Bi zanistê guh dide kevirên ku ji esmanan tê

Eleqeya Hasnaa El-Şennawy ya li ser meteorolojiyê, ku di warê erdnasiyê de perwer dîtiye, ne tesaduf bû; eleqeya wê ya bi meteorîtan di sala 2000-an de dest pê kir û rê li ber wê vekir ku di sala 2021’an de Xelata Hypatia bistîne.

RAJA KHAYRAT

Mexrîb – Mamosteya Fakulteya Zanistî ya Zanîngeha Hassan a II. ya li Kazablanka û Seroka Weqfa Meteorîtan û Gerstêrkan "El-Tariq", Hesena El-Şennewî di qada lêkolînên zanistî de yek ji kesayetên pêşeng e.

Têkildarî qada meteorît û zanista gerstêrkan, Hesena El-Şennewî ji ajansa me re wiha got: "Meteorîtîk zanistek e ku bi lêkolîna kevirên ku ji derveyê cihanê tên ve mijûl dibe ye. Ev cism dikeve li ser rûyê cîhanê jî. Meteorît ji ber ku agahiyên girîng ên zanistî didin pêşkeşên me dikin, xwedî girîngiyeke mezin in. Bi vî awayî fêrbûna me ya dîroka çêbûna gerdûnê misoger dike. Cîhana  ku em li ser dijîn jî di nav de ji bilî pergala rojê, mîna derketin û çêbûna avê li ser rûyê cîhanê, piştre li ser wê derketina zindiyan, tûnebûna neslê hinekan û welatek mîna Mexrib ji hêla meteorîtan ve dewlemend e.”

"Min cîhanek ecêb û dewlemend keşf kir"

Hesena El-Şennewî destpêkê li ser kîmyaya tehtên magmatîk û gazên kêpeyda ku li zanîngeha Pierre û Marie Curie li Parîsê pilêya doktoratiyê wergirt xebitî û di sala 2000’an ji zanîngeha 2’emîn Hassan ya li Kazablankayê re wek profesor tevli bû. Li zaningeha Parîsê bi taybetî meteoran lêkolîn kir.

Hesena El-Şennewî diyar dike ku dema ket vê qadê bi gotina “Min cîhanek ecêb û dewlemend keşf kir” ji sala 2000’an vir ve pisporiya xwe ya di warê meteorîtan de berdewam dike û li ser vê mijarê ji gelek xebatên lêkolînê re imza û avêtiye.

Xelata Hypatia ji hêla tora navendên navneteweyî ve ji bo parastina mîrasê li gelek welatên cîhanê, wekî curek pênasîna xebata pîşeyî ya mêr û jinan ku dilsoziya wan ya ji lêkolîn, huner û pîşeyan ji bo pêşkeftina zanistê dibe alîkar re tê dayîn.

Weqf hat avakirin

Hesena El-Şennewî armanc kir ku ji bilî profesorên zanîngehan û lêkolînerên di qadê wê de, kesên ku dixwazin mîrata jeolojîk ya welatê xwe biparêzin, li Weqfa El-Tarîq a Meteorolojî û Zanistên Gerstêrkan li hev kombike.

Hesena El-Şennewî da zanîn ku xebatên weqfê li ser 4 armancên sereke ne, pêşî pêşxistina lêkolînên zanistî yên di warê meteorolojî û zanista gerstêrkê de, piştre ji bo belavkirina zanistê xebat meşandin, nirxdayîn û parastina mîrateyên jeolojikk yên wekî meteorît, fosîl û krîstal û di dawiyê de jî wek herêmî digihijê 4 armancên sereke.

Ji ber ku weqf di bernameya perwerdehiyê ya li ser bingehên zanistî û lêkolînên navneteweyî yên naskirî de cih digire, Hesena El-Şennewî berpirsyariya komeke xwendekaran a ku ber bi pisporbûna di vî warî de ve diçin hildigre û têkildarî mijarê ciwanên li vir sewqê xebatên lêkolîn û xwendinê dike. Hesena El-Şennewî herwiha daxwaza damezrandina navendeke zanistî li zanîngehê dike ku di xizmeta serdan û lêkolîneran de ku lêkolîn, vekolîn û pêşkêştinê de pisporbûye, bikaribe di qadê de xebatên zanîstî pêşkêş bike û pêşangeheke daîmî ku cîhê erdnasiya Mexribê nîşan pêşkêşbike, dike.

Hebûnekî jinê ya girîng heye

Hesena El-Şennewî ragihand ku ew û ekîba xwe hemû meteorîtên Mexribê bi nav kirine û refkirine û lêkolînên girîng ên zanistî ku bi dawî bûne di kovarên zanistî Sciences de hatine weşandin. Hesena El-Şennewî bû yekemîn jina meteorît ku lêkolîna wê di kovarê de hat weşandin.

Hesena El-Şennewî tekez kir ku di warê zanistên meteorîtan û gerstêrkan de pêşengiyeke jinan heye û got ku daxwaza xwendekarên keç ên ciwan ji bo xwendina vê zanistê heye û xwendekarên keç ên ku di vî warî de doktorayê dikin ji yên mêr zêdetir in.

Hesena El-Şennewî da zanîn ku di dema gerên qadan de fikarên dayik û bavên xwendekaran hebûnw, lê dema dîtin ku ekîba wan bi giranî jin û pispor e alîkarî kirine ku malbatan fikarên xwe derbas bikin û bal kişand ser hevrêziya ekîba ya bi taybetî di xebatên qadê de.

Hasna El-Şennawî a diyar kir "di hawîrdoreke rêzgirtin, yekparebûna zanistî û ewlehiyê de lêkolîn meşandin girîng e, anî ziman ku ew piştgiriyê didin kesên ku bi vê zanistê re eleqedar bidin.