“Heskirina gulan bêhna mirov fireh dike”

Fatma Kara ya ku gelek ji gulan hez dike ev 20 sale ji ber heskirina xwe ya ji gulan re her sal qotiyên wan vale dike û weke zarokek nu ji dayik bûyî temaşeyî gulên xwe dike.

HÊVÎDAR TALÎ
Musil - Kesên li gundan ji ber di nava şînatiyan de mezin dibin, bi şînatiyan ve tên girêdan û bê şînatî nikarin jiyana xwe dom bikin. Ev li bajarekê dibe yan jî li metrepolan be, herî zêde jî jin hesreta xwe ya bax û bîstanên xwe yên mezin di nava malan de bi qotiyên biçuk ên gulan derbas dikin. Welatiyên ji gundewarên Botanê ji ber êrîşên dewleta Tirk berê xwe dane koçberiyê û niha li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn jî ji nava daristanê Botanê yên mirov têde winda dibin bi carekê re ketin nava çolistanê. Ji ber hînî deverên wiha ziwa û zer nebûyî bûn, gelek nexweşiyên cuda pêre derketin. Piranî jî giliyê nexweşan ji çavê wan bû. Dema bi ser hev gazindên ji bo çav diçin ber destê bijîşk, êdî bijîşk hîn dibe ku bi carekê re erdnîgariyek pir cuda guherîne û çavê wan tehmûl nake. Dema vê rewşê hîn dibin êdî dest bi çandina şînahiyê dikin û li cihê nikarin ava vexwarinê peyîda bikin şînahiyê diçînin. Pêre bîran lêdixin, ji bîran jî ava ku gelek madeyên cuda têdene derdikevin, ji bo vexwarinê nabe lê ji bo avdaniyê dixebitînin. Li gel tama wê bîna wê jî têra xwe giran û nexweşe. Hinek şînatiyên dikarin li wê herêmê çêdibin diçînin û bîna xwe didin ser ji bo bikarin bijîn.
Ew devera zuha qet kesê nikaribû şînatiyek biçîne, niha derdora xwe hemû şîn kirine û hemjî rezên mêwan têde avakirine. Yek ji wan kesên ku bê şînatî jiyan nake Fatma Kara ya ku ji gundê Hîlale di nava mala xwe ya biçûk de bi derfetên kêm baxçeyek yê gulan daniye. Gulên renga reng li ber destê wê digihin û gelek xweş xwiya dikin. Weke zarokek nu ji dayik bûyî di baxçeyê xwede li gulan temaşe dike dibêje; ‘Ji ber heskirina min ya şînatiyê  ez ji zarokên xwe zêdetir temaşeyî gulên xwe dikim.’
“Her sal ez qotiyên gulên xwe di guherim”
 Fatma Kara destnîşan dike ji ber mereqa xwe ya ji gulan re baxçeyek biçuk çêkiriye û dibêje: “Eve 20 sale ez van gulan di çînim. Hema min ji xwe re kiriye mereq û gelek ez ji gul û şînatiyê hez dikim. Her sal ez qotiyên gulên xwe vale dikim û axa wan di guherim û zibil dixim navde. Her roj siharê ez weke zarokekê ku mirov divê heroj serê wê bişo ez berê xwe didim gulên xwe heta sala min temam dibe ez hertim av didim û sebra xwe pê tînim.”
“Min punga zozana aniye vêderê çandiye”
Fatma bal kişand ser bêhna xweş ya baxçeyê xwe û wiha dom kir: “Niha di baxçeyê min yê gulan de sê curên reyhanan heye. Yek ya bêhnê ye, yek reyhana reşe û yek jî em dixin nava xwarinê de. Şîlan jî her yek rengek yê wê heye. Min punga zozana aniyê vêderê çandiye em têxin nava xwarinê û bêhna wê jî gelek xweşe. Rojana bi dehan kes tên ez punga zozan didimê dibêjin dermane.  Hin ji ji ber keske çavê mirovan têr dike û hem jî sebre û bêhna baxçe û malê gelek xweş dike.” 
“Ji biçûkatî  heta niha hertim destê min di nava şînatiyan deye”
Fatma da diyar kir ku heskirina her mirovekê ji tiştek cuda re ji ber ez xelkê gundame ez ji gulan gelek hez dikim û pêde çû: “Hinek mirov keyfa wan ji gulan re tê, hinek jî keyfa wan ji keskatiyê re tê heskirina mirovan jî ji hevdû cuda ye. Em xelkên gundanin em di nava şînatiyan de mezin bûne, ji biçûkatî  heta niha hertim destê min di nava şînatiyan deye. Ji ber ez gelek ji şînatiyan hes dikim hertim ez bi şînatiyan ve mijul dibim. Ez siharê di rabim heta êvarê ji zarokan zêdetir ez temaşeyî gulên xwe dikim. Dema ez di nava gulan de weke ku ez di nava kesên ku jê hezdikim dene. Di nava gulan de ez xwe ji bîr dikim û bêhna min fireh dibe. Ez ji hemû gulan hez dikim, bes herî zêde ji pungê hez dikim. Hemû gul ciwanin tu ber kijan gulî nekevî  du rojan ew gul dimire.”
‘Her sihar hina tavê lê nedayî ez gulên xwe av didim’
Fatma Kara ya ku weke zarokek nu ji dayik bûyî li gulê xwe temaşe dike di dawiyê de dibêje: “Çawa dema zarokek nu ji dayîk dibe tu xudan bikî, gul jî wisane divê her roj yan siharê yan jî çvarê werin avdan. Ev 20 sale ez bi gulan ve mijul dibim her sihar hina tav nedayî ez temaşeyî gulên xwe dikim û av didim.”