Aktivîst Sarah Al-Wahishî: Em ê dadweriya avhewayê pêk bînin

Pispora zanista hawirdorê Sarah Al-Wahîshî ya beşdarî Konferansa Avhewayê ya li Dubaiyê bû got: “Ji bo pêkhatina dadweriya avhewayê em ê bixebitin. Çalakiyên me dê heta Libyayê belav bibin."

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî- Welatên alîgirên Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê; li bajarê Dubaî yê Mîrektiyên Ereb di konferansa Neteweyên Yekbûyî ya 2023 (COP28) de hatin ba hev.  

Di navbera 30’yê Mijdar û 12’ê Kanûna 2023’yan de bi armanca ku germahiya gerdûnî û rêjeya belavbûna gaza serayê kêm bikin organîzasyonek hat lidarxistin. Komeke Libyayî zarok, ciwan, jin û mêr ji endamên saziyên civaka sivîl bi pirsgirêkên hawirdor û avhewayê re têkildar in beşdar bûn. Di meha Îlonê de ji ber Bahoza Danîel a ku li Libyayê çêbûbû, gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek mal jî xirab bûbûn. Ji ber vê yekê konferans ji bo Libyayê xwedî girîngiyek mezin bû. Aktivîst û pirspora zanista hawirdorê Sarah Al-Wahishî ya beşdarî konferansê bûbû der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Sarah Al-Wahîshî, diyar kir ku ji bo Rêxistina Çalakiya Hawirdor û Avhewayê ya Libyayê (LICAO) temsîl bike beşdarî COP28 bûye û wiha got: “LICAO, ya ku saziyeke civaka sivîl e, bi pirsgirêkên avhewa û hawirdorê de têkildar dibe, hewl dide dengê ciwanên Libyayê bide bihîstin. Em bi beşdariya konferansê gihîştin armanca xwe ya yekem. Weke ciwanên Libyayê tişta ku herî zêde bala min kişand rûniştinên ji aliyê Libyayê ve yên têkildarî mijarê bûn. Li ser zehmetiyên li welat, plana ku hikumet li ser pirsgirêkên hawirdor û avhewayê dimeşîne, xebatên çareseriyê yên li ser vê yekê, Wezareta Plansaziyê û li ser enerjiya ku dikare were nûkirin axaftin hatin kirin.”

‘Bandora ciwanan di mijara hişyariyê de zêde ye’

Sarah Al-Wahishî, diyar kir ku Bahoza Danîel bandoreke mezin li ser Libyayê kiriye û wiha axivî: “Em hewl didin xebatên xwe zêdetir bikin, çalakiyên ji bo hawirdor û avhewayê bi lezgîntir li dar bixin. Bahozê zirarek mezin da bajarê Derneyê û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Nîvî bajar tune bû. Rola ciwanan di hişyariya mijara guherînên avhewayê de mezin û girîng e. Li hemberî guherên avhewayê ger amadekarî tunebe, dibin sedema karesatên mezin ên xwezayî. Cîhan êdî zêdetir li ser pirsgirêkên ji ber guherên avhewayê disekine û hewl tê dayîn piştgiriya fînansal bidin welatên ku ji guherîna avhewayê bi bandor bûne.” 

‘Em ê xebatên xwe bi pêş bixin’

Sarah Al-Wahishî da zanîn ku hebûna ciwanên Libyayî di konferansê de bandoreke mezin çêkiriye û got: “Me dengê xwe da bihîstin û nîşan da ku em xwedî qabiliyet in. Em diznain ku em ê bi vê beşdariyê bi sînor nemînin û ji bo di warê avhewayê de dadwerî çêbibe em ê bixebitin. Çalakiyên me ji Libyayê heta cîhanê belav bibin.”