‘Guhertina avhewayê bandorên xirab li ser jîndaran çêdike’

Pispora jîngehê Hanin Bouchoucha teqez dike ku guhertina avhewayê bandora neyînî li ser civakê çêdike û bi taybetî jin tevî hewldanên wan ên hişyariyê bi metirsiyan û encamên wan ên xirab re rûbirû ne.

HINDIYA Al-ASHEPY

Bingazî - Dema em li pirsgirêkên avhewayê yên li Lîbyayê mêze dikin dibînin ku gelek cuda ne wekî krîza kêmbûna avê, bejahî, pêlên germahiya salane li gel zêdebûna asta gelek diyardeyên din. Wekî ecacên ku di salên borî de zêde bûne ya dawî di Gulana borî de li piraniya bajaran bi rojan berdewam kir.

Guhertina avhewayê û qirêjiya jîngehî ji bo gelek jîndaran xeter e. Guhertina avhewayê bandorê li avê jî dike ku germahiya cîhanî kêmbûna avê li gelek herêman bêhtir dibe. Metirsiyên hişkesaliyê zêde dibin û ew jî bandorê li çandiniyê û berheman dike. Hişkesaliya jîngehê sîstema ekolojîk bi giştî lawaz dike.

Li Lîbyayê ji ber hişkesaliyê guhertinên mezin çêbûne

Pispora jîngehê û guhertinên avhewayê Hanin Bouchoucha dibêje ku ji ber hişkesaliya dema dawî li Lîbyayê rû daye û guhertinên mezin di barîna baranê de; ewlekariya xwarinê tune dike, hin malbatên ku xwe dispêrin çandiniyê û pîşeyên girêdayî jîngehê weke cotkaran û nêçîrvanan bê rêbazên jiyanî dimînin li gel bilindbûna bihayê xwarinê.

Guhertina avhewayê û bilindbûna pileya germahiyê bandorê li jîndaran dike

Guhertina avhewayê û bilindbûna pileyên germahiyê bandore li jîndaran dike, herî zêde jin û zarok bi metirsiyên guhertina avhewayê re rûbirû dimînin.

Ofîsa NY’yê ya koordînekirina kar û barên mirovî di raporekê de ev yek diyar: “Lîbya yek ji  dewletên cîhanê yê herî zêde rastî hişkesaliyê hatiye. Di encama kêmbûna ava bin erdê de li piraniya herêmên welat hişkahî çêbûye.” Her wiha di raporê de tevliheviyek kêşehewayî li hejmareke herêmên din ên li welat tomar kir ku ew jî rastî bahozên qûmê û lehiyan tên, ev jî gefeke mezin e ji bo pêşveçûna aborî ya domdar.

Tu stratejiyên hikumete tune ne

Di planên stratejîk ên hikumetê de ji bo guhertina avhewayê û metirsiyên li ser welat tu tiştek tune ye, ev jî neyênî bandorê li civakê dike bi taybetî li jinan.

Gelek civînên navneteweyî û forum sala borî hatin lidarxistin ji bo vê mijarê. Hanin Bouchouch derbarê mijarê de wiha go: “Ew rûniştin der barê wekheviya li ser bingeha regeza civakî bûn. Îro ji bo pêşerojeke domdar tên lidarxistin. Banga wan beşdarbûna jinan li hemû cîhanê bipejirînin ew jinên bi erka peydakirina rewşên cuda li gorî guhertinên avhewayê radibin û kêm dikin ji bo pêşerojeke domdar ji bo hemûyan. Rola jinan aktîf bi danûstandina bi avhewayê re heye. Jin rêveberên aktîf û çêkerên guhertinên girêdayî kêmkirina metirsiyên guhertina avhewayê ne.”

Hişyariyên li ser guhertina avhewayê

Der barê rola saziyên civaka sivîl di hişyarkirina metirsiyên guhertina avhewayê de Hanin Bouchoucha got: “Gelek rêxistinên li welat girîngî didin hişyarya bi metirsiyên avhewayê. Her wiha bi hemleyên çandina daran li nava bajaran û derve radibin. Hinek şaredariyên Lîbyayê foruman û kongreyên navxweyî li ser hişyarkirina welatiyan bi metirsiyên guhertina avhewayê li welat li dar dixin.”