên kesk de û beşdarbûna di pêvajoyên biryargirtinê yên têkildarî avhewayê de, di şerê li dijî guherîna avhewayê de roleke girîng dilîzin.
'Jin û ciwan hêza sereke ya belavkirina çanda guherîna avhewayê ne'
Şêwirmenda hiqûqî û pispora bernameyên pêşketina domdar ên "Şebab" Rîma El-Masmarî, got ku guherîna avhewayê yek ji pirsgirêkên herî cidî û girîng e li ser asta herêmî û navneteweyî û ji bo kêmkirina xetereyên wê, bi hewldanên hemû welatên cîhanê ve girêdayî ye. Rîma El-Masmarî wiha axivî: "Saziyên civaka sivîl divê bixebitin da ku bi pêşketinên li cîhana navneteweyî re hevaheng bin û bername û çalakiyên cûrbecûr organîze bikin ku vê pirsgirêkê çareser dikin. Bi armanca hişyariya di nav jin û ciwanan de, li hemû bajar û herêmên Lîbyayê zêde bikin. Jin di nav komên ku herî zêde ji bandorên guherîna avhewayê bandor dibin de ne. Bi taybetî li deverên gundewarî û çandiniyê ku ew ji bo dabînkirina debara xwe, xwe dispêrin çandinî û çavkaniyên avê. Pêwîstiya hişyarkirina jin û ciwanan heye, ji ber ku ew hêza sereke ya belavkirina çanda guherîna avhewayê di civakê de ne."
Jin di nîvê hilberîna xwarinê ya cîhanê de beşdar dibin
UN Women destnîşan dike ku jin di nîvê hilberîna xwarinê ya cîhanê de beşdar dibin û beşdariya wan li welatên pêşketî dighîje nêzî ji sedî 80’yî. Bi saya ezmûna xwe ya wek cotkar, wan bi pejirandina çandiniya domdar, bikaranîna tovên berxwedêr ên ziwabûnê, sepandina teknîkên çandiniyê yên bandora kêm û rêveberiya axa organîk, ji bilî serkêşiya însiyatîfên ji nû ve çêkirin û vejandina daristanê li ser asta civakê, jêhatiyên çareserkirina bandorên guherîna avhewayê û xwe li gorî wan adapte kirine.
Rola jin û ciwanan a di hişyarkirina ji bo ekolojiyê de
Lêkolînera akademîk a pispor di nirxandina bandora jîngehê de Menal Kamêl, piştî karesata Dernayê ya 2023'yan ku ji ber guherînên ji nişka ve yên avhewayê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, axivî. Menal da zanîn ku jin û ciwan di hişyarkirina li ser xetereyên guherîna avhewayê de, bi taybetî li Lîbyayê, roleke girîng dilîzin û wiha vegot: "Jin û ciwan di xebatên jîngehê de pêşeng in. Ew jî bi beşdariya xwe ya çalak a di însiyatîf û projeyên têkildarî pirsgirêkên avhewayê de û bi beşdariya xwe di şekildayîna encamên aştiya jîngehê de, ku pêdivî bi piştgirî û perwerdehiya berdewam heye. Her wiha hewlên rêxistinên civaka sivîl ji bo organîzekirina kongreyek cîhanî li ser xetereyên guherîna avhewayê ya li herêmê, didomin. Ew jî bi riya dabînkirina piştgiriya mirovî û xizmetên psîkolojîk û civakî ji bo kesên ku di dema karesat û krîzan de bandor bûne pêk tê."
Herî zêde jin ji guherîna avhewayê bandorê dibin
Hêjayî bîrxistinê ye ku UN Women diyar dike ku krîza avhewayê cudatiya zayendî zêde dike û wiha dibêje: “Jin û jinên ciwan herî zêde ji bandorên wê bandor dibin. Bi taybet jî debara jiyanê, tenduristî û ewlehiya wan dikin xeterê. Li gorî Perspektîfa Zayendî ya 2024'an, guherîna avhewayê dikare heta sala 2050'î 158 milyon jin û jinên ciwanên din bike nav xizaniyê, ku ev hejmar li gorî hejmara mêr û kurên bandordar 16 milyonî zêdetir e.”