Berî mirovan sewalan keşfa qehwê kiriye

Qehwe ya ku niha medeyek vexwarinê ye berê şivanan dîtiye dema sewal libikên dara wê dixwin zindî dibin û bi wî awayî lêgerîna wê despêkiriye heta ketiye jiyana mirovan.

Navenda Nûçeyan - Ji bo keşifkirina qehwê gelek çîrok û gote got hene. Li gorî çîrokekê ji wan jî şivanek Yemenî dema li ber bizinên xwe bûye, dibîne li nava daristanê cureyek daran heye her ku bizin dixwin zindî û geş dibin. Ew tevgera sewalan bala wî kişandiye û xwestiye ji rahîb re bêje. Hinek ji libikên wê dike destê xwe û dibe ba rahîb, rahîb bi acizî ji dest digire û davêje ser agir. Dema di nava agir de dişewite bînek xweş dide, ew bîn jî bala rahîb dikêşe, ev dibe sedem ku ji wê demê ve bala mirovan çuye ser qehwê û bûye madeyek vexwarinê.  
Li gorî hinek çavkaniyan di sed sala 15’an de li Yemenê hatiye dîtin û sedsala 16’an jî li welatên dinê belavbûye. Hinek jî cihê wê weke Etyopyaye diyar dikin û dibêjin cara yekem li wê hatiye keşifkirin. 
Li gorî hinekan jî dema derwêşek di şikeftek a nava daristanê de lêhurbûn dikir birçîbûye, li dora xwe geriyaye tiştekê bibîne bixwe, libikên dara qehwê bala wî kişandiye û hinek jêkiriye. Despêkê wisan daye ber didanê xwe dîtiye hişke, nikare wisan bixwe paşê di nava avê de kelandiye û vexweriye ji wê û şonde ketiye nava vexwarinan.
Bînîş Şîko yek ji gelên herêmên Asyaya Başûr e, hem bi pirbûna şêniya xwe hem jî bi vexwarinên ji pelên dara qehwê çêdikin tê nasîn. Pelên dara qehwê li gel jinên vê herêmê cihekî wê yê girîng heye. Gotinek pêşiyên wan heye dibêjin; 'Dema pelên dara qehweyê li gel jinên Bînîş Şîko yan hebe, hemû hejarî û zehmetiyên jiyana xwe ji bîr dikin.' Jinên vê herêmê pelên dara qehwê weke şorbê amade dikin û her sibe li hev kom dibin û bi taştê re vedixwin, her wiha di piraniya debara jiyana xwe de ji pelên darê sûd werdigirin. Bînîş Şîko şorba qehwê wekî derman jî dihesibînin, ji ber ku bi biharatên xwezayî û tendirust tê amadekirin. Ji bo nexweşiyên serma û kuxikê jî bi kar tînin.
Qehwe hefsed sal zêdetir wekî vexwarin tê bikaranîn. Dara wê li herêmên çiyayî şîndibe, yek ji darên qayîm û xweragire di navbera 60-70 salan de dijî. 
Di kargehan de bûye yek ji madeyên herî tê vexwarin. Ji ber wê hilberîna wê jî zêdeye û zêdeyî 20 mîlyon mirov di cihên çêkirina wê de dixebitin. 
Sûdên qehwê
Qehwe aramiyê çêdike, êşa serî radiwestîne û laşê mirovan sivik dike. Di bedene de hevsengiya şekir çêdike. Vexwarina qehwê serê sibê dibe alîkar ku heta êvarî mirov bi tendurist bimîne, lê divê pir zêde neyê vexwarin.Ya herî baş û bi tendurist di rojê de vexwarina du qedeh qehwe û beriya dema raketinê bi 4 saetan qehwe neyê vexwarin.