"Em dixebitin ku bingehên jiyanê peyda bikin û pirsgirêkên jîngehê çareser bikin"

Koordînatora Projeya Dadweriya Jîngehê ya Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê Minyara Mecbrî destnîşan kir Projeya Dadweriya Jîngehê li ser sê xalan dixebite mafê avê, mafê jîngeheke saxlem û mafê pêşveçûna domdar.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Koordînatora Projeya Dadweriya Jîngehê ya Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê Minyara Mecbrî destnîşan kir ku proje ji bo baştirkirina asta jiyana welatiyan, dabînkirina bingehên jiyanê û çareserkirina pirsgirêkên jîngehê dixebite. Minyara Mecbrî di hevpeyvînekê de ji ajansa me re behsa êş û azarên jinên gundan ên ji ber kêmbûna avê û tevlîbûna zarokan di pêvajoya parastina jîngehê de û rêyên bidestxistina edaleta jîngehê kir.

Ji me re behsa Projeya Dadweriya Jîngehê ya ku hûn li ser dixebitin bike? Rola jinan di parastina jîngeheke saxlem û domdar de çi ye?

Proje li ser sê beşan hatiye dabeşkirin mafê avê, mafê jîngeheke saxlem û mafê pêşveçûna domdar. Bi rêya vê projeyê em hewl didin ku asta jiyana welatiyan bi pêş bixin û alîkariya wan bikin ku mafên xwe biparêzin, em dixwazin pirsgirêkên jîngehê çareser bikin û alîkariya tevgerên civakî bikin. Her wiha em hewl didin ji bo guhertina polîtîkayên têkçûyî yên hikûmetê pêşniyaran bikin û alternatîfek pêşkêş bikin. Jin di parastina jîngeheke saxlem û domdar de roleke girîng dilîzin. Di çarçoveya veguhertina jîngehê de, jin dikarin tevkariyê li berhevkirina bermayiyan û kêmkirina wan li kolanan bikin, ji ber vê yekê em çûn cem jinên taxên gelêrî û me bi hejmarek ji wan re têkilî danî û li ser pêwîstiya parastina jingehê û mafên wan ên jîngehê bi wan re axivîn da ku ji zarokên xwe re bibin nimûne.

Ji bo bidawîkirina êş û azarên jinên gundan ji bo bidestxistina ava vexwarinê hûn çi çareyan pêşniyar dikin?

Zehmetiya peydakirina avê êşeke din a jinan e, ku em di çarçoveya Projeya Dadweriya Jîngehê de li ser wê dixebitin. Me fîlimek li ser zehmetiyên jinan ji bo peydakirina avê amade kir. Hin jin hene ku rêyên dûr û dirêj dimeşin da ku avê peyda bikin û rastî gelek zehmetiyan tên. Zextên rojane yên ji bo peydakirina avê bandorên psîkolojîk li ser jinan dike. Tevî behsa azadî û mafên jinan tê kirin, lê jin bi taybet jinên li gundan hîna jî gelek êş û azaran dikşînin û ji ber vê yekê jinan ji bo daxwaza mafên xwe dest bi xwepêşandanan kirin.

Ji bo parastina jîngehê bernameyên ji zarokan re çi ne?

Me li ser teserûfa avê û mafê jîngeheke saxlem û parastina jîngehê atolye li dar xist, me ji zarokan re got ku mafê wan ê vexwarin û bikaranîna avê heye, lê di heman demê de berpirsiyariya parastina avê jî dikeve ser milê wan. Ji bo ku em di jîngeheke tendurist de bijîn, divê em hemî wê biparêzin. Îsal me zarokên dibistanan fêrî pêvajoya berhevkirina bermayiyan kirin. Ev projeyeke berdewam e ku em li ser kar dikin ji ber ku zarok nifşê pêşerojê ne û dê bibin pêşeng di parastina jîngehê de. Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê li ser peymanên hevkariyê bi civaka sivîl re dixebite ji bo pevguhertina daneyan û birêxistinkirina çalakiyên têkildarî qada jîngehê.