Gola Urmiyê di bin metirsiya zuwabûnê de ye!

Gola Urmiyê ku yek ji mezintirîn golên şor ê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber ku gav neavêtina rayedaran, ket ber metirsiya hişkbûnê.

Urmiye – Piraniya gola Urmiyê ya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê zuwa bûye û tenê av li hinek golên avê maye. Ev guhertina pêkhate û taybetmendiyên gola ku rûbera wê piranî bi xwê hatiye girtin, bû sedema derketina bahoza xwê. Bahoza li derdora golê dibe sedema pirsgirêkên jîngehparêzî û tenduristiyê, lê tê payîn ku di pêşerojê de bahoza xwê ya dijwar bidome.

Pêvajoya heşanê herikîna avê xera kir

Yek ji sedemên sereke yên zuhabûna golê çêkirina pirekê li ser e. Komara Îslamî ya Îranê ji bo kêmkirina lêçûnên avakirinê rêya pirê bi madeyên wek qûm û kevir tijî kir. Vê pêvajoyê herikîna xwezayî ya avê xera kir û bû sedema girtina kaniyên di nava golê de. Bi vî awayî, golê zûtir dest pê kir zuwa bibe.

Çalakvanên jîngehparêzî gotin, hemû tişta ku rayedarên Îranê ji bo vejandina gola Urmiyê kirin, talankirina bûdceyan û nivîsandina planan li ser kaxezê bû. Li gel gelek bername û sozên rengîn jî rewşa golê nehate başkirin. Ev yek bêhesasiya wan a li hember yek ji mezintirîn karesatên jîngehê li Îranê nîşan dide.