Bêrîvan Omer: Divê her roj ji bo parastina jîngehê be

Cîgira Hevserokên Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer 5'ê Hezîranê Roja Jîngehê ya cîhanê, êrîşên qirkirinê li dijî xwezaya Kurdistanê, pirsgirêkên jîngehê û xwedîderketina wê nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Roja Jîngehê ya Cîhanê ku ji aliyê Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin, ji sala 1973'an û vir ve her sal di 5'ê Hezîranê de tê pîrozkirin. Der barê êrîşên li ser jîngeha Kurdistanê, pirsgirêkên jîngehê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çawaniya parastin û sûdgirtinê de, cîgira Hevserokên Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer axivî.

 ‘Ne tenê rojek divê her roj ji bo parastina jîngehê be’

Bêrîvan Omer got ku diyarkirina rojekê ji bo parastina jîngehê ne rast e û wiha domand: "Hemû cîhan roja jîngehê ya cîhanê bi rengê çalakiyan pîroz dike lê belê ji bo parastina jîngehê tenê rojek ne rast e. Parastina jîngehê divê li gorî awayê jiyanê me ya rojane be. Roja Jîngehê ya cîhanê pir girîng e ku bibe roja biryargirtinê, em çawa bikaribin di nava ewqas krîzan de, jîngeha xwe biparêzin û bi çi awayî di nav de bijîn. Her wiha girîng e ku em xwe wekî paçeyekî wê bibînin û ji nû ve wê di ber çavan de derbas bikin."

Li Kurdistanê qirkirina xweza û jîngehê

Bêrîvan Omer êrîşên ku bi armanca qirkirina jîngehê li Kurdistanê tên kirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Welatên ku îro Roja Jîngehê ya Cîhanê radigihînin û ji bo wê têdikoşin, ew bi xwe ne ku siyasetên qirkirinê li dijî xweza û jîngeha Kurdistanê didin meşandin. Bikaranîna çekan û bi taybetî çekên kîmyewî ku xwezayê tune dikin, bi tu awayî şêweyê jiyanê nahêlin. Dema jîngeh tê tunekirin, zeman jê re lazim e ku ji nû ve zindî bibe. Ev ji derveyî mirovên ku bi wan çekan tên qetilkirin. Welatên ku îro li ser bikaranîna plastîkê dixwazin biryar bigrin, gavên baş in lê mijarên jê girîngtir hene. Wekî ku Kurdistan û herêmên me bi şer û qirkirineke xwezayê yên pir mezin re rû bi rû ne. Li Efrînê darên ku xwedî temenê pir mezin in tên birîn, zeman û wextek demdirêj jê re lazim e ku ji nû ve şîn bibin û kokên xwe bigrin. Herêmên parastina medyayê jî li ber çavan e ku li wir qirkirineke çawa çêdibe. Ew dever ne tenê warê jiyana mirovan, warê gelek cureyên lawir û şînahiyan e. Di bikaranîna çekên kîmyewî de, dibe ku ew şînahiyên ku hatine şewitandin careke din şîn neyên."  

'Cihên herî paqij û xwezayî gund in'

Bêrîvan Omer bal kişand ser bikaranîna plastîkan û qirêjbûna derdorê û wiha xebatên xwe yên di vî warî de anî ziman: "Girîng e ku niha em çawa ji qirêjbûna plastîkê xilas bibin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êdî bi rengekî zêde plastîkan bi kar tînin û pê re qirêjbûna wê jî zêde dibe. Ev jî pirsgirêkek e û ya din jî plastîkên tên bikaranîn jî dibin sedema gelek nexweşiyan. Pîvanên bikaranîna cureyên plastîkan jî hene. Dema ku em behsa pirsgirêkên ekolojiyê li cîhana ku ewqas krîz di nav de bi pêş ketine dikin, dibînin ku herêma me herî kêm pirsgirêkên ekolojiyê lê çêdibin. Ji ber herêma me di warê pîşesaziyê de pêşketin lê çênebûye û awayê jiyana mirovan a berê jî wiha bû ku bi xwezayê re yek bûn. Ji ber civak bi awayekî xwezayî çopa xwe bi xwe werdigerandin, ev jî heta niha li gundan heye. Mînak xwarina dimîne didin lawiran û plastîkan gelek caran bi kar tînin, wisa jî çopa wan pir kêm dibe. Ev jî awayê ku niha cîhan li ser nîqaş dike şêweyê herî rast e ji bo çareserkirina pirgirêka çopê divê ku çop kêm bibin."

Rola jinan di çareserkirina pirsgirêkên jîngehê de

Bêrîvan Omer da zanîn ku ew ê bi pêşketina pîşesazî û çandiniyê pirsgirêkên jîngehê çareser bikin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ger em prensîbên parastina jîngehê di ber çavan re derbas bikin, em ê pirsgirêkên demên pêş derbas bikin. Pir girîng e ku em rola jinan di parastina jîngehê de bi bîr bixin. Jin dikarin bi biryar û li gorî pêwîstiyên mala xwe tiştan bi kar bînin û çopê kêm bikin. Piraniya çopa ku îro çêdibe jî organîk e yan jî (xwarin) e û wiha jî divê zêde xerckirin çênebe. Divê ku krîza aborî ya herêm dijî dîsa di ber çavan re were derbaskirin. Çawa jin di mal de sîstemek çêkirine divê hewl bidin pirsgirêka çopê çareser bikin. Di heman wextê jî divê ku sûdê ji plastîk û qizêzan bigrin û gelek caran bi kar bînin û ev jî nabe cihê nexweşî û pirsgirêkan kêm dike. Mînak plastîk ji bo mûneta hişksaliyê tên bikaranîn. Divê ku di merheleya dawî de xwarin û tiştên zuha ji hev werin veqetandin, ji ber ku dema şewata wê, dûmanê derdixe û ev dibe sedema nexweşiyên cur be cur."

‘Divê em di warê jîngehê de baldar bin’

Bêrîvan Omer bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku wekî roja şahiyê li roja jîngeha cîhanê neyê nihêrîn, roja biryarguhertin û lêvegerê ye. Roja diyarkirina armancan e ku bi rastî jîngeh tê parastin, an jî tenê wekî rojeke şahiyê tê lidarxistin. Ger em bixwazin hawirdorê biparêzin divê em di biryar û pêkanînên xwe de rast bin. Welatên ku di wê rojê de şahî li dar dixin û li hemberî wê jiyana mirovan tune dikin, dûrî ekolojiyê ne. Welatên ku bi rastî dixwazin hawirdorê biparêzin divê li hemberî şerê ku bandorê li ser jîngehê dike, bi helwest bin. Gelek projeyên ku em dixwazin bi pêş bixin hene. Ji ber êrîşên ku li ser herêmê tên kirin hemû tên rawestandin. Ger cihek li hawirdorê zirar bibîne sînorên siyasî û erdnîgariyê nas nake û bandorê li giştî cîhanê dike.”