Bi berhemên vezivirandinê ji xwe re dikanek vekir

Mamosteya hunerên destan Azad Şîmşek a ku reng dide berhemên nayên bikaranîn an kevinbûyî û li cihên cuda bi kar tîne, bi berhemên ku ji vezivirandinê bi dest xistine ji xwe re dikanek vekir. Azad Şîmşek li atolyeya xwe ya di nava dikana xwe de ji jinan r

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan - Mamosteya Hunerên Destan Azad Şîmşek ku li Wanê dijî, tiştên kevin ên ku nayên bikaranîn ji nû ve vedigerîne. Azad Şîmşek a ku perçeyên gûzik (kozalak), pêlav, kevir, sîndok an jî perçeyên rojnameyê bi rengkirinê an jî şekldayîne diguherîne berhemeke hunerî, bi berhemên ku çêkirine re ji xwe re dikanek vekir. Azad Şîmşek a ku van berheman li atolyeya di nava dikana xwe de çêdike, bi berhemên ku çêdike armanc dike hişmendiya afrîneriyê ava bike.

Bi eşyayên malê dest bi kar kir

Azad Şîmşek dibêje ku ew hez dike her tiştî bi reng bibîne û bi wê daxwazê re bi vî karî re eleqedar dibe, bi hobiya ku bi dest xistiye jî reng dide jiyana xwe. Azad Şîmşek dibêje ku piştî xwendina beşa hunerên destan fikra vezivirandinê hatiye bîra wê û bi tiştên di mala xwe de dest pê kiriye, sindoqên şikestî, rojnameyên kevn û pêlavên ku nayên bikaranîn ji bo xwe wekî malzeme bi kar tîne. Azad Şîmşek bi tamîrkirin û boyaxkirina wan ji nû ve wan vediguherîne berhemên atolyeyê yên ku tên bikaranîn.

Bi vezivirandinê re hişmendiyê ava dike

Azad Şîmşek, diyar kir ku berhemên kevn ên her kes bi çavek bêkêr li wan dinêre bi keda destên wan xweşik dibin, wiha got: “Dema ku min beşa hunerên destan dixwend ev fikra vezivirandinê qet nedihat bîra min. Ev fikir paşê ava bû. Bi rastî, min xwest ez hişmendiyek ava bikim. Min ji bo wê jî yekem car ji gûzikên li mala xwe dest pê kir. Ya rastî ez li ser tiştekî heyî naxebitim, ji tunebûnê diafirînim û rengîn dikim. Ev rewş zêdetir enerjiyê dide mirovan.”

"Em ji jinan re di atolyeyê de derfetên xebatê pêşkêş dikin"

Azad Şîmşek bi gotina "Li vir armanc ew e ku ji berê ve enerjiyeke nû ya bikaranînê bê afirandin" anî ziman ku bi mezinkirina vê hobiyê ji xwe re dikanek vekiriye. Azad Şîmşek a ku berhemên xwe yên vezivirandinê yên çêdike li vê dikanê difiroşe, jinên ku dixwazin vî karî bikin li atolyeya di dikana xwe de pêşwazî dike.

"Ez tişta heyî vediguherînim"

Azad Şîmşek di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Jiyana yekreng ji bo min acizker tê, ji ber vê ya heyî bi xwe diguherînim. Ez hunereke nû, malzemeyek rengîn ji van tiştên ku mirov jê re dibêjin 'tê avêtin', 'kevinbûyî' bi dest dixim. Hemû berhemên di dikana min de bi dest hatine çêkirin. Ji min dipirsin dibêjin 'te ev çawa çêkirin' dema ku ji wan re dibêjin, mirov jî dixwazin wê bikin hobiyêk. Li vir atolyeya me jî heye. Em derfeta atolyeyê jî pêşkêşî mirovan dikin. Mirov malzemeyên xwe tînin û dikarin li vir bixebitin.”