Fehde Cewher taxa xwe bi rengê cuda yên kulîlkan xemilandiye

Fehde Cewher bi çandina kulîlk û nebatan taxa xwe ya piçûk veguherandiye cîhek ekolojîk û kêfê ji kêsên ku ziyareta taxê dikin re.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd – Fehde Cewher a 52 salî ji Trablusê (Bakurê Lubnanê) ye, taxa xwe veguherand bexçeyekî rengîn û cihekî xweş ku naşibe taxên derdorê. Ew hîn jî lênêrîna vî baxçeyî dike, ku wê bi însiyatîfek kesane ji sala 2014'an vir ve dest pê kir, ku taxên din ên nêzîk teşwîq kir ku ew jî dest bi vê însiyatîfê bikin û taxên xwe bi gulan bixemilînin. Fehde Cewher bandor li derdora xwe kir û jinên taxên nêzîkî taxa wê însiyatîfên bi heman rengî pêk anînû kulîlk û nebatên derman çandin. Têkildarî mijarê Fehde Cewher li ser bexçeyê xwe ji me re axivî.

"Min xwest  taxa xwe jî mîna taxên Îspanya û Îtalyayê xweşik bikim"

Fehde Cewher diyar kir ku ew dar û gulan diçînin da ku taxa xwe xweş bikin û wiha got: "Di sala 2014'an de min yekem dar çand ew jî dara zinzilext bû. Di destpêkê de komek xwendekarên zanîngehê hatin û projeyek wan li ser jîngeh, şaristanî û ji nû ve bikaranîna madeyan hebû. Xwendekaran awayên ji nû ve bikaranîn madeyan û çandiniyê fêrî me kirin. Em di televizyonê de li taxên gelêrî yên biçûk û teng ên li Îspanya û Îtalyayê ku dişibin taxên welatê me temaşe dikin ku çawa xelkê wê bi gul û daran taxên xwe xemilandine, min hizir kir ku çima em taxa xwe jî xweşik, xweş û paqij nakin. Min jin û zarokên taxê kom kirin û me hêdî hêdî dest bi lênêrîna taxê kir."

"Ez bi çêkirina xwarinê û ava gulan debara malbat xwe dikim "

Fehde Cewher da zanîn ku ji bo xweşkirina taxê çi ji destê wan bê ew ê bikin û li bendê nabin ku dewlet an şaredarî werin û taxa wan xweş bikin û wiha anî ziman: "Ji tiştekî sade em dikarin gelek tiştên xweşik çêbikin. Bila her yek ji xwe dest pê bike û bi israrê em dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Ya girîng ew e ku em biryar bidin û plan bikin ku em ê tiştekî bikin û paşê em dikarin wî tiştî pêk bînin. Ez hewl didim ku zarokan teşwîq bikim ku beşdarî çandiniyê û paqijiya taxê bibin, da ku di wan de nirxên bedew ên hezkirina ji ax, jîngeh û paqijiyê bidim çandin. Kesî di warê aborî de alîkariya min nekir. Ez bi karê destan û pîşesaziyên xwarinê û çêkirina ava gulan û dimsa hinaran debara malbata xwe ya ji pênc keç û xortekî pêk tê dikim. Ez alîkariya hevjînê xwe jî yê ku di şer de birîndar bibû dikim û me bi hev re dikaneke komiran vekir."

"Taxa me bi taxa gula tê naskirin"

Fehde Cewher anî ziman ku berî nirxê dolar bilind bibe wê gelek încaneyên gulan dikirî û di wan de gulên cûda diçand û wiha pê de çû: "Lê niha ez her tiştê ku ji bo çandiniyê guncav dibînim dikirim an jî ez wan ji zikanên xeratan kom dikim weke bermîlên biçûk ên ku xerat bi belaş dabû min. Ez qazanên hesin û tekerên kevn jî ji bo çandina şitlan û gulan bikar tînim. Taxa me bi taxa gula tê naskirin. Ez hin nebatên derman, bîhnxweş û tên xwarin jî diçînin, wek pîvaz, sîr, bîber û her wekî din. Ez van nebatan di xwarinê de bikar tînim. Bîranîna qurbanî û birîndarên teqîna bendera Beyrûdê bi çandina darekê di 4'ê Tebaxa 2020'an de nemir kir. Ez komek jin bi hev re dibin alîkar û xwarinê ji bo şahiyan amade dikin. Vê yekê di warê aborî û manewî de alîkariya bi sedan jinan kir."