Di sala 2022’an de li Silêmanî zêdetirî 45 hezar dar hatine çandin

Ji aliyê rêveberiya daristan û çavkaniya Silêmaniyê ve di sala 2022’an de zêdetirî 45 hezar dar ji bo şînkirina bajarê Silêmaniyê hatin çandin. Berpirsek rêveberiya daristan û çavkaniyên Silêmanî dibêje ku li herêmên ku dar lê kêm in, daran diçînin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Her cihê ku lê şînahî û dar hebin xwezaya wê derê xweşiktir û bi tendirustir dibe. Her wiha ji bo rûbirûbûna hişkesaliyê gelek girîng e, ji ber wê li hinek welatan çandina daran bûye çandek. Herêma Kurdistanê herêmek çiyayî ye, piraniya xaka wê şîn e, gelek cureyên daristan û daran tê de hene. Lê belê bêberpirsyarî û xwedîderneketina li axê, bûye sedema birîna daran.

Li Kurdistanê bi hezaran dar hene û kevnar in, çavkaniya sereke ya dewlemendiya xakê ne lê belê ji ber nebûna sotemeniyê di werza zivistanê de, hemwelatî neçarî birina daran dike. Nebûna perwerdeyê ziyanê digihîjîne xwezayê.

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê beşek din ji ziyanê ye ku digihîjîne xwezayê. Dewleta dagirker a Tirk, bi birîna daristanên li herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, xwezaya Kurdistanê tune dikin. Talankirina darên zeytûnan ên Efrînê, şewitandina daristanên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê û rejîma Îranê ji bi qedexekirina xwezaparêzan girtina xwezaparêzan li Rojhilatê Kurdistanê, hewldana tunekirina xwezaya Kurdistanê dide.

Li Başûrê Kurdistanê, salane ji bo parastina cihên şîn û daristanan kampanyayên çandina daran dest pê dikin. Îsal jî çend kampanyayên cuda yên çandina daran li bajarên herêma Kurdistanê hatin destpêkirin. Niha jî kampanyaya çandina milyonek daran li sînorên bajarên Silêmaniyê berdewam dikin.

‘Şînahî tê wateya jiyanê’

Berpirsa Hoba ya plandananînê ya rêveberiya daristanan û çavkaniya Silêmanî Rûxweş Mihemed Emîn wiha behsa girîngiya çandina daran û şînahiyê kir û got: “Şînahî bi rêjeyek zêde girîng e û tê wateya jiyanê, ji ber ku ger xweza nebe, jiyan berdewam nake. Şînahî ji bo tendirustî û derûniyê girîng e, ji ber wê ger em xwezayek bi tendirust bixwazin, divê em bingeha xwezaye bi tendirust bidin. Bi çandina dar û şînahiyan em ê pêşî li van qeyran û astengiyên li welatê me dibin sedema guherîna avhewayê bigrin. Em çandina daran berdewam dikin divê em rê nedin şînahiya me kêm bibe da ku em ziyanê nedin xwe û xwezaya xwe.”

‘Piştî çandina daran xizmet lazim e’

Rûxweş Mihemed diyar kir ku weke rêveberiyê her dem hewl didin çalakiyan ji bo çandina daran li dar bixin û wiha got: “18 dezgeh bi 11 projeyên daristanî û 5 baxçeyên me yên daristanan hene. Me karê xwe di van çend projeyan de zêde kiriye. Di destpêkê de me ji cihên xwe dest bi çandina daran kir, ji ber tenê ne çandine, divê em xizmetê bikin û divê em ji lawir û agir bi parêzin û her wiha divê em avbidin û derman bikin.”

‘Li gorî salên borî di sala 2022’an de me gelek dar çandine’

Rûxweş Mihemed destnîşan kir ku di sala 2022’an de rêjeya çandina daran zêdetir bû. 45 hezar dar li cihên cuda çandine û wiha domand: “Divê beriya ku qeyrana bêaviyê derbikeve, em di meha 1-2 de ji avhewaya sar sûdê bigrin û divê zêdetir di destpêka biharê de em daran biçînin beriya çandina her darê divê em cihê wê diyar bikin, ji ber zeviyên daran û daristanan ji hev cudatir e.”

‘Herî zêde li cihên ku şînahî lê kêm in tên çandin’

Rûxweş Mihemed got: “Em herî zêde li cihên ku şînatî lê neyî daran diçînin, ji ber darên daristinê herî zêde li gorî xwezaya me guncaw e û temenê wan zêdetir e ji temenê darên din. Di dema çandina daran de divê heta sê salan çavdêriya wan were kirin. Beriya ku ew cihên lê dar hene were çandin em diçin li cih dinêrin da ku em bizanin ew cih jê re guncaw e yan na û piştre em dikarin daran daynin.”

Cihê bi bîrxistinê ye ku li gorî zagonan birîna daran li gorî temenê wan ceza ji bo wan heye. Kesên kud darên ku temenê wan ji 50 salî zêdetir e dibirin cezayê 5 milyon dînar e û divê ew kes 10 darên din biçînin.