Ji ber bahoza Remal zêdetirî miyonek kesan zirarê dît

Ji ber bahoza Remal li peravên Bangladeşê û Rojhilatê Hindastinê, di nav de zarokek ku hebû herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî milyonek kes ji malên xwe hatin tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan- Bahoza Tropîkal a Remal weke bahoza herî mezin a cîhanê hatiye binavkirin, li Hindistan û Bangladeş rabû. Ji ber bahozê herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî milyonek kes ji malên xwe hatin tehliyekirin.

Ji ber bahozê kehrebeyê nadin herêmê. Di heman demê de ji ber bahozê hejmarek zêde dar hatin birîn, malan xisar dît û gundên gravan di bin avê de man. Hat ragihandin ku Deltaya Sundarbans ku di nava herdu welatan de hat parvekirin, setên parastinê ji ber çûnhatinê bilind derbas kir û xisar dîtin.  Li Rohingya ya li Myanmarê ji ber mirovên ku xwe spartine Bazara Coz ya Bangledeş çêkerên ne saxlem bi taybetî di rewşa ne parastî de ne. Balafirgeha Kaluta ya Hindistanê roja Yekşemê piştî nîvroyê xebatên xwe rawestand, 50 seferên nava welat û ji derveyî welat betal kir.

Pisporê avhewa ya Bangladeşê Liakath Alî diyar kir ku li gelek cihan av bilind bûye û sîstema drenaj zoriyê dikşîne û got: “Gelek mirov asê man. Di şevek de bi milyonan mirov bê kehrebe û bê cih m. Em nizanin çiqas mirovan ji malên xwe bûne û çiqas lawirên wan ziyanê dîtine.”