"Şikeft cihê ewlehî û parastinê ne"

Beriya şerê Kobanê gelek bermahiyên dîrokî hebûn, bi aloziya Sûriyeyê re hêdî hêdî ev bermahiyî hatin windakirin, her çiqas hewldanên ji bo windakirin û jibîrkirina wan hebin jî li rex vê hewldana şêniyan ji bo parastina van bermahî û cihên pîroz hebû.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Li hin gundên Kobanê bermahiyên dîrokî yên kevnar hene lê bi piranî ji wan şûnwaran hatine rakirin. Gelekên din hatine dizîn û windakirin. Li Şêranê ku niha yek ji navçeya Kobanê ye, beriya rejîma Baasê ji Kobanê derkeve du peykerên şêran ên ji kevirê reş hebûn lê ji wir wir birin li Reqayê danîn. Li ser girê Miştenûr şikeftên dîrokî hene lê hinek ji wan hilweşiyan an tiji ax bûn. Li Kobanê gelek zêwiyên pîroz berê hebûn lê bi derbasbûna demê re û bi taybetî ji ber sedema şer hatin xirakirin û neman. Zêwiya Xanmamed û Zêwiya Kurikê du ji wan in. Demekê dêrên Ermeniyan jî li Kobanê hebûn. Ya mezin ji wan li nêzikî xwendegeha Ermeniyan a li Başûrê navenda bajêr bû û du dêrayên biçûktir hebûn lê bi mişextkirina Ermeniyan re dêrên wan jî neman. Destpêka sedsala 21’emîn ji bilî 2-3 Ermeniyan kesek li Kobanê nemabû. Li her çar aliyên Kobanê şikeft hene, li gundê Telik, Miştenûr, Devemuxar, Minaz û Sêv Elî. Li gorî ku tê gotin ji bo parastinê ev şikeft hatine çêkirin, heya niha tu kes nizane bi destên kê hatine avakirin. Ji ber gelek kesên biyanî derbasî Kobanê bûne, Ermen, Xirîstiyan, Osmanî, Fransî, Înglîz û hwd. Lê beriya salên kevin û qedîm ev şikeft hatine çêkirin û heya niha jî hene. Lê ya balkêş ew e ku li gundê Minazê bi navê Keskesor tê binavkirin, ji ber ku kevirên wê keskesor in.
Di vê çarçoveyê de jinên ji gundê Kobanê der barê şikeftan de ji ajansa me re axivîn.
"Cihê wiha divê werin parastin"
Jina bi navê Xedîce Îmam Elî ji gundê Minazê ye û 64 salî ye, behsa şikefta Keskesor dike: "Ev şikeft ji dema dapîr û bapîrên min ve hebûye. Gelek kes dibêjin ku ji bo ewlehî û parastinê hatine çêkirin, ji ber ku kevirên wê mermer in û rengên wê şikeftê keskesor e ji lewre dibêjin şikefta Keskesor. Yanî ji dema ku hatiye çêkirin ve rengê wê wiha ye, temenê wê zêdetirî 100 salî ye. Bi taybetî de werza havînê de şêniyên gund derbasî şikeftê dibûn, ji ber ku hundirê wê bi keviran hatibû lêkirin û hênik bû her wiha zilam di wir de diciviyan û suhbet dikirin. Gelek kesên biyanî derbasî şikeftê dibûn. Şikeft 4 km. nêzî gund dikeve, kûrahiya wê 4 km. ye û firehiya wê 6 e. Dema mirov dikevin hundirê wê odeyên wê hene, cihê ampul, razanê, metbex û hwd. hene. Zivistanê germ e havînê sar e."
"Şikeft bi rengê keçan dixwemilî"
Her wiha dayika bi navê Xanim Ebid Genî ji gundê Helincê ye û 80 salî ye wiha behsa şikefta Miştenûr dike: "Di bin vî kaşî Miştenûr de hemû leşkerên Osmaniyan bûn, îro careke din Osmanî dixwazin wan salên xwe û hovîtiya xwe vegerînin. Nêzî 30 şikeft li derdora Miştenûr hebûn, ya Miştenûr herî mezin e, li gor tê gotin û dibêjin ku li her derê av hebûye ji lewre ev şikeft hatine lêkirin û mirî li wan dihatin veşartin. Paşê leşkerên Înglîz ev şikeft ji xwe re kiribûn wek baregehên leşkerî û xwe bi cih kiribûn. Piştî salên dirêj êdî ew av xilas bû. Şêniyan mal ava kirin şahî dihatin çêkirin, keçikên gund cil û bergên neteweyî wek kiras, xeftan, sixme, meles û îçqorên kêsirewanî li xwe dikirin. Wê demê hemû keçik diçûn şikeftê wek tu bibêjî ku cihê seyranê ye. Xwarin amade dikirin, teşî dirêstin, cil didirûtin, stran digotin, şahî çêdikirin, her roj li wir şahî hebû. Di wê şikeftê de me conî û mekutê dan ji wir anî."
"Şikeft bibû cihê seyrangehê"
Xanim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şikefta keçikan û wiha pêde çû: "Ew şikeft wek cihê şahiyê bû, her kesê berê xwe dida wê derê. Bi teybetî bibû cihê keçan. Ez bi xwe biçûk bûm, dema ew diçûn şikeftê em zarok jî bi wan re diçûn lê wan qebûl nedikirin ku em jî biçin. Gelek caran min hewl da ku ez biçim lê nedihiştin. Ev cihên wiha yên dîrokî divê bên parastin, ji ber ku rojane dijmin cihên me yên dîrokî xirab dike, mînaka herî berbiçav Efrîn e, dema ku dijmin Efrîn dagir kir yekser dest bi xirabkirina şûnwarên me kirin û hewldanên wan hene ku van şûnwaran jî talan û wêran bikin. Jixwe destdirêjiya dewleta tirk li ser dîroka gelê Kurd heye divê em jî li hemberî dijmin baldar bin. Ji ber cihê ku em parastina xwe û zarokên xwe bikin yek ji wan şikeft e. Çawa di demên şer de leşkeran xwe vedişartin û şikeft wek cihekî ewle ji xwe re didîtin, em jî divê van cihên baş biparêzin û xwedî li wan derkevin. Di dema dapîr û bapîrên me de hêzên biyanî hatine li van deveran xwe bi cih kirine, bi destên wan ev cih hatine kolandin û heya roja îro mane."