Di baweriyên Mezobotamyayê de girîngiya dara berûyê
Dara berûyê xwedî rengên cuda ye. Li gorî deveran rengê wê diguherin û li gelek herêman bi nav û rengên cuda tê dîtin. Li herêma Zagrosan û Botanê xwediyê cihekî taybet e.
Navenda Nûçeyan - Ji daristanên Zagrosan dara herî taybet û xwecihiya herêmê ye dara berûyê. Bi sedsalan dijî û xwedî kokeke qayîm e. Mirov destpêkê li bin siya wê rûniştine, weke stargeh bi kar anîne û jê sûd girtine, paşê jî miriyên xwe li binî veşartine û binê wê kirine goristan.
Şaxên wê yên ter biharê jêdikin û hişk dikin paşê qaşilên hişk bi ser de dikin û wekî çaya şîn tê amadekirin û vexwarin. Dema berû tê pijandin û kakilê wê tê derxistin di nava kakilê wê de rûn heye, li gorî lêkolînan mîneralên gelek bi sûd di nava wî rûnî de hene. Berûyan dikin ar û nanê berûyê jê çêdikin.
Niha berû pir nayên xwarin lê ji fîlmên karton jî tê zanîn ku di destpêkê de yek ji çavkaniya jiyanê bûye. Ew dareke taybet e û çavkaniya enerjiyê ye. Ji qaşilên wê derman çêdikin. Şeklê hinek berûyan hinek dişibe fistiqên Sêrtê. Li gorî şeklê wan navê wan jî hene û li her deverê navê wan cuda ye. Li hinek deveran ji berûyên zirav re yên pez û ji yên sitûr ku dişibin fistiqan re jî berûyên hirçan dibêjin. Herî zêde yên tên xwarin berûyên hirçan in. Hinek ji wan stûr in dibe ku ji ber stûrbûna wê navê wê berûyê hirçan be. Yên zirav û şîn jî berûyê pez e wekî alif didin pez. Berûyên hirçan dema di nava kozan de baş dipijin tama wan gelek xweş dibe. Weke din du rengên din ên darê wekî dara mazî û dêndar jî hene.
Di baweriyan de girîngiya dara berûyê
Di pêvajoyên dîrokê de dara berûyê şibandine bedena xwedawendan û qalikê wê jî şibandine rehma wan. Ji bo ebedîbûn û bêmiriniyê peykerên xwedawendan ji dara berûyê çêkirine. Heya demekê cezayê birîna dara berûyê kuştin bû. Hinek pêvajoyan jî dema ku kes neçar bibe darek berûyê jêbike, divê di cihê wê de teqez yekî nû biçîne. Di mîtolojiyan de jî timî tê dîtin ku herçî dar dema bê birîn cezayê wê heye. Li ser goristanan çandina darên berûyê jî ji wê kevneşopiyê tê. Di baweriyên qedîm de weke dareke pîroz hatiye dîtin. Berû hevalên rojên teng in, herî dawî di sê mehên ambargoya Geliyê Qiyametê û Deşta Etrûşê li ser penaberên ji bakurê Kurdistanê hat meşandin de rola xwe ya dîrokî lîstiye. Ne ji berûyan bûya dibe ku nîvê penaberan di Geliyê Qiyametê de ji birçîna bimriyana. Jixwe ji navê wê diyar e di gelek qiyametan de bûye stargeh û pişta welatiyan girtiye.
Keçên dara berûyê
Di mîtolojiyan de jî dara berûyê xwediyê girîngiyek mezin bûye û di nivîsan de cih girtiye. Di baweriyan de wekî hêzê cihê xwe girtiye. Li gorî hinek efsane û çîrokan keçên van daristanan hebûne û bi navê Dryad dihatin zanîn. Dibe ku koka peyva dar ji navê keçên daristanê yên wê demê ketiye zimanê me. Ji vê gotinê jî diyar dibe ku ew dareke qedîm a destpêka jiyanê ye. Li gorî bawerî û mîtolojiyan timî birîna daran wekî guneh hatiye dîtin. Hinek caran cezayê mirinê dane yên dar birîne, hinek caran jî li gorî pêdiviyan dema bê jêkirin divê di cihê wê de yeka din bê çandin. Li herêmên ji keçên daristanê Dryad bawer dikirin jî dema pêdiviya wan bi dar çêbûye û divê darek berûyê bibirin ji bawermendan pirsîne. Bawermendan jî kîjan dara ku keçên daristanê jê dûr ketine nîşan dane wiha hatine jêkirin û darên keçên daristanê jê dûr neketine jî destê xwe lê nedane.
“Li her derê darên berûyê biçînin”
Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan jî bi boneya 4’ê Nîsana sala 2004'an vê peyamê dişîne: "Mîna dara Berûyê ya 15 hezar salî me. Dara berûyê pîroz e. Ger çiqlên min bên qutkirin jî min biberidînin jî hin pelên min biweşin jî kokên min di kûrahiya dîrokê de ne. Ji ber wê ye ku careke din dikarim xwe biafirînim. Bi wesîleya vê rojê careke din silavên xwe bi taybetî ji bo jinan, ji bo giştî gelê xwe dişînim û dixwazim vê bînim ziman; ger gelê Kurd, vê rojê wek zayîna xwe bi nav dike divê her derê bi çandina darên berûyê, şîn bikin. Çiya, kevir divê her derê şîn bikin. Ji ber sedsala 21’emîn sedsala ekolojiyê ye. Marks û Lenîn xwe dispartin kapîtalîzma pîşesaziyê. Em xwe dispêrin pergala ekolojîk, demokratîk û civakî. Wê newekheviya cinsan hilweşe. Di van sê xalan de wê civak nû bibe. Bi vê wesîleyê ji we re pêşniyar dikim, li her derê darên berûyê biçînin. Kes nikare bêje; berûyan neçînin..."
Hinek caran dapîrên ku bi îlmê xwezayê dizanibûn, dema ku bayê li pelê wan dixist û dengê wan derdixist wekî falê şîrove dikirin. Di hinek pêvajoyan de ji bo hîn zêdetir ketina ferqa girîngiya daran ji bo jiyana zindiyên din cezayê birîna daran bi şêwazên birçîbûnê hatine dayîn. Ji bo xweştir bibe, di gelek cureyên parfuman de jî bîna dara berûyê dixebitînin. Dapîrên li gundan û herêmên bejahî meşk û şîjarên ji çermê ajalan çêdikin û pê karê xwe dikin jî sûdê ji arê dara berûyê dibînin. Ji bo qayîmbûnê arê berûyan li ser çermê ajalan dixin baş lê dihesun paşê dikin meşk, şîjar û tiştên din.