'Ji bo em bikaribin bêhnê bigrin divê daran biçînin û biparêzin'

Hevseroka beşa ekolojîk a Şaredariya Gel a Til Temirê Meha Mihemed girîngiya pêşxistina çanda çandina daran di nav civakê de anî ziman û da zanîn ku dar, pişikên jiyanê ne divê werin çandin û parastin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Beşa ekolojî bingehê Şaredariya Gel e. Paqijiya jîngehê yek ji stûnên avakirina pêşerojê ye. Dema ku jîngeh paqij be, ev dibe diyariya bedewî û bi tendurist a ku ji nifşên pêşerojê re tê pêşkêşkirin. Paqijiya bajar tenê nakeve ser milên karkeran, ev erkek exlaqî û şaristanî ye, di heman wextê de dibe berpirsyariya hemû kesên ku li bajar dijîn. Dar, xwedî roleke mezin in û ji bo başkirina kalîteya hewayê divê werin çandin û parastin.

Ji lewre beşa ekolojîk a Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojane ruxmî derfetên kêm jî di nava liv û tevgerê de ye. Li ser mijara girîngiya paqijiyê û çandina daran, hevseroka beşa ekolojîk Meha Mihemed ji ajansa me re axivî.

Mêkûka Şaredariya Gel ekolojî ye

Meha Mihemed got ku ekolojî ji girîngtirîn beşan e di Şaredariya Gel de roleke aktîf di warê bedewî û paqijiyê de li bajar dilîze û wiha domand: "Beşa ekolojî bingeh e. Xebatên paqijiyê ji demijmêr 06:00 sibehê li kolan, çerxerê û riyên sereke yên bajar dest pê dikin. Çopên malan, bazirganî, pîşeyî û çopên tenduristî jî rojane ji ber mal, dikan û nexweşxane û navendên tenduristiyê yên bajar tên komkirin û li derveyî bajar li cihekî taybet, cuda cuda tên şewitandin. Her wiha ji bo bêbandorkirina kêzik û mêşên ku zirarê didin tenduristiya mirovan, di havînê de em dermanan li malan direşînin."

Îsal çend dar û çi cureyên wan hatin çandin?

Meha Mihemed da zanîn ku îsal tenê wan zêdetirî hezar darên ku bêav çêdibin çandine û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Îsal tenê me zêdetirî hezar dar di nava bajar, riyên wê yên sereke, park, çerxerê, qad û li goristana şehîdan çandin. Bi taybetî darên xurmeyan û çend cureyên din ên ku zêde avê naxwazin me çandin, ji ber avhewaya îsal ji sala borî cuda ye. Sala 2024’an ji salên herî germahiya wê bilind e, di vê germahiyê de jî em krîza avê dijîn ji lewra em neçar in darên ku avê naxwazin û demdirêj bijîn, biçînin."

‘Armanca me jîngehek paqij û bi tendirûst e'

Meha Mihemed bal kişand ser çanda çandina daran di nava civakê de û bi gotina 'lawaz' pênase kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Yek ji erkên şaredariyê xweşkirina bajar bi çandina daran e, weke şaredarî heta ji dest me tê em diçînin lê belê çanda çandina daran di civakê de lawaz e. Sedemên wê jî ji aliyekî ve xwe dispêre krîza avê ya ku ji ber qutkirina stasyona Elok çêbûye. Dar pişika jiyanê û bajar in, ji lewre pêwîst e em her dem hewl didin wê kesk bihêlin, ji ber di guherîna avhewayê de roleke aktîf û erênî dilîzin. Armanca me jîngeheke paqij û tendurist e, çiqasî civak çanda çandina daran bi pêş bixin ewqas ji nexweşiyan tên parastin û bajar jî tabloyeke bedew dide. Her wiha me qedexe kiriye ku dar werin birîn û li şûna wê mal werin avakirin, ger werin birîn jî divê li şûna wê darek din were çandin."

‘Em bi hev re bajarê xwe bedew bikin'

Meha Mihemed da xuyakirin ku divê civak ji bo bêhngirtinê ango darên ku ji bo mirov bi qasî pişikê girîng in jêneke û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Çend mehên din êdî wê zivistan were, dibe ku sotemenî mazot neyê peydakirin ji ber ku em di rewşeke şer de dijîn lê di vir de divê ku civak baldar be, daran nebire û ji bo şewitandinê bi kar neyne. Em daran nebirin û hewaya bajar û gundên xwe qirêj nekin. Em bi hêvî ne ku civak ji me re alîkar be, em bi hev re tabloyeke bedew bidin bajarê xwe."