“Di hamleya bi pêşengiya jinan vegera li ekeolojiyê de 3 hezar dar hatine çandin”

Berdevka Komîteya Ekeolojî ya Kongreya Star Rîhan Temo têkildarî xebatên hemleya wan a parastina jîngehê got: “ji bo parastina xwezaya xwe me xwest bi pêşengiya jinan vegera ekeolojîk bidin çêkirin."

ROJ HOZAN

Qamişlo- Xwedîderketina li xwezayê erkeke mirovî ye û hemû zindiyên li ser vê erdnîgariyê dijîn ji vê yekê berpirsyar in. Ji ber şer, bevçûn, dagirkerî û bikaranîna çekan, di van deh salên dawiyê de bi taybetî li Sûriyeyê, xwezayê zirarek mezin dît. Komîteya Ekeolojî ya Kongreya Star hemleyek bi dirûşma “Bi pêşengiya jinan vegera li ekeolojiya civakî” ji destpêka Adarê ve dest pê kiriye. Ev hemle armanca wê parastin û xwedîderketina li xwezayê ye. Heya niha di vê hemleyê de zêdetirî 3000 dar hatine çandin, li kêleka wê jî nêzî 100 semînerên bîrdozî der barê girîngiya parastina jîngehê de hatine dayîn. Têkildarî naskirina firehiya vê hemleyê û planên wê yên dema pêş de Berdevka Komîteya Ekeolojî ya Kongreya Star Rîhan Temo nirxandin kir.

“Şer û dagirkeriyê bandoreke neyînî li ser jîngehê kir”

Rîhan Temo girîngiya Parastina Jîngehê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Îsal me hemleyek Ekeolojî bi dirûşma “Bi pêşengiya jin vegera li Ekeolojiya Civakî” li dar xist. Me xwest em şahî û xemla xwe ya biharê hinekî bi rengê ekeolojîk xweşik bikin. Niha em di demek wisa de dijîn ku bi rastî jî pêwîstî heye em li jîngehê xwedî derbikevin. Ji ber ku li herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev deh sal in şer û dagirkerî heye û gelek cureyên çekan hatin bikaranîn, vê yekê bandorên pir xirab li jîngehê kir. Şerê heyî bû sedem ku em di aliyê parastina xwezayê de li paş bimînin ji ber dagirkeriya heyî û qutkirina daran her wiha kêmbûna hewaya paqij, van hemûyan bandorê li paqijiya jîngehê kirin û bûn sedem ku erdîngariya me ya kesk were guhertin. Ji bo em dîsa vê xwezayê biparêzin û wedî lê derkevin me xwest bi pêşengiya jinan vegerek ekeolojîk were çêkirin da ku bi rastî jî em bikaribin xwezaya xwe biparêzin.”

“Parastina jîngehê”

Rîhan Temo bal kişand ser kar û xebatên Komîteya Ekeolojîk der barê hemleyê de û wiha pêde çû: “Dema em dibêjin girîngiya jîngehê em vê girîngiyê bi kesekî tenê ve nadin girêdan û erkê kesekî tenê nabînin. Dibe ku carna nêrînên me yên şaş derkevin pêş, bi taybetî di nava gel de ji ber hişmendiya ku em li ser hatine mezinkirin yan jî hişmendiya di nav sîstemên berê de ku em kiribin xwediyê jîngehê esasê wê tunebû û em hîn nekiribûn. Her dem dûrketina me ji xwezayê re hebû û cureyên di nava xwezayê de me pir nediparastin tenê me xwezayê ji bo berjewendiya xwe bi kar dianî û jê re tiştek me pêşkêş nedikir. Me xwest ev hemle bibe malê her kesê, me çalakiyên cuda dan destpêkirin. Mînak perwerdeya parastina jîngehê di aliyê bîrdozî de ji bo em hişmendiyeke ekeolojîk bidin avakirin ku her kes xwedî li jîngehê derbikeve û biparêze. Bi riya komîteyên me yên perwerdeyê, nêzî 100 semîner li seranserî gund û bajarên herêmê hatin dayîn. Me xwest hejmara daran a pêwîstiya xwezaya me pê heye zêdetir werin çandin, zêdetirî 3 hezar dar hatin çandin. Beşa me ya esasî îsal darçandin bû ku bi riya wê re em ê erdnîgariya kesk fireh bikin. Projeya me ya çandina daran jî wiha bû her malek me darek daye wan ku biçînin û xwedî lê derkevin. Her wiha di cihên me yên ewlekariyê de û li hin saziyên me jî me dar çandin. Heya niha hemleya me baş derbas dibe. Me hişmendiya şaş der heqê jîngehê de guhert, li şûna wê hişmendiya xwedîderketina li jîngehek xweşik, bi tendurist û paqij me pejirand. Bi xweşikbûna jîngehê re me hêviyek ji jiyanê afirand.”

“Civaka ekeolojîk sîstem û aboriyek xurt bi xwe re ava dike”

Rîhan Temo projeyên xwe yên dema pêş eşkere kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Projeyên me yên dema pêş hene û di demek nêz de em ê bikin pratîkê. Her wiha hemleya me ya bîrdozî wê berdewam bike ji ber pirsgirêkên bi salan ên ku sîsteman li ser me dane meşandin dibe ku di demeke kin de çareser nebin lê em ê hewl bidin kêm bikin û ji civakan re bikin. Em dixwazin darên fêkiyan bi riya welatiyan bidin çandin û bexçeyên gel bidin avakirin da di dema pêş de jê feydeyê bibînin. Mijareke me ya din jî heye di aliyê baldariya li paqijiyê, me heya astekê pêk aniye lê me plan kiriye em asta xebata xwe berfireh bikin. Her çiqas em bikaribin xwe bigihîjînin civakê di aliyê ekeolojîk de ewqas em dikarin sîstem û aboriyeke xwe ya xurt ava bikin.”