Ûrmiye di bin zibaleyan de maye!

Bajarê Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber polîtîkayên dijî jîngehê yên Îranê û ji ber binesaziya wî baş nîn e, di nava zibaleyan de maye. Bajar ji ber zibaleyên kom bi kom ên bê kontrol, bi pirsgirêkên hawirdor û tendirustiyê yên nayên çareserkirin

VIYAN MEHRPERWER

Mahabad – Îran, salane bi zibaleya 231 milyon ton, bi salan e di nava krîzê de ye. Yek ji herêmên ku herî zêde ji vê pirsgirêkê bi bandor dibe jî eyaleta Ûrmiyeyê ya xwedî 20 navçe û gelek gundan e. Ji ber faktorên kêmasiya binesaziya guncaw veguherînê, avêtina zibaleyan li cihên şaş, nezanî û perwerdeya kêm; herêm ji ber zibaleyan ketiye nava krîzê.

Jiyana mirovan dikeve xeterê

Li ayaleta Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê her roj ji 3 hezar tonî zêdedir zibale çêdibe. Zêdetirî zibaleyan an dixin bin axê yan jî dişewitînin lê ji ber ku cihên zibaleyan nêzî herêmên cîwarbûnê û erdên çandiniyê ne; gel bi xeterên cidî yên hawirdor û tendirustiyê re rûbirû dimîne. Li Mahabadê bi salan "Qada Seyîdabad", bû cihê depokirin û şewitandina zibaleyan. Ji ber ku ev cih nêzî gundê Seyîdabad û avahiyên giştî yên Mehrê ye; gel pirsgirêkên mezin dijî. Ji şêniyên gund Leyla P. wiha behsa zorî û zehmetiyên ku dijîn dike:

"Tevî ku gelek caran me îtiraz kir jî heta ku ev der tije nebe rayedar nehatin negirtin. Em neçar man di nava komên zibale û dûmana zibaleyên ku tên şewitandin de bijîn. Nexweşiyên bêhgirtinê, nexweşiyên çerm û êrîşa kêzikan zêde dibin. Di mehên havînê de her ku germahî zêde dibe, bêhna zibaleyan girantir dibe û ez bi xwe êdî nikarim tehemul bikim."

Rewşeke bi heman rengî li navçeya Miyandoab heye. Li vê derê bi salan zibaleyan li Çiyayê Qatûr û erdên derdora bajar hatin binaxkirin. Van zibaleyên ku bi taybetî li herêmên çiyayî tên rijandin, dibin sedema felaketên hawirdorê.

‘Zibale li navsera çiya tên rijandin’

Aktivîsta hawirdorê ya li Miyandoabê Şehîn L. wiha behsa pirsgirêkê dike: "Tenê li Miyandoabê, zibale li navsera çiya tên rijandin. Piştî ku qada 200 hektarî tê tijekirin, bi ava baran û berfê re zibale ber bi erdên çandiniyê ve belav dibe. Di encamê de jî ax zirarê dibîne û nexweşiya penceşêrê belav dibe. Piştî vê bêyî ku eşkere bikin zibaleyan birin bajarên Ûrmiye û Mahabadê, ev yek jî bû sedema bertekên mezin.

Niha jî li Miyandoab û Mahabadê cihê hevpar ê zibaleyan heye. Li Ûrmiyeyê qada Nazlu ya zibaleyê, li  Bokanê qada Şeyhler, li Serdeştê qada zibaleyê ya Rebetê, li Xoyê weke cihê zibaleyê ya şaredariyê gelek cih hene. Ev yek jî dibin sedem ku daristan, erdên çandiniyê û ajalkarî zirarê bibînin.”

Kêmasiya binesaziya veguherînê

Li Îranê der barê hejmara saziyên veguherînê de daneyên rast tune ne. Tê zanîn ku saziyên heyî têra zibeleyên li welat nakin. Li eyaleta Ûrmiyeyê tenê saziyek veguherînê heye. Ev sazî li qada Şeyhler a Bokanê ye û di Tebaxa 2022’yan de ketiye meriyetê. Armanc ew e ku pêşî li herikîna zibaleyan bigre gubreya kompost hilberîne û pêdiviya depokirina zibaleyan kêm bike lê li gorî gelê herêmê, binaxkirina zibaleyan bi awayê derzeganî ji derveyî standartan hê jî didome. Her wiha pispor diyar dikin ku cihê fabrîkayê şaş e û xeterên li ser hawirdorê zêde didomin.

Fabrîkaya kompost a li Miyandoabê jî di sala 2008’an de ji bo ji aliyê şirketek taybet ve were avakirin, ruxsetê girt lê ji ber pirsgirêkên fînansî, înşaeta wê temam nebû. Bi heman awayî qada hevpar a zibaleyê ya li Mahabad-Miyandoabê û li bajarên weke Ûrmiyeyê jî saziyên veguherînê hê nehatine temamkirin.

Kêmasiya perwerdeyê û girtina komeleyên hawirdorê

Gelê Îranê di warê jihevqetandina zibaleyan de perwerde nedîtiye. Li bajarên Mahabad, Bokan û Serdeştê, ji bo plastîk, şûşe û kaxizan qutiyên zibaleyan ên cuda tune ne. Li dibistanan jî ji bo zarokan perwerdeya hawirdorê kêm e.

Di salên dawî de, ji bo gel di warê qirêjiya zibaleyan de zana û şiyar be û bi awayê civakî baldarî û teşwîq çêbibe, rêxistinên civaka sivîl ên hawirdorê ketin nava hewldanan lê li bajarê Ûrmiyeyê, hewldanên wiha bi zexta hikumetê hat astengkirin û gelek rêxistinên hawirdorê hatin girtin.

Jinên li bajarên biçûk dijîn, kaxiz, plastî û metal ên hatine avêtin berhev dikin û difroşin firoşkarên seyar lê ji ber zextên hikumetê, dahata ji xebatên wiha pir kêm bûye.

Gavên cidî neyên avêtin dê ev gef zêdetir bibin

Kombûna zibaleyan, yek ji pirsgirêkên herî mezin û gefa li ser hawirdorê ye. Ger li Ûrmiye û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê gavên cidî neyên avêtin dê ev gef zêdetir bibin.

Ava qirêj a ji zibaleyan diherike, çavkaniyên ava bin erdê qirêj dike û zirarê dide erdên çandiniyê. Cihên zibaleyan ên li qadên daristanî mezin dibin dê cihê jiyana ajalan tune bikin. Nexweşiyên bêhngirtinê, nexweşiyên çerm û penceşêr di ji ber zibaleyan zêde bibin. Bi awayê bi kontrol şewitandina zibaleyan, dibe sedem ku gazên bi zirar li hewa belav bibin û germahiya kûrewî zêde bibe.

Ji bo ku li Ûrmiye û bajarên din pêşî li felaketên hawirdorê were girtin divê saziyên veguherînê werin avakirin, gel zana û şiyar bibei rêbazên nûjen ji bo avêtiyan werin bikaranîn. An na dê gelê herêmê bi pirsirêkên tendirustî û hawirdorê yên telafiya wan tune ye re rûbirû bimîne.